Bedrîya Xanim (Yadê Şêrînê)..

14:01 - 6 Şibat 2013
Unknown Author
Çeto Omerî

Dayê ez qurban, ma ezê çawa bikaribim te yad bikim yadê heyranê! Ewqas qêrîn tune ye ku bikaribe hawara nava dilê min derxîne. Qeşa cemed û zivistana cîhanê nikare agirê nava dilê min bitemirîne. Ez xemgîn îm, ma ezê êdî derdê xwe ji kê re bêjim ez bi qurbanê?! Dinya vala bû anê, bêyî Te jiyan rawestîya. Rêwîngiya ku ji Stilîlê a Nisêbînê destpêkir ma wê li zivistana Swêdê biqedîya rebenê yadê.

Tu dizanî yadê, ji niha û pê ve em bûn kurdên Swêdê. Ma êdî ezê çawa bikaribim Te û Pêşmerge li goristana Firidhema Goteborgê de bihêlim û herim ciyekî din?! Ax dayê, min xwest ku ez te binivîsînim. Ma gotin dikare te bibêje? Ma dê kîjan alfabe û gotinên ferhengan têr bike ku ez qala Te bikim! Na yadê na. Ez nikarim Te binivîsînim!

Gava em birçî dibûn, tî dibûn, nexweş diketin, ji kabûsek an jî xewnek nebaş, bi tirs şiyar dibûn, me xwe davêt germahiya himbêza te! Dayik weke Xwedê bi rûmet û bi qûdret e. Xwedê Teala bi welidandina dayikan jiyan dide jîndaran. Dibêjin di navbeyna dayîk û zarokan de girêdanek mûcîzeyî hey e. Gava tiştek bi serê zarokan de were, dayîk çikas dûrbin jî di nava dilê xwe de his dikin, ji wan ve xwanê dibe. Gava ez hatim girtin û heta sibê li qerekolê min lêdan xwar. Min bihîst ku di heman demê de tu bi êş û hawarekê şiyar bû ye.

Li vira dixwazim sipasiyek taybet ji bo te û bavê min Pêşmerge re bikim, ji ber ku we herduyan jî tu carî li hember xebata me ya kurdînîyê derneketin, berevacî we me teşwiqî xebata welatperweriyê kirin. Gelekî bêrîya Te dikim! Ez bavê du zarokan, piştî çûyîna te xwe sêwî his dikim dayê! Ev sêwîtîya min, bêrîkirin û hesreta dîtina çavên te yên bi rehme yadê! Ez dizanim ev çûyîna te hîna nû ye. Her ku wext derbas bibe dê hesreta te jî bibe bizotek agir û nava singa min bisewitîne!

Ma ezê çawa ji bîr bikim; her carê ku min digot anê wa ye ez ber bi we de têm, hetanî ez digîhaştim Te xwarin amade dikir. Her çiqas min bigota yadê ez ne birçî me jî, lê Te dîsa dixwest ku em ji xwarina te bixwun. Ya na dilê Te rehet nedibû. Yadê, ma êdî kî dikare wan xwarinên Te çêke? Ger çêkbikin jî, ma kî dikare tahma destê te bide wan xwarinên ku hêjayî pesinandinê ne yadê qurbanê!

Ma êdî tu çîroka xweşiyê yî, an jî siltana bîranînên me yî! Tu destana hêlîna seranserê jîyana me, an jî Tu hesreta dilê me yî! Dayê Tu stûna yekîtiya malbatê û mêzîna adaletê bû. Ciyê te herdem bi rêz girtin, hezkirin, hisret û bi dîmenên rojên herî xweş û geş ji nava hêlîna dilê me derneyê!

Yadê, ma kî dikare bi wan kenê Te yên ji dil, bi rûgeşî pêşwazîya me bike!? Tu pira li hevhatinê ya navbeyna me û Pêşmergeyê bavê me bû. Yadê tu dilovanîya me, tu hevparê xeman, tu şîrîkê kêfxweşî û xemgîniya me bû. Tu xemxwar û şîretvanê me bû, erê Bedriya Xanim tu dayika me ya şêrîn bû.

Dayê, ma qey nayê bîra te jîyana metropola Edenê, te ji serê sibê de, ji bo 9 kesan taştê amade dikir. Piştre xebata nava erd û çandîniyê li gel me dikir; dor seat yekê nîvrokî dema xwarna nîvrobû û tu diçû malê firavîna me çêdikir û ji mera tanî, pîştî nîvro dîsa li gel me karê çandinî û çinînê heta şîvê dikir. Em tevde diçûn malê, lê te ji me ra şîva êvarî çêdikir. Erê dayê cil şûştin, firax şûştin, paqijîya malê û xizanî. Lê me tu car gazindek ji devê te nebihîst.

Bi hatina Cunta Faşîst ya 12 îlona 1980`yî, êdî cîh û warên me li me teng bû û em çûn Serêkanîya Serxetê. Piştî demekê êdî me berê xwe da welatekî xerîb û hatin Swêdê welatekî sar weke Sîbîrya`yê. Li gor zehmetî û belengazîya welat, Swêd jîyana me rehettir kiribû. Li mala ku em tê de bûn, ava germ kêmnebû, li malê firne û ocaxa elektrîkê hebû, şûştina cilan êdî bi destan nebû, ji ber ku mekîneyên cil şûştinê hebû. Belê dayê, belku hebûna wan tiştan, piçekî barê te kêm kiribû, lê bawer bike, min her car hisreta welat di nava çavên te de didît. Erê dayê, ‘‘Bilbil xistine qefesa zêrîn, dîsa gotiye ax welatê min!”

Bedriya Xanim, Tu dayikek weke hemû dayikên kurda bû. Di şexsê te de hemû dayîkên kurd ku çûne ser dilovanîya xwe ez bi aramî bibîrtînim.

Di dilê Te de, ciyê hezkirin û mirovatî hebû yadê qurbanê! Dilê te ji bo zarokên xwe, hêlînek weke deşta Mêrdînê bû! Oxir be dayê, oxira Te a xêrê be û ber bi bixûşta rengîn be! Xwedê Teala, Yezdanê Dilovan û Rebbê jorîn bila bi mizgîniya bihuştê te şad û bextewar bike! 

Dayê Xwedê Teala û Yezdanê Dilovan bila hezar carî ji Te razî be! Sipas dayê, sipas ji bo ked û xebat û zehmetîyên ku Te ji bo me kişandî!

Tu bi asûdeyî razê anê qurbanê, em pirr ji te hez dikin û tu carî te ji bîr nakin!