Bokan/ Rewş dijwar a jiyanê bûyera kuştina jin û mêrekî Pey xwe anî

19:52 - 26 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Bi sedema hejarî û xizanî, bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê û pirsgirêkên malbatî, roj pey roj civaka Îranê tûşî bûyerên diltezîn ên xwekujî û mirinên ne normal dibe.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan, welatiyekî taxa Mîrava a Bokan li rojhilatê Kurdistanê, bi sedema hejarî û tengavbûna jiyanê hember wî, destpêkê hevsera xwe dikuje û bi dûre jî dawî bi jiyana xwe tîne.

Wê çavkaniya agah ji bûyerê, nasnameya wî welatiyê Bokanî, Cemîl Mecîdî destnîşan kir ku piştî kuştina hevjîna xwe “Nermîn” bi xwe kuştinê re jiyana xwe winda kir.

Navenda otopsî (pizişk qanûn) a parêzgeha Urmiyê (Azerbaycana Rojava) ragihand: Di 10 mehên destpêkî ên evsal a Rojî de 33 kesan li wê parêzgehê bi derbên çeqoyan dawî bi jiyana xwe anîne ku gor sala borî sedî 22 zêde kiriye.

Xalid Tewekulî- Civaknas li Seqiza rojhilatê Kurdistanê ser vê baweriyê ye ku dema zext û givaşên aborî li ser xelkê bên zêde kirin û azadiya raman sînordar bibe, dê rewşa tundajoyî zêde bibe û pêkhateyên civakê hember yek û du dê penahê xwe bi tundî û bê exlaqiyan re bibin.

Ew civaknasê Seqzî derbareya rêçareya pirsgirêkên civaka rojhilatê Kurdistanê û kêm kirina cezayan de got: Baştirîn rêçare lidarxistina çalakiyên çandî e, (gerçî nayê vê hiviyê ku ev yek di piratîkê de bê cî bi cî kirin) lê divê li ser bê kar kirin ; bo wê armancê pêwîst e navendên medenî çalak bibin, ligel malbat, şexs û civakê bicivin û guhrtinê ser çanda berê de bînin, dema rewşa aborî a xelkê çêbibe û ew ciyawaziyên çînayetî ku li nav bajarên pêktên bên kêm kirin; hevdem dezgehên ragindin û çalakiyêçn edebî bikaribin gotinên çandî ên bibandor ser civakê hakim bikin, dê pêşiya bûyerên wiha yên diltezîn bên girtin.