Bi sedema agirberbûnê di bajarê Serpil û Zehawê de zêdetir ji yek hiktar ceh û genim şewitîn

17:55 - 23 Gulan 2020

Roja Înê, 22`ê Gulanê, bi hegera agirberbûn bi bilindahiyên gundê “Zerîn Çûb” a bajarê “Serpil û Zehaw”ê, zêdetir ji 1 hiktar ceh û genimê xelkê gundê “Elyas Mehmûd”, şewitîn.

Fermandariya bajarê “Serpil û Zehaw”ê di hevpeyvîneke xwe de digel Nûçegihaniya “ILNA”ê ragihand: “Bi hegera agirberbûnê zêdetir ji 1 hiktar ceh û genimên xelkê gundê “Elyas Mehmûd”ê şewitîn.

“Muhebbet Cemalîniya” herwisa ragihand: “Welatiyên wan gundan, bixwe hewla temirandina wî agirî dabûn ku bi wan îmkanatên kêm ew kar kiribûn, lê di dawiyê de 1 hiktar ceh û genim di wî agirî de şewitîn”.

Bajarê “Serpila û Zehaw” di rojavayê parêzgeha “Kirmaşan”ê de ye û zêdetir ji 90 hezar kes di wir de dijîn û bi qasî 44 kîlometran sînorê hevpar digel “Herêma Kurdistan”ê heye û zêdetir ji 88 hezar hiktar çavkaniyên sirûştî û daristan û çêrîngeh hene.