Berûyên Zagrosê dîsa bûn rejî+ Vîdyo

16:55 - 6 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Agir pêketina deverên Îlama Rojhilatê Kurdistanê, zirareke mezin gihand daristanên Zagrosê û xwezaya zinarên Kurdistanê bi kirîzeke micid re rû bi rû hişt.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Krdpa, di du rojên borî de zêdeyî 100 hektar ji darên berû ên zincîre çiyayên “Şilem” li Îlamê, di nava guriya agir de man.

Navçeyên “Erxewan” “Hanîwan” û “Milpenco” tûşî şewatê bûn û bi sedan darên berûyan di nava agir de bûn rejî.

Ew agir li halê hazir bi alîkariya şêniyên deverê û hejmarek aliyên hikûmetî ve hatiye vemirandin, lê bi sedema nebûna alîkariyên hewayî û rêxistinên pêşkevtî yên vemirandina demildes a agir, ew çalakî dereng û hêdî hatiye encam dan.

\"26873.jpg\"
Şewata berfereh li daristanên Zagros li Îlamê
Hêjayî gotinê ye Encûmena Kes a Çiya li Merîwanê jî bo vemirandina wî agirî bi awayekî lezgîn xwe gihanidiye Îlamê û di çalakiyê de beşdarî kiriye.

Çavkaniyeke agah li Îlamê ji peyamnêrê Kurdpa re ragihandiye: Wî agirî zirareke mezin gihandiye ajalên deverên Îlamê û xweza û ekolojiya wir bi kirîzeke micid re rû bi rû hiştiye.

Bi gelemperî di bûyerên wiha de sebebên mirovî û xemsarî ji sedemên sereke ên qewimandina şewatan tên hesibandin.

Pêwîste bê gotin nûnerê bajarê Dêhloranê li Parlamentoya Îranê (li ser vê bûyerê) bi tundî rexne ji dewlet, saziyên jîngehparêzî û çavkaniyên xwezayî girt, jiber ku rexma wergirtina budceya zêde, zor bi derengî di vemirandina agir de alîkar derketine.

\"26872.jpg\"
Şawata roja pênşemiya borî li Serwava
Peyamnêrê Kurdpa li deverên din ên Kurdistanê jî ragihandibûn ku agir pêketina hefteya borî xisareke gelek mezin gihandibû dar û berên wê deverê. Di wê şewatê de daristanên “Rûdbar” şewitîbûn û zêdeyê 4 hektar ji panahiya wê deverê di nava guriya agir de ji holê rabibû.

Endamên Encûmena Gîzîvanên xwezayî agirê zozanên Koçereş divemirîn in

Derdorên Sine û çiyayê “Koçereş” jî duh tûşî şewatê bibû ku bi awayekî lezgîn hatibû vemirandin. Ji xisarên gihîştî vê deverê heya niha agahiyek bi dest nekevtiye.