CHP, POLITIKAYÊN WÊ Û KURDISTAN

16:49 - 14 Îlon 2012
Unknown Author
Abdusamet Yigit

CHP, partîya sîstema tirk ya ku tê gotin ku ji aliyê Mî Kemal ve hatîya ava kirin a. Bi teybetî, dîroka wê partiyê, divê ku mirov bi teybetî hildê li dest. Ji di naqabîna salên 1923 û 1950´ û hwd de, deme \"yek partîtîyê\" ew dibê desthilatdar. Ji salên 1923´an heta ku dem tê salên 1950 û hwd, ew part li tirkiyê weke partîya baasê ku li Îraq û Sûrîyê bûya desthildar ew jî li tirkiyê bûya desthilatdar. Di vê demê û salên ku ev partî li tirkiyê bûya desthilatdar de, komkujiyên mazin li kurdistanê hatin jîn kirin. Komkujiya Zilan, Agirî, Botan, Dersimê û hwd, bûn. Di van komkujiyan de bi gelemperî herî hindîk dusad hezar mirov hat kuştin. ev parrtî, ji van komkujiyan hemûyan berpirsîyar a.

Piştî salên 1950 û pê de, ku dema \"pirrpartîtî\"yê dest pê kir, êdî partiyên din ava bûn û bûna desthilatdar. Lê ev partî yanî partîya CHP, di van demên ku piştî salên 1950 û pê de jî, çend ku ne bû desthilatdar û li muxelefetê ma jî, bi aliyekî ve ji binî ve weke partîya desthilatdar li tirkiyê rol leyist. Malbata Înûno ku heta ku digihijê erdal Înûno hwd û piştî wan re heta ku digihijê Bilant Ecewît bixwe jî di nava wê de di nava sîyesetê de pijîyan û pêşketin. Piştî ku salên 1950 jî, ku bahse partîya CHP dihat kirin, weke ku bahse dewletê bihata kirin dibû. Bi vî rengî, CHP piştre bandûra wê bû. Çend ku dem bi dem navê wê hatîya guhartin ji ji DSP heta ku digihijê SHP û piştre ku tê dema CHP û hwd jî, ku dem bi dem nav diguharin jî, lê xat û têgihiştin yek. Hemû partîbûn ên ku dibin jî, bi armanca li gorî demê wê partiya dewletê bidina domandin bû. Î ro, ku dema ku tê gotin CHP; weke ku ev xate dewletê ya ku ji dema M. Kemal tê destpêkirin û heta vê demê tê, bahs tê kirin.

Di serî de divê ku mirov bibêje ku CHP, di afirîna pirsgirêka kurd de, weke xat û partîya yekemin a. Partiyên piştre ku dewletê dana avakirin jî, hemûyan jî, tenê ew xate ku CHP bi navê dewletê daya dest pê kirin û pêşxistiya, wan partiyên piştre, tenê dane dest pê kirin.

Yê min bixwe, dema ku bahse CHP digihijê guhê min, dîrokeka kurdan ya dema komarê ku bi komkujiyan hatîya nivîsandin tê bîr û hişê min. Ev partî, bi vî rengî, divê ku mirov bibêje ku partîya ku ku ji gelek komkujiyên ku li ser kurdan bûna û hatina kirin ya ku xwediyê berpirsîyar a. CHP; î ro, weke partîya di meclisê de ya Muxalefetê tê zanîn û ser ziman. Lê weke partîya ku çavdarkvanê komarê jî tê dîtin. Bi vî rengî, lê tê nerîn. Politikaya komarê ya li dijî kurdan ku heta roja me li ser temenê înkara kurdan hatîya domandin, hê jî reng û awa û wêne wê di CHP de dijî. CHP, di roja me de jî, wê înkara kurdan bi awayekî pirr \"sinsî\" dide domandin. Bi awayekî pirr xirab diçê nava kurdan. Dema ku li CHP dinerîm ku di dema CHP de komkujiya dersimê ku li ser serê kurdan pêk hat, tê berçavên min. Mixabin, CHP, li dersimê ku karibê hê wekîlan derxe, divê ku mirov vê bi wan politikayên wê sînsî ên ku wê li ser serê kurdan dana meşandin re şîrove bike û bêne ser ziman.

