Baweriya Kakeyî (Yarsan)

15:03 - 8 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Felekeddîn Kakayî

Ji bo nasina her ol û bawerî û rêbazekê felsefî û çandî û hwd, baştirin rê evê ye ku guhdarî xudanê wê ol û baweriyê bê kirin, hita ku xwe bi xwe bide nasandin, her weku mirov ji kesekê nav û nîşana wî bipirse. Evê şertê bingehî yê qebul kirina hevdu ye. Wekî ku ew dibêjîn wusa qebul bikin.

Piştî evê ku me nasnama û rebaza her ayinê zanî, wêca em dikarin bêne ser babetên dinê û û wana ber bi vekolina xwe bêxin û bîr û raya xwe diyar bikin. Ka em çiqas qebul dikin û çiqas napejirînin. Bê guman li bîr û baweriya olî da qebul nekirin zehmet e, eger tiştek têda hebe ku dur ji yêktaperstî û xudêperestî, an jî bi temamî tev pîvana giştî ya civakî hevnegire. Ji ber ku ya girîng evê ye ku her kesek û her civatek azad e di bîr û baweriya olî ya xwe û şêweya xudêperestî û rê û resmên wana da.

Civata mirovatiyê ber bi damezrandina exlaqekê nû yê cîhanî li ser bingeha hevdupejirandin û lêborîn û azadî ya bîr û baweriyê, pêşve diçe.

Niha em rû be rûyê baweriyeke olî li Kurdistan û Rojhelata Navîn in, ku hita niha derheqa wê da bi kêmî hatiyê axavtin, bi xasima pêyrevavên vî olî, ango Kakeyiyan bi xwe jî, bir û hizrên xwe bi kêmî beyan kirine.

Loma her ji ber vê di destpêkê da dipirsin gelo ev nav ji kîve hatiye? Dîroka peydabûn û belavbûna wî olî çi ye? Cihê ku lê peydabûyî, kîdere ye? Felsefe û bawerî û rê û resmên vî olî kîjan in? Çavkanî kîjan in?

Di dumahiya vê gotarê da lîsta navên çavkaniyên girîng vê gotarî hatiye nivîsandin, ku du pişk in. Yêk, çavkaniyên ku pêyrevavên ola Kakeyî û giringtirin pirtukên ku ji aliyên wan va hatine çapkirin, dudo pirtukên ke ji aliyê ne Kakayî hatine nivîsin, lê belê hita qasekê cihê pesend kirina Kakeyiyan e.

Min cehd kiriye, ku di vê gotarê da, zêdetir bi zimanê wan bîr û baweriya wana rayîxime ber çavan. Ji ber ku armanca min evê ye, ku vê olî bi gora ku heye nîşan bidim.

Her wusa emê behsa felsefa Kakeyiyan (Yarsan ) di derheqa xelkên din û ol û ayînên wana da jî bikin.

Cehwera baweriya Kakeyî evê ye ku hemu ol û çand û ziman û reng her weku hene bêne qebul kirin û nabe bîr û baweriya çu kesê û civatekê bi xirabî bibînin. Damezrenerên ola Kakeyî usa dibêjin: \" Xwe xirab û kêm bizane, xelkê ji xwe baştir bizane.” Vêca ew xelk Kakeyî bin yan jî biyanî bin. Ew şîret ji baweriya cihanbîniya navdar û felsefeyê “Donawdon” (Kirasgorin, Rênkarnasyon) ve hatiye, emê di xalên dinê yê vê gotara xwe da li ser bisekinin.

a) Koka Navê Kakeyî

Pêyva Kakeyî hem jî bo yêk kes û hem jî ji bo civatê tê gotin. Loma li cihê pêyvên Kakeyiyan yan jî Kakeyetî bi tenê pêyva Kakeyî bi kar tînin. Ev zaraveyê jî bahra pirtir di İraqê da hatiye nasin. Lê li Îranê da zêdetir bi “Ehlî Heq” tê nasin. Di hinde welatên dinê bi navên dinê tê nasin. Li Afxanîstan û Pakîstanê da bi navê “Zikrî” tê nasin. Naveroka wî navê ango “derwêşî” ye. Lewra emê di vê gotara xwe da navê Kakeyî ( Yarsan) an jî bi tenê Kakeyî bi kar binin…

Mana wan pêyvana

Yarsan (Yaristan) ji du pişkan çêdibe. “Yar” navekê ji navên Kakeyî ye û nasnavê Sultan Sehak e, her wusa bi mana xoştevî û mêhrîbanî ve, navekî kevnê Xudê ye, bi zaravê Goranî (Hewremanî ya kevn). Her wusa bi mana dost û hevkar tê zanîn.

