Cihana bîranina birêz Kek Eskerê Boyîk

20:43 - 11 Tebax 2012
Unknown Author
Zerrîn Tek

Ez bawer dikim xenci min gelek kes bi çar çavan benda xwendina bîranina birayê ezîz û birêz Kek Esker Boyîk in.

Berî çend roja me bi telê bi hevra qise kir, dengê Kek Esker xemgîn bû…

Kek Esker û hindek dost û hevalên me yên dilovan (Kek Ziya, Heci Beyazid û malbata wan) gelek dost û hevalên dilgerm hertim telê lê dixin û hal û xatirê me dipirsin. Xwedê wan, wek mezinê me, wek zanyar û zîndarên orf û edetên me, ji serê me kêm neke.

Gelek kêfa min bi nivîsara Kek Esker hat, destê te xweş Kek Esker. Qelema Kek Esker ne tenê xem her usa rastiyên Kurda bi şiklekî objektif dirijine ser kaxizê. Kek Esker ne mîna hindek \"nivîskaran\" e, qure nîne bi berhemên xwe poz bilindiyê nake. Wî heta niha propagandayê xwe, reklama berhemên xwe nekir; ne jî pesna xwe dide. Mirovên mîna Kek Esker, weha dilgerm û ruhsivik kêm in. Pir mixabin ronakbîr û zimanzanekî mîna Keke Esker, ku xwe wek nokerê gelê xwe, kultura xwe dibine, gelek kêm e.

Stila jiyana Kek Esker û qelama wî jî ji bo min û ji bo gelekan mînak e. Ew, mirovekî bi dert û kulê gelê xwe va radize, radibe û dijî.

Min îro ji diya xwe ra behsa Kek Esker û malbata wî kir û nivisara wî ya li ser cihana biranina wî xwend.

Waxtê ku min jêra ev beşa hanê xwend, ku digot „Jiyan çû, min tiştek nekir, min tişt ji jiyana xwe fem nekir. Nikaribû deynê evda bidayê. Deyndarê qencî, dilovanî, xêrxwezî, hizkirina geleka me. Min hinek hiz kirin wana ez hiz nekirin, hineka jî ez hiz kirin min ew hiz nekirin.“ Diya min got ew evdê Xwedê ji bo Kurda dixebite? Mi got: „Belê, bi dilûcan, bi malbata xwe ve. Her tiştên xwe di riya kurditî da dest dan û mîna me wek penaber li diyasporê jiyana xwe didomînin.“

Diya min hinek sekinî û got: „Va diyar e tu gelek ji wê malbatê hez diki. Xwedê keda we nede boşê! Vî zemanî da mirovên eşîr, şirhelal kêm in, rehma Xwedê dê û bavê wan be…“

Paş demeka dirêj, diya min nişkêva “ ê lê xuçê here tu jî, ew tuj muj ortelixê ne haj kurdî û kurditiyê ne jî ji mirovatiyê hene. Xwedê dizane zerara here mezin jî ev zar zêçê ortelixê, dide wî evdê Xwedê. Eh hûn jî xwe ji bona wan helak û perîşan dikin! Te jî emrê xwe, ciwaniya xwe ji bo Kurda pûç kir, mêrê te jî ji te xiraptir e, serda jî ew xweyî mal û jin û zarê xwe dernakeve. Hema kapê Kurda ketiye hustiyê we! Welatê xerîb da, qula xanî da tenê yi, şevereşa sibê diçî ser kar, şevereşa êvarê jî tê malê. Ev çi jiyan e? Zarên te hema hema bê bav mezin bûn. Zarên hêj bina şîr devên wan tên, bûne dilmanç û pispor. Rêz û hurmet nemaye. Serda jî hindekî dibêjin‚ ‘kê ji wan ra dibêje xwe weha perişan bikin! Bila ev ji hinek aqilê xwe bişuxulînin’. Şerm û ihtiram û vicdan nemaye… Vir, vizek, xurifî û diz gihiştine merhalan... Bes e êdî, we emrê xwe ji bo Kurda pûç kirin… Hûn ji mîna hinekan teqavut bin yan ji tiştan bikine bahane bikişine mala xwe! cem zarê xwe.

