Cejna zimanê Kurdî li Kurdistan û Ewropayê

16:36 - 15 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Duh û îro li bajarên bakûr û rojavayê Kurdistanê bi munasibeta roja zimanê Kurdî, mehrîcan, semîner, şano û merasîmên taybet hatin lidarxistin.

Li gor navend û çavkaniyên agah yên nûçeyan li bakûr û rojavayê Kurdistanê, herwiha bi piştgiriya raportên navenda ajansa nûçegihaniya Hawarê, Duh li bajarê Amed, wan û melbenda Serhedê bi rê û rsmên taybet, şanoyên gelerî û gerandina guvendê, cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin.

Li Amûda rojavayê Kurdistanê jî semînerek taybet bi cejna zimanê Kurdî û girîngiya vê rojê, bi rê ve çû.

Di vê semînerê de ku hejmarek zor ji zimanas mameste û hezkiriyên zimanê Kurdî beşdarî kirbûn; li ser rola ziman hinek axaftinên hatin kirin û pêşengê bi karanîna tîpên latînî bo cara yekem di zimanê Kurdî de (Mîr celadetBedirxan 1932`an)),bi rêz û hurmet hat bi bîranîn.

Herwiha rola berçav ya Osman Sebrî, Cegrxwîn û hjejmarek nîvîskar û rewşenbîrên Kurd di girîngî dan bi zimanê Kurdî, di wê semînarê de nehat bîrkirin.

Di aliyê din li Ewropa jî ew roj ji aliyê Kurdên rûniştvanên wir ve hat bi bîbiranîn û rola zimanê Kurdî di jiyana gelê Kurd de hat şirove kirin.

Li Brukselê Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê ,15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ragihand:“Cejna herî mezin xwedîderketina li ziman û bikaranîna wê di her aliyekî jiyanê de ye”
KNK’ê eva jî bilêv kir: Zimanê Kurdî ji ber vê ku bi fedakerene berxwedan kiriye, bi şanazî jî çav lê tê kirin û got,“Em cejna Zimanê Kurdî li miletê Kurd pîroz dikin. Hêvî dikin ev cejna zimanê Kurdî bibe zengila hişyarbûna li zimanê xwe xwedî derketinê.Cejna mezin û pîroz li zimanê xwe xwedî derketin e û di her qada jiyanê de bikaranîn e.

Bi hêviya ku Kurd layiqî zimanê xwe bin û ji zimanê xwe şerm nekin ; bikine tacê serê xwe û hem pê biaxivin, pê bixwînin û hem jî pê bijîn û pê serbilind bin.”

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê gotinên xwe wiha bi dawî anîn: Kurd li welat û li her derê lê dijîn divê Cejna Zimanê Kurdî (14-15-16’ê) Gulanê’ bikine çeperê têkoşînê û li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Cejna zimanê Kurdî hersal li 14, 15 û 16`ê gulanê bi munasibeta ku yekem car tîpîn latînî ji aliyê Mîr Cekadet Bedirxan ve derbasî zimanê Kurdî bûne, li Kurdistan û nava Kurdên ewropa de bilind tê nirxandin.