Binçavkirina hemwelatiyekî Kurd li Nexedeyê

15:06 - 9 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya ne aramiyên Mehabad û rojhilatê Kurdistan de, welatiyekî sivîl li Nexedeyê jî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hat binçavkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çend roj berê niha, hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê, hevwelatiyekî Kurd yê bi navê Emîr Pîrûtî xistin binçavan.

Bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan, navbirî bi tometa alîkarîkirin li gel partiyeke Kurd a opozisyona hikûmeta Îranî ve hatiye binçavkirin.

Wê çavkaniyê di berdewamiya gotinên xwe de îşare bi vê yekê jî kir: Rexma pêdeçûna malbata Pîrûtî li ser destbiserkirina wî ji aliyê navenda Ewlekarî ya Nexedeyê ve, hîna çarenivîsa wî nehatiye zelal kirin.

\"26445.jpg\"
Emîr Pîrûtî
Herwiha ji ber desta sibeha roja borî, hêzzên leşkerî yên ser bi hikûmeta Îslamî ya Îranê, dest bi binçavkirina hemwelatiyên Mehabadî kirin e.

Heya niha nasnameya çend kes li kemwelatiyên Mehabadî yên hatinî binçavkirin, gihîştine berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa ku dê nûçeyên pêşiya mede dê bên belakirin.

Roja pêncşemî 7`ê gulanê, hemwelatiyê Kurd ên Mehabadî, xwepêşandanek (bi mebesta mirina bi guman ya Ferînaz Xusrowanî) hember otel Tara ya wî bajarî lidarxistin. Wê xwpêşandanê bi berteka tund ya hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îranê re rû bi rû bû û di encamê de şer û pevçûn derket holê.

Hemwelatiyan di wê meş û çalakiya nerazîbûnê de daxwaza darizandina encamder û sedemên mirina wê keça ciwan a Mehabdî kiribûn.