Bi dehan Azerî di bajarên Azerbaycanê de hatin binçavkirin

21:02 - 10 Çirriya paşîn 2015
ajansa Kurdpa: Meşên nerazîbûnê ên Turkên Azerî li parêzgehên Bakûra Rojavaya Îranê, ketin ber tundûtîjiyan û bi deshan kes tê de hatin destbiserkirin.

Li gorî nûçeyên ku gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, di roja derbazbûyî de ku li hinek bajarên Bkûrê Rojavaya îranê meşên nerazîbûnê seba bêrêziya nawenda deng û renga Îranê bi Azeriyan çê bibûn, gellek ji hemwelatiyên nerazî ku dimeşê de pişikdar bûn, ji aliyê hêzên Lîbas Şexsî û hêzên taybet ve hatine binçav kirin û bo cihek nediyar hatine veguhaztin.

Yek ji malperên Azeriyan bas ji destbiserkirina 50 kesan dike û herweha “Uyan Niyûz” ji diêje ku amara girtiyan li bajarê Mişkîn Şehrê, 3 kes, Erdebîlê pitir ji 10 kes, Parsabad ya Moxanê nêzîk bi 20 kes û li bajarê Urmiyê jî 14 kes daye zanîn.

Di meşa Tewrêzê de hêzên ewlehî êb Komara Îslamî bona belavkirina xelkê nerazî ji agaza çavan a Rondik hîner mifah wergirtine û herweha ji rêya hêzeke taybet ve pir ji xelkê nerazî xistine.

Eva di demekê de ye ku di çend salên derbazbûyî de nawenda deng û renga Komara Îslamî, çendîn caran derheq bi netewên Îranê dest avêtine bêrêzî û sivikatiyên curbicur û eva jî bûye sedema nerazîbûna netewên Kurd, Ereb, Turk û Belûçan.

Nerazşbûnên salên 1385 û 1392’an a Turk û Loran, mînakên herî berfireh ên wan nerazîbûnan in.