Bila em ji kurdistanîbûna bajarên xwe xwedî derbikevin

15:54 - 8 Nîsan 2013
Unknown Author
Mecîd Cinîkanlo

Li madeya 62, 63 û 64’ê a peymana Sêvr de ku ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hate girtin, bas ji avakirina dewleta Kurdî ya serbixwe li herêma Mûsilê hatiye kirin! Li gorî vê Peymanê Kurd piştî

Mixabin yek ji siyasetên herî qirêj yên desthilatdarên zal bi ser Kurdistanê de, bê nasnamekirina bajarên Kurd akincî û dana nasnameyekî xeyrî Kurdî bi wan bajaran e. Serdemekê eger Kurdan xwastiban navenda herî bihêz ya Kurdistanê nav bibin, bêşik û guman, navê Mûsilê dianîn ser ziman. Lê îro rojê Kurd xwe Mûsilê bi bajarekî Erebî didin nasandin. 

Nebûna Siyasetekî baş û bi pilan û bername, hemû bûne sebeb ku Kurd parekî zaf ji Xaka Kurdistanê ji dest bidin. Ev axa ku bi salan bav û kalên me ji bo wê xwîna xwe dan û bi dehan hizar Kurd li ser parastina vê nasnameyê hatin Kuştin û hatin dûrxistin. Eva ku rast e û Kurd dibe dersê ji van karesatan werbigirin, ev e ku carekî din wan şaşiyên berê ducarî nekin, belkî hemû hêz û rêxistinê Kurdî li derveyî hemû siyaset û nakokiyên navxweyî divêt li ser parastina axa Kurdistanê hevhizr û hevxebat bin. 

Kerkûk wek bajarekî Kurdîstanî ku bi salan Kurdan ji bo parastina nasnameya Kurdistanîbûna vî bajarî xwîn dan û berxwedanî kirin û bi hezaran ciwanên Kurd seba parêzgarî ji vê nasnameya Kurdî canê xwe gorî kirin, îro rojê bi awayekî zor sade û li ser esasê berjewendiyên take kesî û partiyên siyasî ketiye nav rewşekî herî aloz û Kurd renge bi zehmetekî zaf bikarin careke din ev bajarê ku bi xwîna Kurdan hatiye avdan, li destê şovînîstan rizgar bikin. 

Bajarek ku ji aliyê Mela Mistefayê Barzanî ve wek dilê Kurdistanê hatiye binav kirin. 

Her wek me li hilbijartinên vê dawiyê yên herêma Kurdistan û Îraqê de dît, seba nakokiyên nav refên hêzên Kurdî li başûrê Kurdistanê, Kurdan bi rihetî parek mezin ji dengên xwe ku dikarin belgeyeke din ji bo nasnameya Kurdî ya vî bajarî ban, li dest dan û tu kes û partiyeke Kurdistanî başûrê Kurdistanê xwe li hemberî vê yekê sebebkar û berpirsyar nizane?! Mistefa Kemal Ataturk dibêje: bila bi sedan ciwanên Turk bihên Kuştin, lê bihostek ji xaka me kêm nebe, çimku dayîkên Turk bi sedan ciwanên Turk ên din dê bînin dinê, lê hemû dayikên Turk nikarin yek buhost xakê ji bo me bînin. 

Kurd ne wek Neteweyek dagîrker, û ne wek Kemal Ataturk, belkî Kurd xwediyê xaka xwe ne û naxwazin xaka tu kesekî jê bistînin. Kurdan bi salan ji bo vê xaka pîroz qurbanî dane û nasnameya Kurdistanîbûna wan bajaran bi xwîn û xebata xwe dane nasandin. Pêka hemû sened û belgeyên dîrokî ev bajar xaka Kurdistanê ne û Kurd bi hezaran salî ye ku li ser vê xakê dijîn.

Niha dewleta nejadperest a Turk û Komara Azerbaycana bakûr bi pîlan û bernameyan û bi piştevaniya madî ji hin girupên Turkên Îranê, li hewla kirîna xaka Kurdan li parêzgeha Azerbaycana Rojava de ne. 

Li gorî nûçeyan bername û pîlana kirîna xaka Kurdan li parêzgeha Azerbaycana Rojava û bi taybetî li 4 bajarên Urmiye, Selmas, Xoy û Makûyê, bi awayekî sîstimatîk didome û parek mezin ji xaka Kurdan ji aliyê Turkan ve hatiye kirîn! Eger em mêzeyî demografiya bajarê Urmiyê bikin, bi rohnî ji bo me xuya dibe ku ew bajarek Kurdistanî ye. 

Nêzî 80% ji gund û herêmên ser bi bajarê Urmiyê, ên Kurdan in, û di nav bajar de renge Kurd û Turk beramber bin. Di rastî de piroseya bênasnamekirina bajarên Kurdan piroseyek e ku bi salan ji aliyê rejîmên dagîrker ve tête meşandin. Rejîmên dagîrker bi mifahwergirtina ji amraz û dirav bi hemû awayekê dixwazin bajarên Kurdan ji wan bistînin.

Di vê navberê de hêzên dagîrker û faşîst li hewla dagîrkirina bajarên Kurdan de ne. Siyaseta giştî ya desthilatdarên Turk li Komara Turkiyê peydakirina sînorekî hevpar li gel Turkên Îranê ye. 