Di vir de, ez cihekî vekim di nivîsê de û çend gotinan li ser dersimê bibêjim. Dersim, kurd in û Elewî na. Bi teybetî, bi van herdû xoslet û teybetmendîyên xwe re tê zanîn. Ew herêm, î ro jî, ji bo kurdên elewî, cihên herî pîroz li wir in. Komkujiya li dersimê ku pêk hat di salên 1937´an de bû. Lê piştî wê demê re jî dem bi dem ew komkuji li Dersim bi politikayên bişavtinê bê û bi oparasyonên leşkerî bê, çûna bi ser dersimê de bûya. Birez Îsmail Beşîkçî, di pirtûka xwe bi navê \"Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 1. Bicihkirina bi darê zorê ya Kurdan\" de bahse 97 seferên ku leşkerî ên ku li Dersimê û dora wê hatina kirin dike. Lê di sefereke tenê de jî bi serkevtin nebûya. Di hemûyan de jî, bi koman komkuji bûna, lê nebûna sedeme ku kurd dev ji tekoşîna azadî û serxwebûna xwe berdin. Ev sefer û oparasyonên ku bûn piştî avabûna komarê dibin. Di wê demê de jî CHP li ser desthilatdarîyê ya bi awayê \"partîya millî ya şef(serek)\"a.

Piştî salên 1937´an jî wê dem de li kurdistanê bi teybetî li dersimê oparasyon lê werina kirin. Lê divê ku mirov bibêje ku tenê di vê demê de yanî di sale 1937´an de, li gorî zanîn ji nava gel ser 140 hezar mirovî hatina kuştin. Lê ev zanîn ku mirov bi xalkê herêmê re ên ku ew dem jînkirin û bûna şahidê wan komkujiyan dibêjin ku ev hijmar ya herî hindik a. Yanî dixwezin ku bibêjin ku komkuji dema ku bû di wê de ji wê zêdetir kuştin bûn. Heta roja me jî, bi awayekî zelal nayê zanîn ku çendî mirov hatina kuştin. Rojenema \"cumhûrîyet\"ê di hijmara xwe ya 13 tirmehê ya 1930´î de di sernivîsa wê nivîsa de dinivîsê ku \"paqijkirinê destpêkirîyan, yên di newala Zîlanê de hemû hatina kuştin\". Rojnema, ji dêla gotina kuştinê gotina \"îmha\" kirinê bikar dihêne. Tenê di heman nivîsê de dibêje ku \"Yek jî ji wan xilas nebîûya\" Yanî dibêje ku mirovên li herêmê bi tevahî hatina kuştin. Tenê di vê mijara ku rojnema dinivîsêne de, ser 15 hezar mirov bi carekê di rojekê de têne kuştin. Ji salên 1930´an û hwd, heta ku salên 1937´an û hwd, dem bi dem û roj bi roj mirov têne kuştin. PIştî ku dewlet hêzên wê, li dersim û Zîlanê di wê demê bi hezaran û deh hezaran kurd dikujê ji ber ku kurd in, piştre, wê sefera xwe ya qirkirinê di harikên herême agirî. Di vê demê de weke ku di heman rojnema û nivîsê de jî tê ser ziman kurd weke \"eşkîya\" têne binavkirin weke ku di roja me de ji kurdan re dibêjin \"terorîst\".

Dîroka salê 1937´an, bûya dîrokeka sembol ji bo kurdan û di wê komkujiyê de. Ji ber ku di wê komkujiyê de tenê di wê salê de ser 30 hezar mirov têne kuştin. Lê divê ku ez vê jî bi ser vê gotinê bikim ku her mirovên ku têne kuştin \"zaroyên wan yên piçûk ên ku hebûn ji aliyê leşkerên tirk ve tenê berhevkirin û wan dikina kamyonên leşkerî de û dibina rojevayê tirki û radestî malbatên leşker ên tirk dikirin ku wan weke tirkan mazin bikin.\" Heta vê roja me de ku em têde dijî di 2012´an de jî ew zarok aqûbeta wan hê dîyar nebûya. Ev jî, ji aliyekî din ve jî, weke mijareka ku di dil û serê kurdan de weke mijaraka dîrokî cih girtîya ya. Ev li gorî politikayên dewletê ên li ser CHP ên bi rê ve diçûn bûn.

