“Bêhrûz Alxanî hat darvekirin”

16:41 - 26 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Li gor raporên weşyayî, hukmê darvekirina girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha Urmiyê de hatiye cîbecîkirin.

Li gor ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibêdeya îro çarşemî, 26’ê Tebaxa 2015’an, Bêhrûz Alxanî girtiyê siyasî yê kurd li girtîgeha “Derya” ya Urmiyê de hatiye îdamkirin.

Darvekirina Bêhrûz Alxanî yê xelkê Kûhsar a Selmasê ji aliyê “Nawenda Berevankarên mafê mirov ya Kurdistanê” û ji zarê endamên malbata Alxanî hatiye erêkirin.

\"28483.jpg\"
kes û karên Bêhrûz Alxanî li pêşberî girtîgeha nawendî ya Urmiyê de kom bûn
Roja borî jî kes û karên Bêhrûz Alxanî li pêşberî girtîgeha nawendî ya Urmiyê de kom bûn.

Hewildan û cehdên ajansa Kurdpa lid or têkilîkirina bi parêzer, bira û malbata Bêrûz Alxanî û haydarbûn ji rastî û durustiya vê nûçeyê, mixabin bêencam ma.

Birêvebirina hukmê îdama wî girtiyê siyasî ê 30 salî li halekê de ye ku roja borî û li pey veguhastina Bêhrûz ji benda giştî bi benda takekesî ya girtîgeha Urmiyê, rêxistina Lêborîna navneteweyî bi weşandina daxuyaniyekê ji rayedarên Îranê daxwaz kir ku demildest hukmê darvekirina vî çalakvanê siyasî ê kurd bidin sekinandin.

Bêhrûz Alxanî bi nivîsîna dadnameyekê, bas ji îşkence û azardana xwe ji aliyê meimûrên ewlehiya girtîgehê ve kiribû.

Li 7’ê Rêbendana 1388’an de Bêhrûz li bajarê Selmasê de hat binçavkirin û bo midehê 18 mehan li odeya takekesî ya îdareya Îtilaata Urmiyê de hatibû ragirtin û paşan ji aliyê çiqa yek ya dadgeha “Înqilab” a bajarê Urmiyê bi tometa hevkarî bi yek ji partiyên neyar ên hikûmeta Îslamî ya Îranê û kuştina dozgerê bajarê Xoy, bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Wî bi tewahî tometa kuştina dozgerê bajarê Xoy red kiriye.