Bicihkirina kamerayan li şeqam û kolanan welatî dilgiran kirin

16:18 - 20 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi karanîna kamerayên pêşkevtî ji aliyên karbidestên hikûmeta îslamiya Îranî ve, li cihên veşartî yên şeqam û kolanê bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, nîgeraniya şêniyên wî bajarî bi pey xwe hişt.

Li gor rapora ajans nûçegihaniya Kurdpa, polîsê hatûçû û terafîka Merîwanê, pirosesa bikaranîna kamerayên hişmend di wî bajarê de anîye warê piratîkê de. Heya niha li wir 2 cihên qerebalix yên hatin û çûyînê kontirol dibin.

Piştî du salên din bi awayekî giştî, tevahiya bajarê Merîwanê yê bi rêya wan kamerayên jêr kontrola“navenda Manîtorîng” ve yê bikeve jêr çavdêriyê de.

Hemwelatiyekî li ser wê mijara (bikaranîna kamerayan bo kontrolkirina bajarê Merîwanê), ji peyamnêrê Kurdpa re got: Merîwan bajarekî biçûk e, Pêwîst nake bi wî awayê hestiya bê kontrolkirin; sedî sed ew senariyoyek hikûmetî ye ku dixwaze bi wî awayekê veşartî, rêbazên xwe yên siyasî birê ve bibe.

Welatiyekê din jî di vê derbareyê de, ji peyamnêrê Kurdpa re ragihand ku ew mijareke siyasî û ewlekarî ye û viha pêda çû: Bêguman aramnca polîs tirsandina çalakvanên sivîl e da nikaribin meş û mîtingan lidar bixin û çalakiyan birê ve bibin.

Her girêdayî meseleya jorîn, Kerîm Hesenvend, birêveberê terafîka Merîwanê bi malpereke herêmî re gotiye: Ew kamera bo 24 saetan hatine bikaranîn û tiştên hatinî zevt kirin heya 6 mehan nayên pakkirin. (sabit dimîn in)
Merîwan di wan salên dawî de wek navendeke çalak ya Medenî li Kurdistanê tê hejmatrtin ku 25 sal in berdewan çalakiyên çandî û jîngehparêzî birve dibe.

Pêştir li Paweya Rojhilatê Kurdistanê jî, ew kamerayên hişmend hatbûn bikaranîn ku piştî vê ew nûçe ji aliyê ajansa Kurdpa ve hatî belavkirin, şaredariya wî bajarê kamera berhev kirinibûn.