Ji van komkuji û bûyarên ku bûna CHP, weke artişê hêza demê ya pêşî ya berpirsîyar a. CHP, teybetmendîya wê, ew jî ya ku artiş di nava wê de bicih a û artiş hizrên xwe hertimî li ser wê re têne ser ziman a. Ji ber vê yekê, hem di nava kurdan de jî û hem jî di nava tirkan de jî weke \"partîya Artişê\" jî tê binavkirin û ser ziman. Ev partîya ku di dîroka kurdan ya bixwûn de kifşkar a, divê ku ez bixamgînî bibêjim ku hê jî ji herêmên kurdistanê ên weke dersimê dikarê wekîlan derbixe. Ev rewş, di aslê xwe de, rewşeka ku mirov divê ku wê hem ji aliyî dîrokî û deronî(psikolojikî) ve ku lêbikolê ya.

Dewletê, piştî ku ew komkuji ku navenda wê dersim bû li kurdistanê û li gelek beşên ên kurdistanê kirin, piştre jî, pêvajoyên teybet ên bişavtin(asîmlasyon)ê çû bi ser herêmê de. Piştî wan komkujiyan re zimanê kurdî hatibû qadaxakirin û bi awayekî pirr bi şitt diçûna bi ser kurdan de. Yên ku bi kurdî diaxiftin jî, yan dihatin kuştin û yan jî bi cezayekî din ê pirr giran ku nekêmî cezayê mirinê bû, bi wî re rû bi rû dihatin. Ev bi vî rengî divê ku ez bibêjim, biqasî ku xalkên herêmê ji dev dibêjin ku ji ber ku bi kurdî axiftin bi sadan mirov tenê li berçavên xalkê li qad(meydan)an hatina kuştin li berçavên gel ji bo ku wan çavtirsandî bikin. Lê tevî wê jî, dewlet di ya xwe de bi serneketîya. Kurdan, piştî ku bandûra wan komkujiyan hinekî ji ser xwe avêtin, tekoşîna azadîyê ya PKK ku î ro, ji sadî 90´ê kurdan wê weke rûmeta xwe dibînin ava dibê û dest bi tekoşînê dike. Lê divê ku ez dîsan bi ser gotina xwe ve bikim ku piştî ku tekoşîna azadîyê ya kurdan dest pê kir jî, piştre jî, ew bandûra deronî ya dersimî ji ser kurdan ne çû. Kurd, ji aliyê deron(psikolojik)î ve heta roja me jî di bin wê bandûra wê komkujiyê de dijîn. Hê jî, kurd, ji bin bandûra wê komkujiyê derneketina û bi ser xwe ve ne hatina. Hê jî, di bin deronîya wê komkujiyê de na. Ev komkuji, bandûra wê pirr giran bû. Piştre, bandûra komkujiya Helepçê di nava kurdan de belav bû. Bi vê yekê re, her çend ku wê bandûrê kurd ji xîretê nekir jî, lê dîsan divê ku ez bibêjim ku deronîya wan kir.

Ku mirov hinekî ji aliyê deronî ve lê binerê, ku divê ku mirov bibêje ku di heta roja me, ev partîya dewletê ya bi navê CHP ku li kurdistanê û bi teybetî li wê herême hebûna xwe diparêzê, hinekî jî bandûra wê komkujiyê ji ber wê ya. Ji ber ku piştî ku komkujiyê, êdî ziman jî tê qadaxakirin û bi wê re hemû lûleyên bêhnstandinê têne birrîn. Êdî weke ku mirovê wê herêmê weke ku bê bêhn dimêne. BI wê re jî, tenê ew lûleya CHP tê ber wan. Êdî ew xwe di wê de tênina ser ziman. Bi vê rengî, di xwe hanîna li ser ziman ya dersimîyan de hinekî ji wê rastîya xwe ya dîrokî ravîn heya û hinekî jî bi wê re bêbêhn hiştina wan ve girêdayî ya.

