Bender Ebbas / karkerik ciwan li rafîngeha(Palawgeh-palayeshgeh) neftê de xwe kuşt

22:44 - 19 Kanûna Paşîn 2014
Ajanda Kurdpa: Yekik ji karkerên rafina Neftê ya guhirkariya gaz bi avkî(Meyean)a Sitarêyê Xelîcê Fars(stêrka kendava Fars) li şarê Bender Ebbas de xwe kuşt.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja borî de ciwanik 24 salî bi navê Hûşeng Behramî ku yekik ji karkerên rafîngeha nefta Sitarê Xelîcê Fars bû, bi xwe darda kirinê kutayî bi jîna xwe anî.

Ev ji welatiyên mihala Bazeft li parêzgeha Çar mihal û Bextiyarî bû ku li şarê Bender Ebbas de dixebitî.

\"17909.jpg\"
Heya weşana vê raportê, hegera bingehîna xwekujiya vî karkrê ciwan nekivşe.

Li sala îsal de bi hegera rewşa xiraba ekonomî û enfilasiyona li sedem vê, karker ketine naw rewşik bi kirîz û bandorên hundiriyê psîkolojîk jî gorekî hindê zêde kirine ku sedemên berçav negirtiyên mîna xwekujî, pisgirêkên psîkolojîk û derb xistin bi kesên dor û bera xwe, bi dû ketiye.

Bi gotina bisporên civak, 3 hegerên ekolojîk, kesîn û kesayetî, ser xwekujiya mirov şûn hene ku hegera 1ê li wan salên dûmayikê bi hegera bingehîn li xwekujiya hevwelatiyên Îranê derketiye holê.

Gorekî statîstîkên sentera lêkolînên duxtoriya dadweriyê, %28 ji xwekujiya ciwanan li nawbenda 18-24 saliyê dene.

Li sala 1391a rojî de , 3640 kes ji sedem xwekujiyê canê xwe ji dest dane.