CHP Û PIRSA KURDAN

13:58 - 8 Çirriya pêşîn 2012
Unknown Author
CHPê ji bo çareserkirina pirsa kurd projeyek ji 6 maddeyan pêkhatî pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê dike. Parlamenterekî BDPê jî derbarê vê projeyê de ji Rûdawê re got: “Giringiya wê heye, lê tespîtên di raporê de bersivê nade vê demê. Ger samîmîne, li pêşiya me xebatên destûra nû hene û bila pêşniyarên xwe yên şînber ên ji bo çareserkirina pirsa kurd bênin ziman.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berî niha diyar kiribû ‘tenê ew wekî CHP dikarin terorê biqedînin’ û wê pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê despêka meha hezîranê pêşkêşî serokê parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek dike.

Li gor rojnameya Haberturk a Tirkiyê nexşe rêya CHPê ji 6 maddeyan pêk tê û bi vî awayiye:

1-Li meclisê komîsyon: Ji bo çareserkirina pirsa kurd jî, wekî ‘Komîsyona Lihevkirinê’ ya ji bo destûra nû li meclisê ‘Komîsyona Lihevkirina Civakî’ nûnertiya wekhev û li hev kirî ji xwe re bingeh bigre.

2-Grûba mirovên maqûl: Ji bo arîkarîdayîna komîsyona lihevkirinê, ji her partiyekê 3 kes grûba mirovên maqûl bê dirûstkirin. Mirovên maqûl wê di nava komîsyon, rêxistinên sivîl û çînên din de rolê pirê bileyîzin. Wê pêşniyaran ji komîsyonê re ragihînin.

3-Şeş meh: Wê komîsyon xebatên xwe yên despêkê di nava 6 mehan de biqedîne û xalên li ser lihevkirin, bi belgeyekê ji raya giştî re amade bike.

4-Pêşkêşkirina hikûmetê: Dema lihevkirin çêbû, wê pêşniyarên xwe pêşkêşî hikûmetê bikin.

5-Pêkanîn: Wê derbasî pêvajoya bikaranîna nexşe rêya hatî kirin bê kirin.

6-Piştgiriya raya giştî: Wê ji bo xebatê piştgiriyê ji raya giştî werbigrin, bi hewldanên li hudir û derveyî meclisê, ji bo aştiyek mayînde û lihevkirinek civakî bername bên pêşkêşkirin.

Cîgirê serokê giştî yê CHPê Faruk Loğoğlu diyar kir ku ‘Komîsyona Lihevkirina Civakî’ modela CHPê ye; “Li Efrîqa Başûr komîsyonek ji bo lêkolînkirina bûyerên berê hatibû avakirin. Em jî naxwazin temaşeyî derbasbûyê, dixwazin temaşeyî dahatuyê bikin.”

Parlamenterê BDPê yê Colemêrgê Adil Kurt derbarê rapora CHPê ya ku wê pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê bikin, ji Rûdawê re got: “Tiştên ku CHP dibêjin, ne nû ne. Ev demek dirêje CHP ‘benîştekê’ di devê xwe de dicû, lê rastî li paş pêşniyarên tên kirin in. CHP pêşniyar dike ku ji nû de pirsa kurd bê tespîtkirin. Pêvajoya em di nav de, ne pêvojoya tespîtkirina pirsa kurd an jî gelê kurd çi dixwaze ye. Li tirkiyê daxwaz û pirsa kurd zelal e. Ger li ser daxwaz û pêşniyarên gelê kurd, daxwazek bê kirin, ne pêşniyare ku bersivê dide demê ye.”

Îxtidar dijwarkirina pêvajoyê bingeh digre

Kurt diyar kir ku erênî dibînin êdî CHP bibe aliyê çareserkirina pirsa kurd û got: “Çawa niha CHP behsa çareseriya pirsa kurd dike, li Tirkiyê jî niha îxtidar li nîşana xwe ya esasî werdigire û dijwarkirina pêvajoyê bingeh digre.”

Parlamenterê BDPê bal kişand ser daxuyaniyê serokê CHPê û wiha pêdeçû: “Berî demekê serokê CHPê birêz Kemal Kiliçdaroglu gotibû, ‘Di bingehê xwe de dixwazin ji bo çareseriya pirsa kurd hinek tiştan bi CHPê bidin gotin.’ Madem wisa ye her derdor dibêje, bila CHP gotina xwe ya ji bo çareseriya pirsa kurd bêne ziman, wê demê CHP jî ji bo çareseriyê pêşniyarên maqûl bêne ziman.”

Dema CHPyî li parlamentoyê diaxivin, gotinên wan xizmeta çareseriyê nakin

Adil Kurt eşkere kir ku wekî BDPê ji despêkê ve dibêjin navnîşana çareseriya pirsa kurd Enqere û parlamentoye, divê parlamento rola xwe bileyîze; “Dema em li parlamentoyê li CHPê dinêrin, heta niha rol û mîsyonek nedaye ber xwe. Em hêvî dikin ku helwesta xwe ya heta niha terk bikin. Mixabin dema li parlamentoyê diaxivin, gotinên wan xizmeta çareseriyê nakin. Di her gotinekê de vedigerin pêvajoya ‘Qasidên aştiyê’ û dixwazin bi yekê hikûmeta AKPê bêxin zorê.”

Parlamenterê BDPê diyar kir ku li aliyekê helwesta kuştinê li ser gelê kurd ferz dike û li aliyekê jî raporek bi vî awayî tê amadekirin; “Ev jî nakokiyeke. Em jî mereq dikin ku wê CHP çawa xwe ji vê nakokiyê rizgar bike.

Giringiya wê heye, lê tespîtên di raporê de bersivê nade vê demê

Li ser pirsa gelo niyeteke CHPê ya ji bo çareserkirina pirsa kurd heye, Adil Kurt got: “Êdî li Tirkiyê pirsa kurd di rojeva her kesî de ye. Ger niyeteke wan ji bo çareseriyê hebe yan na, her kes neçare îro li ser çareseriya pirsa kurd baxêve. Êdî divê her kes bibîne ku li Rojhilata Navîn ji bo gelê kurd derfetekî nû dirûst bûye. Di şertên niha de gelê kurd ne mecbûrî dewleta tirkiyê ye, dewlet mecbûrî kurdan e. Di wê çarçoveyê de jî anîna rojevê ya raporekî bi wî rengî, tespîtên ku di raporê de hatine kirin bersivê nade vê demê. Xalên wekî çareseriyê jî hatine pêşniyar kirin, têrê nakin. Lê ne tiştekî wisa ye ku em raporê bi tevayî tûne û wekî nehatî behskirin bihesibînin. Bêguman heta radeyekê giringiya wê heye.”

Parlamenterê BDPê yê Colemêrgê Adil Kurt di wiha dawî li axaftinên xwe anî: “CHP dibêje, em komîsyonekê ava bikin û li nava gel bigerin û bi pirsin gelê kurd çi dixwaze. Bi salane bersiva vê pirsê hatiye dayîn. Piştî bersiva wê pirsê hatiye dayîn, em mereq dikin îro CHP wê carekî din çi ji gel bixwaze. Ger samîmîne, li pêşiya wan xebatên destûra nû hene û bila pêşniyarên xwe yên şînber ên ji bo çareserkirina pirsa kurd bênin ziman.