Heta ku dem tê dema Bilant Ecewît, êdî ku ew di salên 1978 û piştre bû serokwezir, êdî di nava kurdan bi navê \"karaoglan\" hat nasîn. Bi vî rengî, weke lehengekî di nava kurdan de hat derxistin li pêş. Derketina Ecewît û bi vî rengî di nava kurdan de weke leheng hanîna wî ya li ser ziman, di aslê xwe de nîşanaka tiştekî jî bû. Nîşanaka wê bû ku dewletê li dersimê bi politikayên xwe bişavtinê re li ancam bidest xistîya û li ser wê re û li ser Ecewît re dixwezê ku heman ancamê li kurdistanê bigiştî bidest bixê. Hinekî jî, bi vî rengî divê ku mirov wê derxistina Ecewît ya li pêş fahm bike. Karaoglan, ev nav bixwe jî, ji kurdan beyenî ne dihat. Navekî ku bihesanî dikete serê kurdan de jî bû. Temenê wî navî di tirkî de ji \"keloglan\" tê. keloglan jî, di aslê xwe de navekî ji kurdî hatibû tercûmekirin bû. Navê \"Keçelok\" ku bi hezaran çîrok di nava kurdan de pê dihatina gotin, hatibû wergerandin û ew navê jê hatibû deranîn. Bi vî rengî, hinekî dema ku ew nav dihat ser ziman, weke ku \"xîtabî\" hin hêstna kurdî jî dihat kirin ji vê temenê ve. Êdî di nava kurdan de bicih bû. Bi vê rengê, di dema ku Ecewît, bû serokwezir, bi teybetî, wê partîya wî DSP, ji kurdistanê pirr deng girtibûn û bûbû desthilatdar.

Piştî salên 1980 û hwd jî, ev partî, bi teybetî, li kurdistanê bicih bû. Kurdên ku xwe avêtina sîyesetê di nava de xwestin ku cihê xwe bigirin. Di wê demê de CHP, kevneşopîyên wê demê weke SHP û hwd, xwe weke partîya kurd jî dida nîşandin. Ew xwe kurd nîşandin, ne bi rengê kurdîtîyê lê yanî weke \"partîya wan\" dide nîşandin. Di wê demê de bi politikayên dewletê ên ku xîtabî hêst û ramanên kurd dikirin ku wan bikê nava wê partiyê û di nav de bêhtirî wan bihalêne, dikirina meriyetê de. Kurdan jî, ev bi vî rengî dixwandin. Lê piştî ku diketina navê de, êdî bi awayekî li ser navê tirkitiyê ew dihatina perwedekirin dibû. CHP, bi vî rengî ew xate wê, heta vê deme me jî, dewletê ew li dijî kurdan bikarhanîya. Di roja me de jî wê bikar dihêne. Ku mirov bahs bike ku di roja me çîma yekî weke Kiliclaroglu hanînîna ser serê wê partiyê, hinekî jî bi vî rengî bi vê xate politikaya dewletê ya ku li ser temenê înkara kurdan dimeşê ve têkildar a. Di roja me de jî, bi vî rengî dewlet, hê jî li ser wê partiyê re tê bi ser kurdan de. Ev CHP´ya di vê demê de ku navê wê qaşo bi çareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî tê ser ziman û hinekî jî şêrîn tê dayîn nîşandin, hinekî jî bi vir ve girêdayî ya. Di aslê xwe de, ev politikayeka dewletê ya ku li ser CHP re tê meşandin a. Rengê vê politikaya dewletê ya ku di roja me de tê gotin ku qaşo \"hewldanên çareserkirina pirsgirêka kurd\" û bi kiliclaroglu re meşandin, ji politikayên dewletê ên ku di dema Ecewît de ku li ser navê \"karaoglan\" re dihatina kirin û bi rê ve birin ne cûdatir in. Karaoglanê wê demê ku dihat xwestin ku kurd bi wî ve werina girêdan, bûya CHP´ya roja me ku qaşo \"hewl dide ku pirsgirêka kurd çareser bike. Zihniyet, heman zihniyet a. Ne di wê demê de dewletê xwestibû ku ser Karaoglan re pirsgirêka kurd çareser bike û ne jî di vê demê de bi van gotinên ku li ser CHP re dihên gotin ku qaşo \"hewldanên çareserkirina pirsgiurêka kurd\" wê pirsgirêk kurd çareser bikin. Tenê wate van gotinên CHP ev in. Dewletê heta roja me li ser AKP re politikayeka aqil ji rê birinê bi rê ve bir, lê êdî ew politika jî bi şer ku AKP li dijî kurdan da destpêkirin re teşîr bû. Dewletê, êdî xwest ku heman gotinên ku ji dewletê T. Ardogan û radayarên AKP bi kavê qaşo \"çareserkirin apirsgirêka kurd\" dane gotin, nûha jî bi devê CHP´lîyan dide gotin. Bi vê jî, dewlet dixwezê ku hinekî demê qizinc bike. Bi wê dixwezê ku hinekî dîn jî, wê pêvajoya înkarê ya li ser serê kurdan bi şerê ku bi kurdan re dide bide domandin.

