Çalakvanekî medenî yê Kurd bi 30 meh girtinê hate mehkûmkirin

15:52 - 30 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî medenî yê Kurd xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê dadgeha bajarê Mehabadê ve bi 30 meh girtinê hate mehkûmkirin.

Li gor nûçegehaniya Ajansa Kurdpa, dadgeha parêzgeha Urmiyê hukmê du sal û nîv girtinê bo Pêşewa Salihzade ku ji aliyê taya duyê ya dadgeha Mehabadê ve hatibû dan serast kir.

Ev hemwelatiyê Kurd bi propagendekirina li dijî hikûmeta Îslamî ya Îranê û endametî bo yek ji partiyên siyasî yên Kurdî hatiye tometbarkirin.

\"28726.jpg\"
Pêşewa Salihzade bi 30 meh girtinê hate mehkûmkirin
Pêşewa Salihzade di meha Reşemeya sala 1393 ( Adara sala 2015)’an ji aliyê îdareya Îtila’ata bajarê Mihabadê ve hatiye destbiserkirin, û piştî 50 roj ragirtina di girtîgehên takekesî yên Îdareya Îtila’ata Serdeşt, Mehabad û Urmiyê, bi dana 150 milyonî bi awayekî demkî serbest hate berdan.

Ev yek ji endamên damezrêner ê “NGO Tîroj” a Serdeştê, û serperestê malpera nûçe “Şaro” ye.

Roja Înê, 03.07.1394, Bankîmon sekretêrê giştî yê rêkxirawa neteweyên hevgirtî,derheq binpêkirina mafên mirovan, di hikûmeta Îslamî ya Îranê de rapora nû bilav kir.

Bankîmon di rapora xwe de ragehand ku girtina çalakvanên medenî û siyasî di dewleta Rûhanî de her dirêjî heye.