Cîgirê Siyasî Yê Sipahê: Daxistina Avtenga Hurmuz Îsteratijiya Nîzam E

12:16 - 9 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Elî Eşref Nûrî, cîgirê siyasî yê Sipahê ragihand Devera Avtenga Hurmuz dikeve çarçoveya îsteratijiya Hikûmeta Îranê û berpirsên bilinpaye yên Îranê daxistina Avtenga Hurmuz weke îsteratijiyek mêze dikin.

Elî Eşref Nûrî serbarê ragihandina vê yekê ji bo Rojnameya Xurasan dibêje: \"Gefxwarin diviya bi gefxwarin were bersivdan û em jî lihember gefxwarinên Rojava derheq xistina durpêçan bo ser petrola Îranê, berjewendiyên wan dê bixin metirsiyê.

Ev gotinên han di demekê de ne ku welatên Rojava û Amerîka û Berîtaniya daxistina Avtenga Hurmuz bi karek berevajiyê rêkevtina navnetewî didin zanîn.