Çalakvanên Sineyî : `Divê faîlên şewata Avîyerê bên darizandin`

15:04 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanên Mafên Jinan û yên Jîngehparêzî li Sineya rojhilatê kurdistanê, xwepêşandanek bo piştevanîkirin li seyrangeha Avîyer lidar xistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pênşemî 9`ê tîrmehê, xwepêşandanek li Sine, bi armanca şermizarkirina failên wê bûyerê hat encamdan. Di wê meşa nerazîbûnê de, daxwaza darizandina kesên bûnî sedemên wê şewatê, hat kirin.

Roja şemiya borî 4`ê tîrmehê bo cara duyemîn dîsa çiyayê Avîyer tûşî agirpêkevtinê bû û xwezaya wê seyrangehê di nava guriya agir de bû rejî.

\"28140.jpg\"
Dulên navber Aviyera biçûk û mezin, kanî “Mamatke”, Heft Aş (asiyab) heya Xizrê “zindî”, ji wan deverên wê seyanrengê ne ku di nava agir de şewitîne.

Piştî nîveroya roja înê 3`ê tîrmehê jî, agirpêkevtineke berfereh ji 4 hawirê Aviyerê bibû xelek û xisarek mezin gihandibû wî çiyayê serbilind ê Kurdistanê.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêk tên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildar e. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.

Di demekê de ku tevahiya surişta Kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçe, li aliyê din Sine wek navenda Parêzgeha Kurdistanê tê hesibandin, lê heya niha tenê helîkopterek jî bo vemirandina agir li wê parêzgehê (ji aliyê hikûmetê ve) berçav nehatiye girtin.

Aviyer bi bilindahiya 2 hezar û 350 kîlometreyan, li bajarê Sine bicih bûye ku cem şêniyên deverê cihekî pir jê hezkirî tê hesibandin.