Em dibînin ku pêyva mêhrîban jî yêk jî manayên “Yar” e. Evê jî rastiyekê dîrokî destnîşan dike, ku damarên baweriya Yarsan (Kakeyî ) ji ola here kevn Mêhrperwerî (Mitrayî) û Zerdeştî ve tên. Li wêderê da “Mêhir” bi mana roj, ronahî, xoştevî, biratî hatiye. Her wusa “Mîtra” xudayê soz û ragirtina rastî û peymanan e. Lewma her niha jî Kakeyî nabe soz û pêymanên xwe, çi li hemberi hev û çi li hemberî xelkê bişkênin.

Gelek rê û resim hene ji bona danîn û çespendina hevsoziya pêymanên navxweyî, vêca bi kesî yan bi civatî be. Her wusa dibê li beranberî biyaniyan jî rastgoyî bin. Ev jî me dibe ser felsefe û şîretên ola Zerdeştî ku hertim pêgîr dibe li ser rastî û dirûstkarî û rastgoyî ku dibêje: Rastî, yasa ya cewhera cîhanê ye.

Kakeyî ji pirtûkên xwe ra dibêjîn “Defter” û “Beyaz”. Em dibînin ku hertim Beyazên Yar (anku Yarsanî) dubare dikin, ku çu caran çar tiştan ji bîr nekin. Ew çar gotin jî evana ne. Pakî, rastî, nîstî (xakî, nifspiçûkî) û camêrî.

Pakî di hemû tiştekê da, li ziman û bîr û berxurd, li libas û rabûn û runiştinê, bi kurtî di hemû aliyê jiyanê da. Nîstî anku ruhsivik û nefisbiçûk (xakerayî û tûwaze). Reda, anku camêrî û mîhrebanî û xizmetkariya xelk. Vêca çi digel ola te be yan jî hevwelatiyê te be, an jî cîhanê be. Ev şîretana felsefa Zerdeşt tîne bîra me: \"Baweriya paqij, gotina paqij, kiryara paqij.\" Em dikarin li cihê peyva “paqij”, peyva “qenc” bi kar bînin, tiştek ji naveroka wê nayête guhartin.

San paşgota pêyva Yarsan e. Mana wê jî sultan, mezin, pîroz û malbend e.Nû kirina baweriya ola Yarsan, ku hefsed sala berê, Sultan Îshaq (Sehak) ve hatiye çêkirin, ew her usa San Sehak tê nasin. Vêca dema ku em wan herdu pêşgot û paşgotina bi hevra girêdidin, wek Yaristan, wek Kurdistan, wek Afxanîstan û Îngîlîstan angu mana malbend û nîştîmanê bi xwe ve digirît. Loma mana “Yarîstan” jî ango malbend û welatê Yaran. Em dikarin li cihê Yarsan, bi kurtî “Yarî” binivîsin. Pêyva “Yar” jî dikine çavkanî.

Baweriya Kakeyî ango biratî, bi hevra hevkarî, ku bi zimanê Erebî jêra “Exiyetî” tê gotin. Di vêderê da wusa diyar e ku Kakeyiyê ji wan hinek tişt wergirtine, ji bizava Exîtiyê ku di cîhana îslamê da hebûye û di piraniya terîqet û fîrqe û sofîgeriyê da edet bûye. Ji ber ku Exiye/biratî gelek nêzîkî Yarsanê ye. Koka Exîtiyê/ biratiyê ber bi hezar salan diçe, li Hindîstan Çîn û û di Rojhelata Navîn da edet bûye. “Ayeran” nezîkê li gotina Yaran e, ku evê bi xwe jî numuneyek e ji bo wê tevgera civakî.

