Çalakvanekî siyasî ê Kurd berdewam tê darizandin

20:48 - 16 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Muxtar Zarî çalakvanê siyasî yê Kurd, ew cara çendimîn e ku li dadgeha Şoreş (înqilab)a Sine tê darizandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kudpa, Muxtar Zarî çalakvanê siyasî yê Kurd (sibê 17`ê hezîranê) li dadgeha Şoreş a Sineya rojhilatê Kurdistanê dê careke din bê darizandin.

Navborî li ser Facebooka şaxsî a xwe, dawîn tometên bi wî hatinî dayîn, tohînkirin bi qudsiyat û belevkirina derewan destnîşan kiriye.

Ew welatiyê Kurd meha şiwata sala borî jî, dîsa ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ve hatibû binçavkirin.

Pêştir Muxtar Zarî bi tometa propagendeyên dij bi sîstema hikûmetî ya Îranê, ji aliyê dozgeriya bajarê Sine ve bi 1 sal zindan (teilîqî) û 5 salan di egera dubarebûna tawanan de, hatibû mehkûmkirin.

Muxtar Zarî ku endamê Yeketiya Demokratîk a Xwendekarên Kurdistanê ye jî, beriya niha bi 6 salan dîsa, di dema rêûresma duyemîn salvegera oxirkirina Îbrahîm Lutfulahî de beşdarî kirbû, bi midetê 3 mehan li odeyên taybet bi navenda îstixbarata Sine, hatibû binçavkirin.