Beşdariya hunermendên şanoya Kurdî di festîval navneteweyî ya şanoya Kurdî li Diyarbekirê

15:31 - 16 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa: Hejmarek ji hunermendên parêzgeha Kurdistanê di sêyemîn fetsîvala navneteweyî a Diyarbekira Kurdistana Tirkiyê de beşdarî kirin.

Piştî birêveçûna 12’emîn festîvala şanoya Kurdî li meha Îlona îsal de li bajarê Seqizê, bi amadebûna girûpeke şanoyê ya Diyarbekir, lêjneya birêveberiya festîvala Diyarbekirê, du şanoyên “Çirîkey Waran”, ji derhînana Nîlofer Qel’eşaxanî, û “Xew erayê zewîn” ji derhînan Husna Qubadî bang kirine da ku di vê festîvalê de berhemên xwe ên şanoyî bibin ser dikê.

Îsma’îl Paşayî birêveberê 12’emîn festîvala şanoya Kurd a Seqizê bi nûçegihaniya ÎRNA ragehand: “Berhema şanoyî ya Dr. Qutbedîn jî di vê festîvalê de wê beşdar be. Ew festîval jî wê heya heşt rojan berdewam bike, û di vê festîvalê de xeynî girûpên beşdar ên Kurdistana Îranê, çendîn girûpên şanoyî ên Kurdistana Başûr jî wê beşdar bin.

Paşayî bas ji vê jî kiriye ku di vê festîvalê de çendîn vorkşopên fêrkariyê wê bi rê ve herin, ku beşek ji karên wê, wê li stûyê Dr. Xosrew Sîna û Rehîm Ebdulrehîmzade ji hunermendên xwedîşiyan ên Kurdistana Îranê be.