Pêyva “Ehlî Heq” ku bi du rexan ve ji Kakeyî ra dibêjin. Yêk evê ye ku pêyva “heq” hertim di nava Beyazên Kakeyiyan da têtin, ku bi mana “Xûdê” ye, perwerdegerê cîhan e, bilindtirin dereca irfan e, xwe nasîn û xudanasîn e. Bi gotineke dinê Kakeyî pêreviya rêbaza bi nav û denge sofîgeriyê dike, yê ku dibêje mirov di çar qonaxan da derbaz dibe. Bi vî awayî: Şerîat, terîqet, marîfet û heqîqet. Di dereca heqîqetê da roşen dibe û li dergehê Perwerdegarî nezîktir dibe. Ango xwe dinase û xudê dinase. Ji ber vê rastiyê Kakeyî digel piraniya fîrqa sofiyên cîhana îslamê hevdigrin.

Gelek firqe û komên dinê yên sofîgeriyên cîhana îslamê hene ku hemu xwe Ehlê Heq dizanin. Ango heq tev wan e, yan jî gihiştine heq. Heq navekî dinê yê Xûdê ye.

Em ewqas li ser şirove kirina navê Kakeyî (Yarsan) rawestan, ji ber ku nav nişanderê (delaletî) naverokê ye.

Şiroveyên, ku li ser çavkaniyên nivîskî ya Yarsan hatine kirin, nîşan didin ku, çavkaniya baweriya Kakayî xwe digihine olên Mîtrayî (Mehrperwerî) û Zerdeşt û olên Hindî û Aryayî û Hindûs û Bûdayî û yên din û ola Îslamê, ku ewan hemû di nava Defter û Beyazên Yarsana da bi ronî reng didin.

b) Felsefa Yarsan

Felsefa û cîhanbînî û boçûnên Kakeyî (Yarsan) di du sitûnên bingehî da xwe nîşan dide.
Yêk: Donaudon e, ya duduyan jî li ber tîşkên Donawdonê xulqandina gerdûn, kainat e.

Donawdon, baweriyeke cîhanî ya here kevn e, ku di seranserî dinyayê da hebû û niha jî heye, lê ev nayête wê manê ku, hemû kes jê bawer in, ji ber vê ye, ku di piraniya welatên cîhanê da belav bûye.

Bi gora baweriya Donawdonê, rûh tê guhastin û ji bedenekê derdikeve û dikeve nava bedenekê din. Her candarek dema ku dimire, weku evê ku jî cîhanekê bar dike û diçe cîhanekî din… Ji ber ku ruha wan, an dikevine nav qalibeke dinê ji regez û û rengên xwe û an jî cureyekî dinê da jiyana xwe berdewam dike. Bawermendên Donawdon ne wek hev in, bîr û baweriyên ji hev cuda, di nav wan da tê dîtin. Ji bo numune, Kakeyî bi roşinayiya Donawdonê da, bawerî û ola xwe digihînine roja xulqandina gerdunê (afirandina diyayê).
Ku, paşê ola Yarsan bi Donawdon, ango qonax bi qonax gihiştiye roja îro.

Kevintirin baweriya Donawdon di Ola Hindosî (Birehmayî), di pirtuka Rêg Vêda (Marîfet) da dikeve berçavan. Her wusa bi cureyek jî di ola Mîtrayî û Zerdeştî da jî xwe nîşan dide. Bi giştî baweriya olên Hindî û Aryayî, wek Hindos û Bûdayî û liqên Mîtrayî, Zerdeştî, Manî, Mezdekî û Kakeyî û hindekî dinê, bi Donawdon heye. Evê yêkê xwe gihandiyê seranserî Rojhelat û Rojavayê.

Berê da baweriya Donawdon di nava xelkê esliyê (binecî) welatê Emerîka û bi xasima Emerîka Latînî (Başûrî) û Efrîqa, Asya û Awustiralyayê da hebû, ta radeyek îro jî heye, Baweriya hanê di sedsalê derbazbûyî da li Ewrupa û Emerîka Başurî da belav bûye. Baweriya Donawdon baweriyeke teybetî nîne, ku ser bi neteweyek, welat û baweriyekê ve girêdayi be, ji ber ku baweriyeka cîhanî ye.

