Birîndarekî serhildana Mahabadê jiyana xwe ji dest da

22:08 - 29 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Birîndarekî serhildana Mahabadê ya ku beriya niha bi 53 rojan, bi sedema mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî birêve çûbû, jiyana xwe jidest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Akam Telac yek ji birîndarên xepêşandana ku 7`ê Gulanê 2015`an li Mahabadê birê ve çûbû, piştî derbasbûna nêzî du mehan li nexweşxaneya ÎmamXumênî a bajarê Urmiyê jiyana xwe jidest da.

Yek ji endamên Malbata birîndarê bi navê Akam Telac ê rûniştvanê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê tevî piştrastkirna şehîdbûna wî, di hevpeyvînekî ligel ajansa Kurdpa ragiohand: Îro 29`ê hezîranê di demekê de ku Akam Telac ew 53 rojbûn ji ber derba guleyên hêzên leşkerî û ewlekarî ên Îranê dinaliya, jiyana xwe winda kir.

Gorî nûçegihanên herêmî hikûmeta Îranê ji tirsa serhildana dubera ya bajarê Mahabadê cenazeyê wî ciwanê Kurd radestî malbata wî nake.

Gelê Mehabadê bervar 7/5/2015`an, di bertekdan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî ku xwe ji qata 4 a otel Tara avêtibû û dawî bi jiyanê anîbû, çalakiyên nerazîbûnê lidarxistibûn. Di dawiyê de ew çalakî bi serhildanê hatibûn guherandin.

Di encama serhildanê de beşek ji Otela Tara şewitîbû, kesek hatibû kuştin, bi dehan kes birîndar bibûn û hejmerek zor jî hatibûn binçav kirin.