Çarenivîsa çalakvanekî medenî ê Kurd bi derbasbûna mehekî hîn ni zelale

20:01 - 24 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Xebat Mengurî çalakvanê medenî ê Kurd, mehekî beriya niha ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve li Mehabadê hatibû binçav kirin ku heya niha jî çarenivîsa wî nehatiye eşkere kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berpirsê Encûmena jîngeh parêziya Mehabadê ku yek ji çalakvanên medenî û jîngeh parêzê Kurdistan û bajarê Mehabadê ye jî, mehek beriya niha hatiye girtin û tu aghiyek li ser çarenivîsa wî bidest neketiye.

Xebat Mengurî temen 30 salî û kurê Sulêman e ku bi sedema rexne girtin ji Navenda Deng û Rengê Mehabadê, li ser bêrêzî kirin bi Hesen Zîrek, hunermendê navdar ê Kurd, hatibû binçav kirin.

\"23794.jpg\"
Xebat Mengurî berpirsê Encûmena Jîngeh parêziya Mehabadê û yek ji çalavanê medenî ê Kurdistanê
çalakvanê Kurd ê navbirî ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îranê ve hatibû girtin, demildest ew bo navendên ewlekarî ên bajarê Urmiyê veguheztibûn ku hina jî çarenivîsa wî nezelale.

Navenda Deng û Rengê Mehabadê li meha borî, pirsnameyek derbareya xweş dengiya navbera Hesen Zîrek û du stranbêjê Pop ên Neteweya Faris, li bajarê Mehabada Rojhelatê Kurdstanê pêkanîbû ku wê kiryara han, nerazîbûna wî çalakvanê medenî û piraniya hunermend û hozanên Kurd, bi sedema bêrêzî kirin bi Hesen Zîrek bi pey xwe hiştibû.