Bi sedema nebûna pere bo alîkariya xwendingehê, xwendevanekî xwe kuşt

20:07 - 28 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendevanekî xelkê bajarê Şino, bi sedema kêmbûna pere bo xwendingehê, piştî gefkirin li malbata xwe, xwe xendiqand.

Li gor nûçegehaniya Ajans Kurdpa, ew xwendevanê xelkê bajarê Şinoyê, bi navê Hawrê Qadirşivan, xwendevanê pola şeşem dawî bi jiyana xwe anî.

Nûçegehanê Ajansa Kurdpa di vî warî de ragehand, xendevanê han ji aliyê berpirsên xwendingeha bajarê Şino ve hatibû agehdar kirin, ku dibe pere bo alîkariya xwendingehê bînin. Malbata wî xwendevanî jî bi sedema hejariyê, şiyana dana vê perê nebûye û ji aliyekî din ve ji aliyê berpirsên xwendingehê ve zext û givaş xistine ser wî xwendevanî ku dibe ev pere bîne.

Nûçegehaniya Ajansa Kurdpa ragehand: Dema ku malbata wî, sibehiyeke zû diçine kerkariyê 5000 tûmenî didine Hawrê, ku bo xwendingehê bibe, lê navhatî dibêje ku pere kêm e û berpirsên xwendingehê dê min der bikin, û ez jî dê xwe bikujim. Piştre mixabin navhatî xwe dikuje û dawî bi jiyana xwe tîne.

Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa berê jî nûçeya xwekuştina xwendevanê han bilav kiribû.