Berhem Elî: Mehabad û medyaya Silêmaniyê

16:04 - 14 Gulan 2015
Unknown Author
Erê ew çalakvan , rewşenbîr, nivîskar, sernivîser û jêrnivîserên di hemû bûyerke başûr, bakur û rojavê Kurdstanê de, derdiketin ser cadeyên Silêmaniyê û kampaniya radigihandin, bi kûde çûn?

 Tevî ku heta niha çîroka rast û piştrastkirî ya bûyerê nehatiye belavkirin, lê berî bûyera xwekuştina keçka kurd a Mehabadî (Ferînaz Xusrewanî) û ew xwepêşandan , alozî û tundûtîjiyên li Mehabadê û hinek bajarên din ên Rojhilat Kurdstanê biqewimin, min berdewam ji hevkarên xwe yên rojnamevanên Silêmaniyê re digot: “Bila li Rojhilatê Kurdstanê (Kurdistana Îranê) tiştekî mezin û ne asayî biqewime ; kurd têde bibin qurbanî, wê demê derdikeve ka medyaya Silêmaniyê çiqas azad e û heta çi astê di bin bandor û hewl û hewesa desthilatdarên Silêmaniyê de ne.”

Gelek caran di hinek bone (helkeft) ên taybet de, ligel hevkarên xwe ji rojnamevanên Silêmaniyê diketim gotûbêj û dansatanê de, derbarê wê cografiyaya medyakarên Silêmanî bo (azadiya rojnamegerî û azadiya raderbirînê) di Herêma Kurdistanê de (ji aliyê xwe ve) diyarî kirine û bi gotina wî û wan dike, hemû carê gotûbêj bidawî dihat, em her du alî li ser nêrîna xwe rijd bûn û nedighan lihevkirinekê, wan digot li Silêmaniyê û Zona Kesik (ku amajeye bo navçeya ku pêgeha YNKê li zêde ye), azadiya rojnamegerî û raderbirînê rûbereke wê ya berfireh heye, lê li Hewlêrê û Zona Zer (navçeyên ku pêgeha PDK lê zêde ye) tiştek bi navê azadiya rojnamegerî û raderbirînê nîne. Min jî ew yek red dikir û rijd bûm li ser wê yekê ku ew cografî û cudahiya wan her du navçeyên ku ew behis dikin, tenê wehm e û wan baweriyeke wiha ji xwe re dirust kirine û ketine bin bandora pêleke bê bingeh a medyaya navxweyî ya wî bajarî, eger na, çi cudahiya di navbera her du Zon an de ye, li her du Zon an, sînorek bo azadriya rojnamgerî û raderbirînê heye, li her du aliyen jî heta astekê rêgirîirin, kuştin, îşkencedana rojnamevanan û avêtin li ser dezgehên medyayî û serkutkirina azadiya rojnamegeriyê di rojevê de ye, tenê ew nebe ku medyaya Silêmainiyê bi hemû cureyan (Bînîn, Bihîstin û Nivîskî) herwiha bi cudahî, çi ew ên ku xwe bi taybet û serbixwe û bêalî dizanin û çi ew ên ku bi fermî û binebin partî ne û çi ew ên ser bi baskên hizbî ve ne, hemû di jîngeh û bazinekê de karê medyayî dikin ku jê re dibêjin hejmûna (desthilata) Îranê li Silêmaniyê, rast e ew hejmûn bi hukmê dîrokî û cîrantiyê û bi xwesteka desthilatdarên Silêmaniyê drust bûye û destpêkê destê medyakaran têde nebû, lê xweşî be yan tirşî be, hemû medyakar di wê bazneya sor de kar dikin û bi ti tiştekê jê dernakevin, belgeya herî nêzîk û diyar jî ew bû, ku medyaya Silêmaniyê kêmtirîn girîngî bi bûyerên Mehabadê da, mêjiyê wan birin, nikarîn bi yek nûçe yan gotarekê serdana wan bûyerên Mehabadê bikin. Bila em li nav Mehabadê bigerin û vê pirsiyara girîn bikin: Erê ew çalakvan , rewşenbîr, nivîskar, sernivîser û jêrnivîserên di hemû bûyerke başûr, bakûr û rojavayê Kurdistanê de, derdiketin ser cadeyên Silêmaniyê û kampaniya radighandin, bi kûde çûn?

Çima nediwêrîn di bûyerên Mehabadê de xwedan gotin bin? Ditirsim ew dibînin ku xelkên Mehabadê ne kurd in? Niha derket ku hinek xelk ne bê bextbûn dema gumana wan ji kampaniyayên berê û serpereştiyarên wê hebû!

Ji bilî kampaniyayan, pirsyareke din dikim: Li navçeyên di bin desthilata PKK, PYD û YNK de, li ber dergehê sera Silêmaniyê hejmarek xelk xwestin xwepêşandaneke hêmin rêbixin, wek hevsoziyekê bo xelkê Mehabadê, lê ji aliyê asayiş û çekdarên ser bi wan her 3 aliyên ku min navê wan anî ve, rêgirî li wan hatibû kirin, hejmara herî mezin a medyayê Silêmaniyê ne diwêrîn tenê nûçeya rêgirîkirin li wan xwepêşandanan jî belav bikin, bi rastî ev medyaya serbixwe û bêalî û taybet a Kurdistanê ye? Eger wiha be karesat e.

Ji wê yekê jî karesatir ew e ku, gelek ji wan medyayan, ne tenê bangeşeya bêalî û serbixweyî dikin, lêbelê beramberî medyayên din, xwe bi profeşnal dizanin, eger profeşnalin, divê ew bizanin ku belavkirina nûçeyek, gotarek, reportajek, babeteke rojnamevanî derbarê bûyerekê de wek a (Ferînaz Xusrewanî) û bajarê Mehabadê, ti dijatiyeke Îrana cîran têde nîne, tenê wiha ye ku bûyereke li parçeyekî girîng û bajarekî dîrokî yê Kurdistana mezin çêbûye û tu wek medyakar tenê bûyerê wek xwe belav dikê, bêyî ku tu alîgiriyekê bikê bo her du aliyên arîşeyê, ev jî ne kufir e bo medyayeke taybet û serbixwe û profeşnal!
 
Sernivîserê Heftenameya Bas

BASnews