Çalakvankî Sunî mezheb bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin

17:02 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, çalakvanekî Sunî mezheb yê bi navê “Ezîz Heyderpûr” temen 37 sal û xelkê gundê “Kerêz” ya ser bi beşa “Enzelê”û Rûniştiyê bajarê Urmiyê piştî bi dawîhatina lêprsîna wî bo girtîgeha navendî a Urmiyê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agadar, ew çalakvanê mezhebî piştî bi dawîhatina lêprsîna wî ji girtîgeha îdareya Îtlaata Urmiyê, bo benda Telaş a girtîgeha Urmiyê ya teybet be qerentîne hatiye veguhastin.

Ew çalakvanê mezhebî du meh beriya niha bi bê hebûna belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin “Piropagende bo girûpên mezhebî” hatiye ragehandin.