Berhemên Hesen Zîrek ser taze hatin bilav kirin

13:43 - 29 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Sitranên Hunermendê navdarê Kurd “Hesen Zîrek” ku ji aliyê “Qadir Nesîrîniya”(Qadir Zîrek)hatine pêdaçûn kirin, wek pirtûkek çap û bilav bû.

Pirtûka han 400 Sitranan ji xwe digre,62 Meqam bi zaravê Soranî,2 Meqam bi zaravê Hewaramî,1 Heyran,8 berhemên Farisî û 3’ê Sitranên Turkî ji xwe digre û ji aliyê dezgeha “Ana “li bajarê Tehranê hatiye çap û bilav kirin.

berhema “Nale Şikêne”bo cara 4’ê li pêdaçûnek nû de hatiye çap û bilav kirin û gelek wêneyên taybetî yên “Hesen Zîrek”li pirtûkê de hatine çap kirin.

Qadir Nesîrîniya bi malpera “Sîrwan”ragehand: Hesen Zîrek Sitrana Kurdiya Lorî a “Daye Daye Wextê Cenge”a hunermend Riza Seqayî gotiye û li berhemên xwe de nave 62 gund û bajarên “Tehran, Bexda, Rom, Birlîn, Hewlêr, Kirmaşan, Bokan, Xuremava”û hin ji asevarên kevnar yên Kurdistanê aniye.

\"12303.jpg\"
Hesen Zîrek di sala 1921’a rojî li gundê “Hermêle”a ser bi bajarê Bokanê ji dayik bûye û seva zîrekiya xwe bi hesen zîrek hatiye naskirin û li temenê zarokatiyê de Şagirdê Şofirê Tirombêlan bûye.

Zîrek di sala 1967\'an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê stranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.

Di havîna sala 1968\'an de li nêzîkî bajarê Bane li \'Kanî Mela Ehmed\' çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabieyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje,

\"Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim.\"

Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: \"Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî şêrpenceya kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.\"

Hesen Zîrek di roja 28 Hezîranê de (li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 26e û li gorî hinekan jî 24 e) sala 1972\'yan de koça dawî kir û xatir ji me xwest û dengê xwe yê xweş ji me re bi cih hêla. Di dema mirina wî de Mîdya û zarokên wî û Rabîe li bal bûne. Berî ku bimire ji pêşnimêjê Bokanê re gotibû ku gava ku ez mirim min li Çiyayê Naleşikên veşêrin. Li ser kêla li ser sîngê wî wiha dinivîse: