Bûyera Kar li bajarê Sehne bû sedema birîndarbûna du kesan

20:21 - 9 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna butla gaza ne standard li kargeheke bajarê Sehne ya parêzgeha Kirmaşanê de bû sedema birîndarbûna 2 kedkarên vê kargehê.

Li gora rapora gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, roja Yekşemiyê 17’ê Xezelwerê bi sedema teqîna butla Istîlên a yek ji coşkariyên bajarê Sehne, 2 kedkar birîndar bûn.

Hêza teqînê bi qasekî bûye ku yek ji kedkaran ku kesekî temen 45 salî bûye, dest û piyên xwe yên rastê ji dest dane, û bo çareseriyê bo nawenda dermanî ya Kirmaşanê ku li 55 km vî bajarî ye,hatiye şandin.

Li gora vê yasayê, ew yekîneya berhemhîner a bazerganî ku kêmtir ji 10 kesan tê de mijûlî kar in, ji piştevaniya hikûmetî bêpar in, û bûyerên kar di kargehên bi vî awayî de, di nav amarên bûyerên kar yên ser bi pizîşkê yasayî de nahê tomarkirin.

Nûçegihaniya Îrna di vê derheqê de ragehandiye ku bi sedema nebaşbûna rewşa yek ji qurbaniyên vê bûyerê, bi balefirê ji bo Kirmaşanê hatiye veguhastin. Heya niha ku em vê nûçeyê belav dikin, nasnameya tu yek ji birîndarên vê bûyerê ji me re nehatine rohn kirin.