Bi yeketiya neteweyî azadî pêkane

Asya Abdulah


Li rojavayê Kurdistanê bi serkeftina şervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê roj bi roj cih li çeteyan teng dibe. Ji ber wê jî wekî berazên ku nikarin berê xwe bizivirînin, bi çavkorî êrîşî her derê dikin.

Çeteyên ku bi hemû hêza xwe dixwazin êrîşê Kurdistanê bikin û hemû destkeftiyên bi bedêlên mezin pêk hatine tune bikin; li Rojava têk çûn. Mînaka vê têkçûnê ya herî dawî Kobanê bû. Li Kobanê li hemberî hovîtiyeke bêsînor keç û xortên kurd dîroka qehremaniyê nivîsandin.

Li wê derê, ya ku bi ser ket ne hêza hovîtiya bêsînor, hêza mafdar û îradî bû. Tevî piştgiriya hêzên ku ew cinawir afirandin jî; bawerî û israra şervan û lehengên kurd a ji bo serkeftinê, bû sedem ku cîhan ji têkçûneke dîrokî re şahidiyê bike. Her wiha bû sedem ku vîna ji pola ya Tevgera Azadiyê li cîhanê îsbat bibe.

Di van rojên dawî de li hemû eniyên şer ên derdora Kobanê, gelek serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ên heyî jî hemû ji kesên ku bi darê zorê ji gundên derdorê kom kirine pêk tên.

DAIŞ’a ku li Rojava derbên giran xwar niha berê xwe daye başûrê Kurdistanê. Diyar e ku heta jê were dê êrîşên xwe zêdetir bike û bi taybetî cihên ku çeteyan xwe lê bi cih kirine ji bo êrîşê bi kar bîne. Hemû gelên cîhanê dizanin ku ev projeyeke navdewletî ye û rola jê re hatiye dayîn dilîze. Bi bikaranîna îslamê hewl tê dayîn ku êrîşên DAIŞ’ê meşrû werin nîşandan. Mînaka vê yekê ya herî şênber kiryarên li dijî kurdên êzidî ye.

Bi hezaran jin û zarokên êzidî hê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne û her cure kirinên bêexlaq li ser wan tên pêkanîn.

Ketina çeteyan a gundek, taxek, navçeyek û bajarekî Kurdistanê, dibe sedem ku temenê vê hovîtiyê dirêj bibe. Ev yek tê wateya berdewamkirina kuştin û hovîtiyê. DAIŞ li ku ji xwe re derfet û cihek bibîne dê ji bo êrîşê bi kar bîne.

Ji ber wê divê ku hemû kurd bi ruhê neteweyî nêzî hev bibin û ji bo têkbirina vê belayê bi hev re têbikoşin. Divê ku destûr nedin axa Kurdistanê ya qedîm, a ku bi xwîna sedhezaran şehîdan hatiye avdan qirêj bibe.

Ji bo ku hevgirtineke xurt a di navbera kurdan de pêk were, kongreya neteweyî şert e. Ger ku ev kongre çend sal berê pêk hatibûya dibe ku di warê parastina hevpar a parçeyên Kurdistanê de di serî de Başûr rewşa hemû hêzan ji niha baştir bûya. Ji ber vê yekê divê ders ji dîrokê û bûyerên salên dawî were girtin. Pêkanîna kongreya neteweyî dê ji bo hevqebûlkirina kurdan û nîqaşkirina nakokiyên navxweyî bibe mîladek.

Ger ku em bixwazin pêşî li komkujiyên wekî Şengalê û êrîşên ku li dijî Kobanê û tevahiya Rojava pêk hatin bigirin divê ku em ji bo pêkhatina kongreya neteweyî bi awayê herî cidî û encamgir bixebitin.
Divê ku destûr nedin sedemên biçûk li pêşiya yekitiya gelê kurd bibin kelem. Lewre di tu serdemek de kurd bi têkoşîna xwe re ewqas nebûne yek.

Di tu pêvajoyeke dîrokê de destkeftiyên ewqas mezin çênebûne. Ji bo ev destkeftî her û her mayînde bimînin divê ku ruhê di têkoşîna hevpar a gelê kurd de li hemberî DAIŞ’ê derket pêş bi kongreya neteweyî ya kurd were sazûmankirin. Îro ji her demê zêdetir şert û merc ji bo lidarxistina vê kongreyê guncav in.

Jêder: Azadiya Welat