Bo Pêşewa Qazî Mihemed

14:09 - 15 Nîsan 2014
Unknown Author
Rehman Coşen

Bi navê xwedê

Bi navê te ey Rêber

Bi navê kurdistana rengîn

Ey Qazî tu zengîniya dîroka Kurdayî

Tu senbola serbixabûn û rizgarîyê

Tu rojî, tu qet naçî ava ! tu roja rojhelatî

Tu şefeqa rona rojavayî

Tu ronahiya xebatê li bakurî

Tu mamostayê rizgarîyê li başurî

Ey Qazî tu qet namirî

Te vêda dan Evrên reş û tarî

Te got em dikarin û te karî

Te da me îrade û baverî

Te da me nav û nişan u pirozî

Te got me dîn û ayîn yanî welatperverî

Ey Qazî tu qet namirî

Te bi berxwedanîya xwe dujimin rû reş kir

Te bi gotine xwe dujimin bê sir û sitar kir

Te heybeta pûça van işkand

Te mere nekariye û nezaniye pelçiqand

Ey Qazî tu namirî

Çar Çira çend bextewer bû

Heya dema axirî ji her bal te bû

Ev roj , roja here nexweş a Kurdistana me ya kal bû

Ev roj, roja reş a Welatê te bû

Ev roj, roja hejîna çiyayê welatê te bû

Ev roj, roja giryana dar û zinarên Kurdistanê bû

Ey Qazî tu qet namirî

Sitêrka te her roj geştir dibe

Ala te her roj bilindtir dibe

Mezinatiya te her roj berçav tir dibe

Soza te her roj mere rast tir dibe

Ey Qazî tu namiri

Em sûnd dixwen bi navê te

Te çand, emê bidron

Te hilkir, emê geş kin

Te raçand, emê ava kin

Te got, emê bikin

Te dest pêkir emê tevaw kin

Ey Qazî tu qet namirî