Çalakvanê xwendekarî yê Kurd ji girtîgehê ve bo nexweşxaneyê hate veguhaztin

20:09 - 8 Çirriya paşîn 2015
ajansa Kurdpa: Çalakvanê xwendekarî yê Kurd ku xelkê bajarê Seqizê ye, ji girtîgehê bo nexweşxaneya “Bê’set” a bajarê Sinê hate veguhaztin.

Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Nûçegehaniya Kurdpayê, Serdar Perestar çalakvanê xwendekarî yê Kurd li taya zanist û lêkolînên zanîngeha Azad a Îslamiya Tehranê, bi merema wergirtina çareseriyên pizişkî, ji cihê destbiserkirina wî ku heya niha cihekî nediyar e, bi nexweşxaneya “Bê’set” li bajarê Sinê hate veguhastin.

Li gorî zaniyariyên çavkaniyeke haydar ku li bajarê Sinê ji nûçegehanê Kurdpyê re peyivî ye, dest û lepên Serdar bi kûrî birîndar in, û navbirî li ser textê nexweşxaneyê hatiye dîtin.

\"28946.jpg\"
Serdar Perestar
Serdar Peresta piştî vê ku li zanîngeha Azad ya bajarê Tehranê, Se’îd Celîlî berbijêrê posta serkomariya sala 1392’an a rejîme rexne kir, ji zanîngehê hate derxistin, û ji mafê domandina xwendinê hat bêparkirin.

Navbirî di dema ku xwendekarê têrma yekem a rişteya Kompiyûter a zanîngeha zanist û lêkolîn a Tehranê bû, heyva Pûşper a sala 1392’an, bo Komîteya Înzibatî hate gazîkirin û bi bê tu sedemek zelal û eşkere, pê hate ragehandin ku di têrma dahatî de, mafê nivîsandina navê xwe bona domandina xwendinê tunine.

Tê gotin ku di vê heyamê de navbirî 2 caran bo îdareya Îtila’ata bajarê Seqizê hatiye gazî kirin û lêkolîn jê hatiye kirin.

Çalakên xwendekarî li ser vê baweriyê ne ku dezgehên ewlehî ên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî pilandarêtî xwendekaran ji zanîngehan derdixin û wan neçar dikin ku welat bi cih bihêlin û ber bi welatên derve koç bikin.