„Tujê zar û zêçê duhê na pêr, rabûne, tiştê we qayil nabin, eger ji destê wan bê wê serî da jî çavê mirovê wekî wê derxin…“

Min got „ kes nikare çavê kesî derxe, em jî erkê ser milê xwe tinin cih. Gelo em nefsa xwe ser berjewendiya gel bigrin û bifikirin ev bê vijdanî nîne? Ma te ne digot ‘bila cihê we cem mezluman be?’ Qanuna dinê ye, ez gavek ji mezinê xwe me, zarê me ji du gav ji pêşiya me ne.“

Diya min “tev lê lê, xuçê mi gelek kurtçî murtçî nas kir, qe kesek mîna te û mêrê te nake, we ji tama tizê derxistiye. Waxtê te qeraqola Qerekilisê jopê polesa dixwar, hindek hevalên te du kêfa xwe keti bû, waxtê te em bê xeber ci da hişt û ji bo alîkariya Kurdên Îran û İraqê çûyî nav agir û alafa şer, gelek solcî/ kurtçî ji du plana çûyina Evrupê ketî bûn. Na, lê ez xwe bê îman nekim, ya Xwedê hinek hevalên te yên cevher mîna, Ayhan, Macîdê, Nuro, Eko, Neso, Apoş û Salih, Metin, Kenan û Yaşoyê rehmeti jî gelek kişandin, hindek canê xwe wê rê da dan. Ya xwedê Naci berê we kete van işa, kete zindana Diyarbekirê lê paşê zivirî ser amelê xwe, işê xwe. Mi hertim got, ez disa dibêjim, hûn gişk ketine poxê Sileman abêyî rehmetî. Lê gelek ji wan solci u kurtciyê kevn naha mala xwe, cem jin û zarê xwe ne, hal û waxtê wan cî da ne. Kê di tengasiyê da be, tu mina teyra sipî difirî cem wan, lê kes ji haj halê te, ji tengasiyê te tine… Çima?“ got.

Mi dî diya min gelek ser diçe, hur bi hur defterê kevn vedike, mi got: „Dayê usa nîne, şukir em ne birçi ne ji tîni ne. Ya din jî ez nexwazim kes haj ji tengasiyê min hebe ji ber ku tengasî û kesera gelakan ji ya min pirtir e. Mirov fidakariyê, mirovatiyê ne ji bo reklama, ango ji bo gelê xwe ji bo mazluman dikin. Te hertim nedigot‚ ‘bila destê rast nizane, ku destê çep çi xêr dike?’ Dayê can me ji te û xesiya min usa dît usa hîn bûn... naha ev yeka tu dikî çi ye?“

Diya min zivirî ji min ra usa got: „Lê lawo ez halê te dibinim û ji berxwe dikevim. Aqilê min her gav vira, cem te ye. Emrê min 76 sal e û xwedi emrê min ê mayî bide we. Ez dizanim tu gelek tiştî ji min vedişêri, nexwazî ez ber xwe bikevim... Ez we ra nabêjim dest ji kurtçîtiyê berdin, lê ez dibînim halê te ne hal e. Tu xêra bavê xwê, tu serê Hetav û Bengin, ka bêje tu û mêrê te, hûn çend sal bi hevra jiyane? Tu jî êdi ciwan nînî, jinê xelkê têne nivê emrê te, xwe davêjine ser guhekî xwe, rûdinin û hêviya xizmetê ne. Tu jî mina jinên din astenga bavêje ber piyê mêrê xwe, guhê mêre xwe bi tişta tijîke, wî ji hindek tişta dilsar bike…” Hindek sekinî got “ya rastî zavê min jî, ji wan mêra nîne ema….”

Waxta min got: „Dayê can mi heta iro tenezulê tiştê usa erzan nekir, li wir şunda jî nakim!”

