Çarenivîsa sernivîserê heftînameya “Nidayê Cami’ê” a Kimaşan” ê nediyare

20:58 - 23 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Sernivîserê heftenameya “Nidayê Cami’ê” a Kimaşan” ê piştî gazîkirin bo îdareya Îtila’ata vî bajarî nediyar e.

Li gor nûçeyên Ajansa Kurdpa, piştî vê ku Ferhad Cehanbeygî sernivîserê heftenameya “Nidayê Cami’ê” a Kimaşan” ê ku gazî kiribûn bo îdareya îtila’atê, çarenivîsa wî nediyar e.

Nûçegehaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Kirmanşa ragehand: Navbirî 9 roj berî niha gazî kiribûn bo îdareya îtila’atê, û vekolîn li ser hate kirin.

Bi gotina wê çavkaniyê, rojekê piştî gazîkirina Ferhad Cehanbeygî bo îdareya îtila’atê, hêzên ewlehî îdareya îtila’atê êrîş kirine ser cihê karê navbirî û hin ji amrazên wî ên takekesî wek Kampiyotêr tevî xwe birin.
Malbata Ferhad Cehanbeygî dibêjin: “Şika vê tê kirin ku kurê me ji aliyê hêzên ewlehî ên îdareya îtila’atê ve hatibe destbiserkirin”.

Malbata wî, îdareya îtila’atê di hemberî çarenivîsa wî de bi berpirsiyar dizanin.

Heya dema bilavkirina vê nûçeyê, tu zaniyarî ji çarenivîsa sernivîserê heftînameya “Nidayê Cami’ê” a Kimaşan” ê di ber dest de nine.