Bûyerek kirêkarî mirina karkerekî Kurd bi pey xwe hişt
20:38 - 4 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd li Bokana Rojhilatê Kurdistanê, dema mijûlî kar dibe, nişkawe ji avahiyek 4 qatî dikeve xwar û demildest jiyana xwe ji dest dide.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanê bi navê Ehmed Elîvend (23) ku rûniştvanê bajarê Bokanê bû, dema kar-kirinê bi sedema bûyereke kar ji binayeke 4 qatî dikeve xwar û di heman demê de jiyana xwe winda dike.
Bi gotina şahidên bûyerê, wî karkerî bi sedema ketina asansorê ew jî pêre kevtiye xwar û jiyana xwe winda kiriye.
Çalakvanên karkerî ser vê baweriyê ne, rewşa karkerên Kurd li Îranê roj pey roj xirabtir dibe; nestandardbûna alavên karkirinê, mifahwergirtin ji amûrên kevin û naqis, xemsariya xwediyên kar (peymankaran) û herwiha şarezar nebûna kedkaran ji rê û resmên karkirinê, ji sedemên sereke ên qewimîna wan bûyeran tên hejmartin. Zêdeyî wan hemû gotinan, malbatên karkerên bûnî qurbanî jî, ji aliyê tu navendeke hikûmetî ên Îranê ve nayên piştevanî kirin.
Gorî bîlançoyên li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî qeydkirin, ji du mehên destpêka buhara evsal, 12 karkerên Kurd li Rijhilatê Kurdistanê, bûne qurbaniyên bûyerên kedkariyê.
Ji wan 12 kesane 10 kesan jiyana xwe jidest dane û 2 karker jî nivîşkan bûne.