Bila Serdeşt bibe bajarê sulh û aşîtiyê

22:12 - 21 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku tenê çend roj mane bo salvegera kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê , çalakvanên sivîl ên wî bajarî bi belavkirina peyamekî, daxwaza guhertina navê Serdeştê bi bajarê Sulh û aştiyê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çalakvanên sivîl ên Seredeştî di nêz bûna 28`emîn salvegera Kîmyabara wî bajarî a ji hêla rejîma rûxandî ya Baas ve, tevî daxwaza guhertina navê Serdeştê bi bajarê Sulh û aşîtî, ji hemû gelên Îranê xwestin ku li gel karesata wî şarî aşina bibin.

Wan çalakvanên Serdeştî ragihandin:“Em û şêniyên bajarê Serdeştê hewil didin bi guhertina navê wî bajarî bi bajarê sulh û aşîtiyê, bala herkesekî bikişînin bi ser karesata li wir qewimî. Em bi wî karî dixwazin êş û azara kêmendamên bûyera Serdeştê bigihîn in guhê gelên cîhanê û bidin zanîn ku gelê Kurd di domdêrêjiya dîrokê de hertim qurbaniyê destê dîktatoran bûye.”

\"27029.jpg\"
Di berdewamiya wê peyamê de hatiye: “Me biryar daye bi belavkirina peyama guhertina navê Serdeştê bi bajarê aşîtiyê, hevdiliya xwe ligel wijdanên hişyar ên cîhanê bidin xuyandin.

Çalakvanên siwîl di dawiya peyama xwe de ji hemû gelên Îranê dxwazkirin, bi wan re bibin yek da kanibin bajarê Serdeştê bikin bajarê sulh û aşîtiyê.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.