Bêhurmetiya bi werzişkarekî Mehabadî, hêrsa Kurdên Urmiyê li pey xwe hebû

14:18 - 26 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bêhurmetiya hinek ji alîgirên tîpa walîbala şaredariya Urmiyê bi lîstikvanekî Kurd ê vê tîpê, pêleke nerazîbûnan di malperên civakî de, li pey xwe hebû.

Li gora rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, leyîza di navbera du tîpên walîbala “Bankê Sermayê” ya bajarê Tehranê û şaredariya Urmiyê, ku li yarîgeha “Elxedîr” ya vş bajarî de bi rê ve çû, bêhurmetiya hinek ji alîgirên tîpa şaredariyê bi lîstikvanekî xwedî ezmûn ê vê tîpa werzişî li pey xwe hebû.

Di leyîza roja Çarşemiya borî de, dema ku yek ji endamên malbata Ferhad Pîrotpûr bi kincên Kurdî ve di yarîgehê de berhev bibûn, digel bêhurmetiya hinek ji alîgirên vê yaneyê berbirû bûn, û ew kiryara wan, bû sedema hêrsa Kurdan.

Ferhad Pîrotpûr di 2’ê Reşemeya 1369 (1991)’an de ji dayîk bûye, û lîstikvanê tîpa bijardeya neteweyî ya Îranê ye jî.

Nûçegehaniya Kurdpa ragehand ku Ferhad piştî lîstikê, dixawst girêbesta xwe tevî vê tîpa werzişî helweşîne, ku piştî daxwaza lêborînê û navbeynkariya lîstikvanan, bitaybetî lîstikvanên Turkên Azerî ji biryarên xwe peşîman bûn.

Herwisa Ferhad Pîrotpûr di gotûbêjekê de tevî mîdyayên navxwe bas ji seredana berpirsê şaredariya Urmiyê û çend kes ji endamên şêvra bajar bo aliyê xwe kiriye, û ragehand ku weke xwe tu gilî û gazindeyek li ser wan çend kesan nîne.

Tîpa werzişî ya şaredariya Urmiyê, di wê lîstikê de karîn bi birina 3 sêt di hemberî yek sêtî de, bi ser tîpa “Banka Sermaye” serkevin.
Piştevanî ji wî lîstikvanî di malperên civakî de dengvedanek berfireh hebû, bi awayekî ku di vê derheqê de Kempêynek bi navê “Em şermizar bûn, Qehreman!” pêk hat.

Di dirêjiya rapora nûçegehaniya Ajansa Kurdpa de bas ji rûnştinên taybetî ên şaredariya Urmiyê li ser bûyerên roja 29’ê Rezberê hate kirin, ku heya niha tu nawendeke hikûmetî bi awayekî fermî dijkiryar ji xwe nîşan nedaye.

Ji aliyekî din ve, piraniya karpêkerên malperên civakî, tevî şermezarkirina kiryara roja Çarşemiya derbazbûyî, daxwaz ji ciwanên Kurd kirine ku di lîstika pêşerojê ya şaredariya Urmiyê de, bi lixwekirina kincên Kurdî û bi gotina dirûşmên “kincên min şûnasa min e” piştevaniya xwe ji Ferhad Pîrotpûr û bêzariya xwe ji çêkirina duberekiya di navbera Kurd û Turk de nîşan bidin.

Biryar e ku hevwelatiyên Kurd bi armanca şermezarkirina vê karê qirêj yê ku derheq bi malbata Pîrotpûr hate kirin, roja Yekşemiyê 1’ê Çiriya Paşîn, bi kincên Kurdî derkevine ser şeqaman.

Li gora rapora giheştî -ku nûçegihaniya “Kurdpa” rastiya vê raporê piştrast nake- sedemên serekî yên bûyerên vê dawiyê yên Urmiyê, kesekî bi navê Mihemed Elî Çîrenganî, birêveberê rewşa naskirî bi tevgera neteweya Azerbaycana Başûr û tevgera bîdarî ya Azerbaycana Başûr e.

Berê jî rêûresma alîkarî û rêzgirtin ji kesên bitemen yên bajarê Neqedê bi sebeba êrîşa çend matorsiwarên pantuk ve hatibû hilweşandin.
Parêzgeha Azerbaycana Rojava, bi heşîmeta zêdetir ji 3 milyon kesî ve, heştemîn parêzgeha pirr ji heşîmet a Îranê tê hesabkirin, ku ji neteweyên Kurd, Tirk, Aşûrî û Ermenî pêk tê.

Li gora amarên ne fermî, neteweya Kurd ji sedî 65 a heşîmeta vê parêzgehê pêk tîne.