Eger em mêzeyî xerîte û cuxrafiyaya Kurdistanê li çavkaniyên berê da bikin, sînorê Kurdistanê li Komara Azerbaycan û Ermenîstanê dest pê dike, û her wek em dizanin û li dîrokê de heye, Kurdan li sala 1927’an de Komareke serbixwe li Soviyeta berê hebûn ku li nava Kurdan de bi Kurdistana Sor hatiye nasîn.

Lê sed heyf û mixabin ew Komar jî seba berjewendiyên derekî têk çû, û dîsan Kurd ketne ber êrîşa dagîrkeran. Îrorojê piştî salan jinavçûna Komara Kurdistana Sor sed heyf û mixabin Kurdan bi çi awayekê ji bo nasnameya Kurdistanî ya wan bajar û herêmên xwe ku parek ji axa bav û kalên me ye, xebat nekirine û bigre li nava kêm Ji xerîteyan de ev beş li xaka Kurdistanê dihê berçav girtin.

Li rastî de siyaseta paşekişeya hertimî ya Kurdan û dest berdan ji xaka Kurdistanê bûye sebeb ku Kurd rojbirojê parek ji axa xwe ji dest bidin, axek ku Kurdan ji bo vê bi salan xebat kiriye. Li piraniya çavkaniyên Îranî û derekî herêma bi nav Azerbaycan wek parek ji axa Kurdan hatiye naskirin. 

Ehemd Kesrewî nivîskarê Turk li pirtûka xwe ya bi navê “Şehriyaranê gomnam” dibêje ku pêştir Kurdan li herêma Erdebîlê dewletek bi navê Mosafiryan hebûne ku zêdetir Ji 300 Salî desthilatdarî kirine! Her wisa piraniya navên herêmên Erdebîl û Tevrêzê Kurdî ne. Bo mînak navê Tevrêzê li zaravayê Kurmancî ya bakûrê Kurdistana Îranê bi wateya bajarekî rêk û serber tê. herweha Tavrêj, yan Tevrêz li zmanê Kurdî de tîştekî zaf xûya û diyar e û wateya vê rohn û eşkere ye.

Mezintirîn çiyayên herêma Tevrêzê wek Sehulan (sebelan) ku bi wateya çiyayê bûzê ye, û Sehend ku nawenda hêz û desthilatdariya Rewadiyan bûye navên kurdî hene. Lê dîsan kurdan tucarî negotine ku ev bajar, bajarên kurdanin yan bajarê kurda bûne! Lê sed heyf û mixabîn seba nebûna pîlan û bernameyekî rohn ji aliyê kurdan û bi taybetî hêz û partiyên kurdî roj bi rojê xaka kurdistanê hatiye qetandin û îro rojê me parek mezin ji xaka xwe ya pîroz ji dest daye. Nebûna vê hevdengiyê li nava partiyên kurdî û bêdengiya medyaya kurdî li hemberî pîlanên neyaran, bûye sebeb ku neyarên me bi rihetî pîlanên xwe bidomînin. Eger em mêzeyî coxrafiya û dîroka herêma Azerbaycana Rojava bikin, xûya ye ku ev herêm hertim xaka Kurdan bûye û Kurd xwediyê sereke yê vê xaka pîroz in.

Li praniya van bajaran navên Kurdî û Evêstayî xûya dikin û navê piraniya çiya û cihên din yên herêmê bi kurdî ne. Herwek em dibînin ku navê Makûyê li navê Madan, navê Xoyê ji çiyayên bi “xwê” çêbûyî yên derdora wî bajarî, navê Selmasê li Selemastê anko bi wateya bayê hênik ê sibêdehiyê hatiye wergirtin.

Lê pirs ev e ku gelo çima partî û rekxistinên rojhilatê Kurdistanê li hemberî van bajaran bêdengiyê dikin û her car bi hêcetekê li hember pîlanên dujminên Kurdan û neteweya me bêdengiyê dikin? Gelo berjewendiyên hizbî li serweyî berjewendiyên neteweyî ne? Mixabin kêmtir ji TV û medya’ya kurdî de bas ji nasnameya kurdistanîbûna van bajaran dikin û gelek ji medyayên Kurdî, seba hin berjewendiyên hizbî van bajaran, bi kurdistanî nizanin. Bajarek ku serhildana xanê lepzêrîn, Simkoyê şikak û cihê ji dayîkbûna rêber û serdarê navdarê kurd Dr. Qasimlo ye. 

Kurd û partiyên kurdistanî divêt karesata Mûsil û Kerkûkê wek dersekê ji dîroka me wergirin û îznê nedin Urmiye wek Kerkûk û Mûsilê ji nasnameya xwe ya kurdistanî dûr bikeve û parek dinê ji xaka me dîsan ji me bihê wergirtin. Divêt ku em xelkê xwe li kurdistanê ji pîlanên ku li hemberî wan bajaran de hene, haydar bikin û bêşik û guman, medya kurdî dikare rolekî herî berçav hebe. Erkê li ser milê nivîskar û rewşenbîrên neteweya me ye ku li ser nasnameya kurdistanî ya wan bajaran kar bikin û xelkê me bi her awayî ku dibe haydar bikin. Bê guman neteweya kurd bi xaka kurdîstanê netewe ye, û eger em xaka xwe ji dest bidin neteweya me jî ji nav diçe.