Behmen Qubadî: Hêvîdarim ku Kurd ji vê kirîza herêmê mifahê werbigre, û bibe yekparçe

20:40 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Behmen Qubadî, derhînerê navdar ê Kurd, di kongireyeke medyayî de, ji nûçegihanê Îtalî re gotiye: “Hêvîdarim Kurd ji vê kirîza herêmê mifahê werbigire û bibe yekparçe”.

Li gor nûçeyên ku gihane Ajansa Kurdpa, Fîlma”hin caran çav li aliyê serê bike” ji derhîner “Behmen Qubadî” li çarçoveya komek ji fîlmên “çend gotinek digel Xwedê (Words With Gods) di nimayêşeke taybet de li bajarê “Torîn”a Îtaliyaê de hate nîşandan, û wî derhînerê Kurd bi rêya Skypê di gotûbêjekî ji medyayên wî welatî re ragehand û di bersiva pirsyarên derbarê nimayêşa “Alaya bê Welat” nûtirîn berhema xwe a di asta cîhanê de got: “Yekem nimayişa vê fîlmê di meha Beframbara 2016’an li welatê Amerîkayê de yê destpê bike û piştre jî yê di welatên din yên cîhanê de yê bê ser ekranê”.

Nûçegihaneke Îtalî ji “Behmen Qobadî”pirs kir ku îro roja Alayê ye û we jî fîlma xwe li jêr navê “Alaya bê Welat” çê kiriye û wî derhînerê Kurd jî di bersivê de got: “Îro yek ji girîntirîn rojên neteweya Kurd e, her çi qas ev neteweya zilim lê hate kirin, heyanî vê demê ala heye, lêbelê erdê xwe digere. Bi awayeke siroştî di destpêkê de dibe ku welat dirûst bibe, piştre ala bo bê çêkirin, Lêbelê kurd ala heye, û xûyaye ku berê jî dewlet hebûye, lê welatê wan winda bûye, û di vê dema niha de jî li pey welatê xwe digere.”

Qubadî di doma axavtina xwe de got: “Hekî balê bidine ala Kurdistanê, li navxwe de çar parçe heye ku “roj”a di nav de beşek ji wan çar parçan ji xwe girtiye, û herwiha sîtavkên wê rojê jî 21 heb in, û ji bo min vê wateyê dide ku li destpêka dehikên 21’an de dibe ku Kurd yekgirtî be, û çend sale jî ji ser wan dehikan derbaz dibe û ev yeka çê nebûye û dibe ku di yek yan du salên din de, ev yeka çê bibe û Kurdistneke xweser bi taybet di Îraqa Îro de pêk bê”.

Rojnamevanê Îtalî derbarê alozî û bûyerên wê dawiyê yên Kurdistanê pirs kirin û Qubadî jî di bersiva wan de got: Dibe ku gelê Kurd hemû bibe yekdeng, û hekî Kurd nebe yekdeng, û di warê îdeolojî de nagihîje bi wî sînorî, qet nikare xwe bigihîjîne sînoreke cûxrafî.

Derhenerê Kurd “Behmen Qubadî” di dawiya vê hevdîtinê de got: Heyanî ku sînorên mejî û sînorên îdeolojî yên xwe nekine yek, nikarin welatê xwe dirust bikin. Her bi vê hêviyê Kurd dibe ji vê kirîza niha a herêmê mifahê werbigre, û bibe yekparçe”.