Ev bi hêrs zivirî, ji mi ra got: „De tu dizanî! Çawa dixwazî usa bike. Şîretên ku ji bo mafa te dikim, nakeve mêjiyê te. Tê di welatê gavuran, qula vî xanî da bimrî haya mêrê te ji te nabe! Tê ji kisê bavê bimrî herî…”

Wê kelimên axirî bi hêrsan got û gelek jî poşman bû. Paşi 2-3 deqiqe kelogirî bû, hat dest li hustiyê min ra bir û hate rûyê min û got: „Tu ji mina min dayk î. Ez dibînim tu û mêre te çawa ser zarê xwe diricifin, naxwazin tiliya wan kevireki bikeve, paruyê devê xwe derdixin dikine devê wan. Zarê we ji mina we qedir û qiymetşinas û bi hurmet in. Her çend qizik ser riya we diçe (eger usa here ew ji nabe xweyî nanekî) inşallah lawik dibe xweyi naneki… Ez şev roj dua dikim ku Xwedê te, mêre te û zarê te, dost û hevalê te yên dilpak, hemu mazluman ji şil û şepên mexluqatan biparêze, destê Baba Xanî, Şêx Ebdilqadir Qeylani, şêx û evliyan, li ser serê we be. Xwedê qenciyên we, derxe ser riya we…”

Mi dit gelek ber xwe dikeve mi got: “Xemê nexwe Heci, ezê naha zavê te ra e-maileki binivîsim û bêjim ‘ya ez ya Kurdistan êdî bes e qerara xwe bide!”

Disa hers ket û got” na lê tu jî, mi ne got hema bikuje. Ca destê te dice jêra tiştekî weha binivîsi, te heta îro teştekî usa nekir, li wir şunda jî meke! Heyfa zavê min, bila walatê xerib berxwe nekeve. Ez gelek jê hez dikim, merivekî qelender, dilrehm, bi hurmetî dilpak ra neheqi neke! Tenê dilê min ji we dişevite. Heqas siyasetcî, porsipî, zana hene çima ev jin û zarê xwe salan, mehan nahelin naçine Kurdistanê… Wa diyar e kes naxwaze rehatiya xwe xira bike, zavê min feqirê dilrehm, runerm jî çi bike, mecbur dimine diçe. Ji bo wî jî hêsan nine... Tu xatirê xwedê dilê wî neşkêni.”

Mi ji xwe xwe ra got “xwezil mi serî da behsa e-mail nivisînê bikira!“

Belê min bi biraninê Kek Esker dest pêkir, lê ji babetê dur ketim, bila Kek Esker qusura min nenhêre.

Lê em bixwazin yan nexwazin, wexta em qala jiyan û bîranina dikin, hetmen, yeqin serikî wan digihêje jiyana xwendevan û mirov jî carna ji xwe ra paran derdixe, li ser difikire.

Ez niha va dizanim ku bîraninê birayê hêja Kek Esker wê gelaka dostên wi şad bike, dujminên wi biecine. Her weha hesrê çavê gelek xwedevanên dilsoz birije ser belgên biraninê birayê hêja Kek Eskerê Boyik

Ser daxwaziya diya xwe min 2-3 car ev paragrafê jêra ya Kek Esker jêra xwend: “Evdên nêzîk, heval-hoger, nas û dost, heta xêrnexwez û dijmin, mirovên ku bi sala em di rêya jiyanê da li rex hev, bi hevra meşiyane têne bîra min.. Ji dûrayî û kûraya sala, bûyarên qenc û xirab, ronayî û tarî wek vûlkanê êgir e biçûk hişiyar dibin, min dikin di nava xwe û berbi rojên buhurî dibin.

“Rojên çûyî şûnda nayên, bûyarên buhurî nikarin vegerin. Bîranîn di nava qetên mejû da veşartî dimîmin.

“Mirovên, ku ez wan re meşyame, piraniya wan edî tune ne, li ser kevirê goristana navên wan nivîsar e. Nizanim, niha kevirê geleka li kune, goristana kîjan gundî, kîjan bajarî, welatî?“

Diya min got; “Sehata te xweş Esker, dilê te tijî xem û keser e! Xwedê silê bavêje devê neyarê te, perda sipî bikşine îşiqa çavê wan... Emrê te dirêj be, destê te derd nebine...“

Mi soz da diya xwe, ku eger biranine Kek Esker bê weşanê ezê yeqîn jêra bixwinim.