Bêserûşûnkirina helbestvanekî ereb li Ehwazê

21:42 - 25 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbasbûna zêdeyî 75 rojan re, li ser binçavkirina helbestvanekî ereb (ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê ve), hîna çarenivîsa wî nehatiye zelalkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ehmed Hezbawî helbestvanê Ereb ê Ehwazî ku buhara îsal ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê li şûna karê xwe hatibû binçavkirin, hîna çarenûsa wî nehatiye diyarkirin.

Ew welatiyê erebe ê rûniştvanê Îranê, bi sedema wesifandina bi helbestan a operasyona welatên yekgirtî yen ereb (bahoza micid) bi ser Husiyên Yemenê, hatiye binçavkirin.

Herwiha gorî çavkaniyên agah ên nûçeyan li Ehwaza Îranê, ew welatiyê ereb bi derb û lêdanan re rû bi rû mabû.

\"27058.jpg\"
Ehmed Hezbawî helbestvanê ereb ê Ehwazî
Rexma serdana malbata Hezbawî bi navendên ewlekarî, heya niha tu zanyariyek ji aqûbeta wî bi dest nekevtiye.

Herwiha neronbûna çarenûsa wî helbestvanê ereb, dilgiraniya malbata wî bi pey xwe hiştiye.

Gorî gotina çalakvanên mafên mirovan ên Ehwazî, zext û givaşên hikûmeta Îranê bi ser helbestvan, çalakvanên sivîl û siyasî ên ereb, roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe. Heya niha bi dehan ji wan çalakvanan di girtîgehan de dimîn in.