Bi mesajan gef ji malbatên çalakvanên siyasî tên xwarin
21:59 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Ew demeke li Sineya rojhilatê Kurdistanê bi şandina nameyên kurt ji aliyê navendên ewlekarî yên wî bajarê ve, gef ji malbatên çalakvanên siyasî tên kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demên borî de navendên ewlekarî li Sineya rojhilatê Kurdistanê bi gefxwarin ji malbatên çalakvanên siyasî, ji wan dixwazin ku mirovên xwe bînin Îranê.
Vê derbareyê de yek ji wan malbatan ji ajansa Kurdpa re gotiye: “Ew nêzî 20 salin xortekî me tevlî partiyeke siyasî bûye. Ew li halê hazir li Ewropa jiyan dike.”
Kesekî nêzî wê malbatê û xizmê çalakvanê siyasî jî wê der bareyê de anî ziman: Me bi navendên ewlekarî re gotiye ku mirovê me niha girêdayî tu aliyên siyasî nîne û li Ewropa jiyan dike. Lê wan neagahiya xwe li ser vê yekê dan xuyandin û em xistine bin zextan.
Têkildarî heman mijarê, çavkaniyeke agah ji ajansa Kurdpa re ragihand: navendên ewlekarî yên Îranê li Sine agahdarê vê yekî nînin ku piraniya kesên tevlî partiyên siyasî bûnî niha li welatên rojavayî jiyan dikin, lê serbarê wê yekê jî hikûmet zerxtan dixwe ser malbatên wan.
Wê çavkaniyê ewa jî eşkere kir: Navenda ewlekarî bi kurtenameyan malbatên wan çalakvanên siyasî dixin bin zextan.
Beşek ji wan malbatan ji peyamnêrê kurdpa re gotine: Naveroka wan nameyan gefxwarin e û ji wan hatiye xwastin ku mirovên xwe wergerînin welatên wan.
Li aliyê din peyamnêrê Kurdpa nasnameya çendîn malbatên ku xizmên çalakvanên siyasî ne eşkere kiriye ku ji aliyê navendên ewlekarî yên Îranê ve, zext û givaş li wan hatine kirin. Lê ajansa Kurdpa nasnameya wan bi awayekî nehêniyê diparêze.
Pêştir jî Îclal Qewamî, çalakvanê Kurd ê mafên mirovan ji ajansa Kurdpa re ragihandibû: “Hejmarek nameyên kurt ji aliyê wezareta Îstixbarat ve bi çalakvanên sivîl û çalakvanên mafên mirovan têne şandin û gef ji kesên taybet tên xwarin.
Qewamî eva jî diyarkiribû ku ew kurtename hewleke bo rûxandina kesayetiyan ku di demên ciyawaz de tên şandin û gef ji wan tên xwarin.