BDP: EM GUH NADIN LÊPIRSÎNAN

14:59 - 17 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Partiya Aşîtî û demokrasiyê li Kurdistan Tukriyeyê dide xuyanê ku ewna guh nadin lêpirsînan û yê karên xwe ên Partiya BDP’ê dewam bikin.

Li gor malpera TRT’ê a Turkiyeyê, Kişanak lêpirsîna li dijî kongreya BDP’ê hatî vekirin rexne kir.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak hinceta lêpirsîna derbarê kongreya BDP’ê ya ku dawiya heftê hatî kirin rexne kir û got em dê xebatê xwe bimeşînin û kesî qiweta viya çi nîne ku me ji karê xwe bisekinîne.

Gultan Kışanak got: \" Ji bo me tu qimeta lêpirsîna kû hatî vekirin tune ye.\"

Kişanak wiha axifî: \"Rojek şûnda bilez lêpirsîn hat vekirin. Me ji çapemeniyê bihîst. Em ê bi awaye biryarder di riya xwe de bimeşin. Ji bo me tu qimeta lêpirsîne tune ye.\"