Bê rêzî kirin bi welatiyik din yê Yarsan li girtîgehê de ku wî 3 caran hewla şewitandina xwe li hemberî parlemana Îranê dabû

12:34 - 26 Îlon 2013
Ajabsa Kurdpa: Welatiyekî Yarsan ji xelkê şarê Heştgêrda Kerecê ku 3 rojan hatibû girtin, ji aliyê ajan û berpirsên girtîgeha Tehranê bi amanca sivikatî kirin bi bîr û bawirên wî welatî simbêlên wî tiraşîn.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, heftiya bihurî yekik ji pêrewên ola Yarsan bi navê “Sefer Ferecî” 27 salî ji xelkê Heştgirda Kerecê ji aliyê 4 ajanan û herwisa berpirsê girtîgeha şarê Teharnê bi zore milî simbêlên vî lê dan.

Vî welatiyê Yarsan ragihand, mebesta ajanan û berpirsên girtîgehê ji lêdana simbêlên min bê rêzî kirin bi ola min bû.

Sefer Ferecî li midê heftiya borî de 3 caran xwest xwe ber derê meclisa Îranê agir berde bedena xwe, lê xelkên dor û ber rêgiriya vî karî ji navbirî kirine.

Bi dû hindê ku Kiyûmers Temenak li girtîgeha sêntrala Hemedanê bêrêzî pê hate kirin, 3 welatiyên dine Yarsan bi navên “ Hesen Rezevî ji xelkê Hemedan, Nîkmer Tahirî ji xelkê Sehna Kirmanşan û Mohammed Qenberî ji Qezvîn”ê agir berdan bedena xwe û canê xwe ji dest dan.

Her wisa paşî li 9ê heyva Xermanana îsal welatiyik ji kurdê Yarsan bi navê “ Elî Eşref Rehmanî “ bi hegera bê rêzî kirna kar bidestên girtîgeha Hemedan bi Kiyûmers Temenak, ber derê meclisa Îranê hewla xweşvitandinê da û paşî ji aliyê hêzên asayişê hat girtin.

Ev bêrêziya berpirsên girtîgehê bi Kiyûmers Temenak, ne bi tinê xweşevitandina wan 3 welatiyan lêket belku welatiyên Yarsan ber derê parêzgeha Kirmanşan xwenîşandanik bo protesto kirinê bi rê birin.

Hevdem senterên hukûmiyên Îranê ne bi tinê çi giringiyik bi wan xweşevitandina welatiyên Yarsan nedan, belku rojnanama “ Cam ê Cem”a çapa Tehran li rûpera kutayiya roja yekşema 13ê Gelawêja xwede bi weşandina Karîkatorik ser li nû sivikatî bi wan 4 welatiyan Yarsan kiriye.
Ola Yarî li yasaya bingehîna Îranê de bi fermî nehatiye nas kirin û li wan çend salên borî de mîna “ taximik olî” binav kiriye û eva jî protestoya peyrewên vê Olê û her wisa Ehmed Şehîd, rêportêrê taybetê rêxirava UN bo karobarên mafê mirov li Îranê bi dû xwe aniye.