Berpirsê Berê Yê Dezgeha Dadwerî Ya Îranê Vedigere Welatê xwe

12:34 - 16 Çirriya paşîn 2011
Mehmûd Haşimî, Wezîrê Berê yê Dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îrnê, van nêzîkane dê vegere bo welatê xwe anku Iraqê.

MaLpera Sibay li ser zimanê Mehmûd Bexdadî, Berdevkê Deftera Şahrûdî belav kir ku Şahrûdî yek ji merceên Şîe ye û mafê îctîhad li ser destê Mihemed Baqir Sedr vergirtiye.
Berdevkê deftera Şahrûdî herwiha got, ger Şahrûdî vegere Iraqê, piştevanî ji tu alî û girûpekê nake û nakeve bin givaşa tu kesî.

Mihemed Haşim Şahrûdî sala 1948-an li Necefê ji dayîk bûye û yek ji damezirênerên Partiya Deiwe ya Iraqê ye.

Navbirî sala 1979-an li serd daxwaza Mihemed Baqir Sedr, weke nûnerê wî diçe
Îranê û li wir pêwendî bi navenda Wîlayeta Feqîh digire.
Şahrûdî bo heyamê 8 salan berpirsê Dezgeha Dadwerî ya Hikûmeta Îslamî li Tehranê bû.