Di her civatekê da jî rê û resmên xwe yên taybetî hene. Wek numune rê û resma baweriya Kakeyiyan cuda ye ji rêbazên Çîn û Japonê. Ewan jî her wusa jî rêbaza Kakeyiyan cûda ne. Lê belê hemû bawermendên Donawdon li ser xaleka serekî da yek digrin. Ew jî bawerî bi Mirov-Xudayî, an insan- firîşteyî. Ango, wekî Celaledînê Rûmî dibêje, mirov bi rêka roşinayiya ruhî û hizrî ve li heqîqeta mezinê gerdûnê nêzîk dibe, ku ew jî nûra Perwerdegar (Xudê) e. Ango, meremê felsefeye Donawdon, rizgariya ferd e, ku ji sinorê berteskê niha derbaz bibe û ber bi cîhanekê manevî û ruha paqijtir biçit. Di naverokê da peyama olên esmanî (îbrahîmiyan) jî her evê ye ku mirov ber bi kemal û hikmetê ve herin.

Lewra, li dinyayê, di bingehî da peyama meshebên olan, perwerde kirina mirov e. Armanc di vê perwerde kirinê da ev e, ku mirov bi rêka qencî, rastgotinê, durist bûnê û bi hizra paqij ve, xwe bigihîne bilintirin qonaxa îrfanê, ku xudênasin û xwe nasin e.

Bir û baweriya Kakeyî (Yarsan) ji destpêkê hita nîha û di pêşe rojê da ev e, ku temamiya mirovatiyê ber bi vê heqîqetê ve dimeşe. Mexseda Donawdon jî palavtina ruha mirov e. Don be don, an ku jiyan bi jiyan. Mirov divê di her jiyanekê da bixebite, ku xwe ji xirabî dûr bêxît, xwe qenc biket, daku di jiyanekê din da bikevite ser rêkeke baştir û qenctir, hita ku di aqibetê da ruh paqij dibe û digihe çavkahniya xwe ya asil ku ew jî ronahiya Xûdê ye. Her weku di ferhenga Îslamî da tê gotin: \"Ena lle wêna elîh raceyun\", anku Mirov ji eslê ku hatiyê, her dîsa vedigere ser wî esli.

Kakeyî baweriyekê temam bi vê heqîqetê heye. Lema dibêjîn nabe ku ji kesê ra bibêjin xirab e. Ji ber ku em bi tenê ruhsara (zahirî) ya însanê dibînin, lê em nizanin gelo ruha wî paqij e yan na, yan jî gelo ruha wî di çi qonaxekê paqij bûnê da ye? Bi gora vê baweriyê mirov di jiyanekê da li malbeteke oldar û bawermend da tê dînyayê, lê dibe ku, di jiyaneke dinê da di malbatekek û olekê cuda da bê dinyayê. Ji ber ku hemû ber bi yêk heqîqetê diçin. Nabe bi çavekî sivik temaşeyî çu bawerî û olê, ziman û çand û regezên dinê bikin. Ev yêka situna bingehîn ya ehlaq û felsefa Yarsan e. Her wusa divê di berxurd da (rabûn û runiştinê da, pêyvendiya şexşî û civakî da), singfireh û bêhnfireh û lêbuhorîn bin. Her weku me got, nefsbiçukî û ruhsivîkî ango xakerayî şertekî bingehi yê Yarsanî bûnê ye. Her çiqas ev rewişt (ehlaq) bi kiryarî her gav reng nadetin, lê belê îdolojiya baweriyê wusa ye.

Di cihana Îslam da, hindek ayînza (mezheb) û komên dinê hene, ku wek Kakeyiyan difikirin. Wek Elevî û Bektaşî û Dûrzî û îsmaîlî û bi dehan liqên sofîgeriya Kurdistanê û Îran û Rojhelata Navîn û Sudan û Bakura Efrîqayê. Hevbeşiya wan aliyên ku me behs kirin, aşitîxwazî, qebul kirina hevdu, di nava aşitiyê da bi hevre jiyan, mîhrebanî, lêborinî ye.

Di cîhanê da, hêjmara bawermendên baweriya Donawdon di rêza sîsêyan da ne ku pêreviya ola xwe dikin. Her weku tê zanîn pîştî bawermendên Mesîhî, pêrevên Ola îslamê tê.

Hejmara bawermendên Donawdon jî yêk mîlyarê zêdetir e. Bi gora zanyariyê, ku Rêxistina UNESCO yê ser bi Rêxistina Netewên Yêkgirtî daye, 11 sala berî niha, hêjmara bawermendên Donawdon bêtirî nehsed milyon kes e. Îro tenê li Hidîstanê 820 milyon Hindosî hene ku bawermendên Donawdon in. Di hindek welatan da, rûniştiyên wana an bi temamî an jî bi piranî li ser wê baweriyê ne, wek Tayland, Nepal, Korya, Viyetnam, Kamboçiya, Laos, Burma, Filîpîn, Hndîstan, Endonozya û Awustirilya. Gelek bawermendên Donawdon her wusa li Japon, Çîn, Pakîstan, Afxanîstan û hindek welatên Asyayê Navîn û Rusya û hindek welatên Ewrupayê Rojhelat û di welatên dinê da dijîn. Evana jî ji bilî bawermendên Rojhelata Navîn in.

