Cezaya Seyîd Senger bi 9 meh girtîgeh hate kêmkirin

Cezaya 11 meh girtîgeha Seyîd Senger, girtiyê siyasî li girtîgeha bajarê Urmiyê bi qebûlkirina cezaya xwe bo 9 meh girtîgehê hate kêmkirin.

Taya 1 ya dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê bi piştgirêdan bi madeya 442 a yasayên olî ya dadresiya keyferî, 2 meh ji 11 mehên wî welatiyê hate kêmkirin.

Roja Duşemî 29ê Befranbarê, ew girtiyê siyasî bi awayê onlaynê hate dadgehîkirin û roja Sêşemî 30`ê Befranbarê piştî amadebûna navbirî li taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, cezaya 11 meh girtîgehê bi navbirî re hatibû ragihandin.

Dadgehê bi piştgirêdan bi madeya 500 a yasayên cezayên Îslamî, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê di nav girtîgehê de ji rêya berjewendiya girûpên dijberê nizamê bi li berçavgirtina derbasbûya endambûn li Mucahidîna Xelq”, 11 meh girtîgeh bi ser wî girtiyê siyasî de sepandibû.

Piştî redkirina cezaya 15 sal girtîgeha Seyîd Senger li dîwana bilind a welat, ew girtiyê siyasî bo taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê hate gazîkirin.

Cezaya 15 sal girtîgeha Seyîd Senger, girtiyê siyasî li girtîgeha bajarê Urmiyê, ji aliyê dîwana bilind a welat ve hate redkirin û dosiya wî girtiyê siyasî piştî binpêkirina cezaya wî bo taya hevterîb hate veguhastin.

Roja Çarşemî 7 Reşemeya sala 1398`an, ew girtiyê siyasî bi tohmeta “endambûn li Partiyên dijberê hikûmeta Îranê”, bo taya 2 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê hate gazîkirin û cezaya 15 sal girtîgeh li 15ê Reşemeya heman salê bo navbirî hate birîn û li roja Şemî 23`ê Xakelêweyê, ew cezaye bi navbirî re hatibû ragihandin.

Seyîd Senger rêkevta 10`ê Befranbara sala 1398`an, di daxuyaniyekê de bi tohmeta “endambûn li girûpên bexî û Mucahidîna Xelq” li taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadwer “Elî Şêxlû” hate gazîkirin û li wê kombûnê tevî veguhastina navbirî ji girtîhehê ve bo dadgehê, bi sedema amadenebûma parêzer di wê kombûnê de, ew dadgehe bi rê ve neçû.

Rêkevta 26`ê Sermaweza sala 1398`an, ew girtiyê siyasî ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo taya 6 a lêpirsîna dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê hate veguhastin û piştî lêpirsînê, tawana wî bi wî re hate ragihandin. “Seyîd Senger” di wê dadgehê de bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê û peywendî digel medyayên bîhanî” lêpirsîn digel wî hate kirin.

Berê jî di sala 1396`an de dosyeyekî din bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” dijî navbira hatibû dirustkirin ku bi sedema nebûna belgeya lewce, nekarîn cezayekî nû bo wî girtiyê diyarî bikin.

“Seyîd Senger” girtiyê siyasî yê Kurd, jidayîkbûyê 12`ê Xakelêweya sala 1352`an e, û ew xelkê bajarê Pîranşehrê ye û li hawîna sala 1379`an, bi tawana dujminayetî digel Xwedê (Meharibe) û peywendî bi saziya Mucahidîna Xelq ya Îranê, ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş ya bajarê Sineyê bi serokayetiya dadwer “Fatimî” ve bi sêdareyê hatibû cezadan û piştre li sala 1382`an bo girtîgeha heta hetayî hatibû guherîn.

Cezaya heta hetayî ya wî girtiyê, rêkevta 3ê Befranbara sala 1395`an ji aliyê taya 4 a birêveberiya tawanên bajarê Sineyê ve bo 18 sal girtîgeha te`izîrî hate kêmkirin.

Sala 1395`an cezaya azadkirina wî girtiyê siyasî ji aliyê dadgeha bajarê Sineyê ve hate erêkirin, lê Wezareta Îtila`atê rêgirî ji azadkirina navbirî kir.