Bi vî rengî, weke ku dewletê projeyeka xwe li ser CHP re kirîya meriyetê de. Bi vî rengî, rayadarên CHP´î jî weke ku ketina nava seferbelikê de li kurdistanê. AKP, êdî ji kurdistanê hat paqijkirin. Li wan cihên ku AKP jê hat paqijkirin, nûha jî, dewleta hewldana wê heya ku karibê CHP li wan deveran bicih bike. Ew hewldanên CHP, ên ku di van deman de di rojevê de cih digir in, hemû jî bi vî rengî bi plan in. Lê divê ku mirov bi vê re bibêje ku ev plan ji xwe re pêşneketîya. Heya AKP jî jê heya. Ji ber ku CHP û AKP, di vê yekê de li kurdistanê bi hev re kar dikin. Cihê ku yekê lê windakir, dixwezin ku ya din li wir biser bikeve. Li cihê ku AKP jî ku kurdistanê lê biserkeve, li wir AKP û CHP jî bi hev re ji bo AKP kardikin. BI heman rengî li cihê ku derfet hebe ku CHP wê lê biserbikeve, li wir jî AKP û CHP bi hev re kardikin ji bo serkevtina wê. Bi vî rengî herdû jî li kurdistanê bi hev re kar dikin. Armanc ji vê ew aku dewlet li wir li ser serê kurdan were hiştin.

Di van rojên dawîyê de ku Parlamenterê CHP yî ji aliyê hêzên parastina gel HPG ve hat bincavkirin, bi teybetî, ev rûyê CHP derket li pêş. Bi vî rengî, politikayên dewletê ên ku dewlet wan li ser CHP re dide bi rê ve birin, bi vî rengî, di aslê xwe de, weke ku derbeyek xwarin. Lê ev politikaya dewletê li ser AKP re û CHP re hê li kurdistanê bi vê re diçêt. Hê bidawî nebûya. Di vir de, hem li ser van binçavkirinên weke ên wekîlê CHP Huseyin Aygun re ku bûn, li ser wan binçavkirina re divê ku nivîskarên kurd jî vê rastî û aliyê dewletê jî divê ku bi dîroka wê ya li herêmê re li ser bisekin in û bênin û li berçavê kurdistanîyan û cihanê raxina li berçav. Piştî AKP re, ku ew ji kurdistanê hat paqijkirin, dewletê, weke projeyekê çêkirîya li ser CHP re û dixwezê ku li ser wê re hebûna xwe û politikayên xwe yên li dijî kurdan li herêmê bide domandin. CHP, partîyeka ku di dema wê komkujiyên weke ên Dersimê pêk hatin bû. Di dema wê de, weke ku di nava xalkê de jî tê ser ziman, ji salên 1923´an û heta ku tê salên 1950´î û hwd, ser dusad hezar kurdî re ji ber ku kurd hatibûbûna kuştin. Hemû politikayên bişavtinê(asimlasyon)ê li ser CHP re li kurdistanê û bi teybetî li Dersimê hatina meşandin. Bi binçavkirina Huseyin Aygun re, di aslê xwe de, ev rûyê dewletê, hatîya rayîxistin li berçav. Ew binçavkirin, li ser navê wan politikayên dewletê ên komkujiyan ku li dersimê û li herêmên din ên kurdistanê bi rê ve birina re bûya. ------

Sibe 15 tabaxê ya. Di serî de li gelê kurd ê bi rûmet pîroz bê. Û bi mûnasebeta vê rojê, hemû pakrawanên tekoşîna azadîyê ên ku rêya rohnî dikin bibîr tênim. 15 tabaxê, bûya destpêkek ji dîrok û civata kurd re weke 21 adarê roja Newrozê. 15 tabaxê, tenê ku mirov wê aliyê wê çekdarî ve hilde li dest, wê pirr teng bê. Î ro, ji aliyê civaknasî, deronî, çandî, dîrokî û civakî û pêşketina wê ya hemdem ve divê ku mirov hilde li dest.Bi vê yekê, 15 tabaxê bûya destpêka derketina dîka dîrokê ya gelê kurd ji nû ve ya. Bi vê yekê li hemû gelê kurd pîroz dikim.
--
Wekî din jî, î ro roja 14 tabaxê roja komkujiya li şengalê bû. Di serî de ez wê komkujiyê şermazar dikim û lenet dikim. Hêvî dikim ku kurd wê komkujiyên hovana bikina sedema yekîtîya xwe, ku weke bersivekê ji vê komkujiya bihov re bê.

Jêder: Kurdistan-news