Cezaya hebsê biser girtiyeke keç a bajarê Bokanê de hate sepandin

20:21 - 28 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, cezayê 2 sal girtîgeha bê gotin bi ser keça 30 salî de sepand.

Li gor nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, di çend rojên derbazbûyî de taya yek a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi serokatiya dadwer “Cewadî Kiya”, cezaya 2 sal girtîgehê bi ser “Efsane Bayezîdî” de sepand, û xincî vê jî, biryara vê jî hatiye dayîn ku navbirî cezaya xwe di girtîgeha nawendî a bajarê Kirmaşanê de derdaz bike.

\"29075.jpg\"
Efsane Bayezîdî
Efsane Bayezîdî bi “Piropagande ya li dijî Nizam”ê û “Sivikatîkirina bi Rêber” hatiye tometbarkirin.

Raporta şandî ji Kurdpayê ra vê yekê jî eşkere dike ku navbirî ji mafê parêzer hatiye bêparkirin, û herweha ji aliyê dadwer jî bêrêziyên zaf pê hatine kirin.

Navbirî di Pûşpera sala 1393’an de, li ser biryara Nawendên Ewlehî, ji zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Meraxê hate derxistin.