Her weku me di destpêka gotara xwe da gotibû, baweriya Donawdon baweriyekê cîhanî û gelek jî kevnar e û bi gelek aliyan ve pêvendîdar e digel olên dinê.

2) Xulqandin (Afirandin)

Di vê derê da em diçine ser felsefa Kakeyî (Yarsan) ya afirandina dinya û esman û candaran li ser bingeha Donawdon.

Kakeyî ji olên dinê cuda difikire, behsa “ezel” ya berê xulqandinê dike, fikrê hanê jî ji efsaneyek serçave digrit.

Bi gora bir û boçûna zana û pisporan, efsaneyên (mitoloji) gelek netew û kom û civatên ji hev cuda yên cîhanê, bingeha afirandina dinyayê dibine ser çend xalên sereki wek “valahî” û “av” û tiştên weha. Di Qurana pîroz da behsa afirandina cîhanê tê kirin, ku di 6 rojan da temam bûye. Olên dinê yên esmanî jî nêzîkî vê baweriyê ne. Ew dibêjin \"her di destpêkê da, tarî di nava tariyê da veşartibû.\" Vêca di 6 rojan da guhartin li ser vê rewşa heyî da hatiye û dinya û canliberan hatine afirandinê. Ku, evê jî hemû li ser xwastîn û îrada Xûdêyê perwerdeger e, ku difermê:\"Kin”, (Bibe), \"Fîkun” (Dibê). Di Încîla Mesîhî da hatiye ku Xûdê difermê: \"Ronahî bibê, ronahî peyda bûye.\"

Baweriya Yarsan, li ser efsaneye afirandinê “’Kin’ û ‘Fikun’ di saniyeyek da çêbû” dibejê û destpêka xulqandinê bi vi awayî şirove dike: Di destpêka da, di ezel da tenê hêzekê veşartî di nava “dur” ango cewher (navok, naverok, atom) da hebûye. Yarsan, ewê hêzê wek hêza Xûdê dinase, hêzekê mutlaq dizane. Mezinahiya “dur” jî nehatiye zanin.

Xûdê biryar daye ku xwe eşkera bike û xwe nîşan bide, bo vê mexsedê irade kiriye û gehwera hanê wek nur peqiye û jêk bijîkiye. Bi peqîna wê durê ango gehwerê ve kainat çêbûye. Li serserê hemuyan da hêzek bi navê hêza Mutleq di ser kar û barê gerdun da desthelatdar bûye. Pişkên, ku ji dure çûda bûne, ji hêza sereki ya destpêkê istifade kirinê. Sedema vê yêkê ji ev e, ku pişkan, di destpêka afirandinê da ji hêza mutleq cuda bûne.

Tarif kirina saniyeyeka afirandinê û xwe nîşandana Xûdawend, gencineya (xazine) veşartiya Ola Yarsan e, ku bi navê “alemî dur” tê nasin. Ji ber vê hendê jî di destpêkê da ji valatî û tarîtî zêdetir tiştekî dî nebûye. Piştira ew durê, ku ji hêzekê veşartiyê peyda dibe, bi fermana Xudê dipeqe, daku xwe bide nasandin.

Ango, hemû tiştek, mirov, teyr û tûr, dar û ber, ajel û candarên deryayê û her tiştên ku tê dîtin, hemû berhema wê durê ne. Hêz, wize (enerji) ya di nav durê da, xwe guhart û bû madeyê gerdûn û jiyan. Evê jî guhartina yeka a wize bo made ye.

Bawermendên Îşraqî (tîşkdan û biriqedar), ku Yektaperest in, di her tiştên, ku li dinerin, Xudeyê têda dibinin û digihijine vê encamê, ku hebûn û nebûn heq in, beşek ji Xudê di nav wan tiştan da veşartiye. Ev felsefeya İşraqî-Zerdeştiyê, ku Şêx Şehabedîn Suherwerdî pêşda biriye, di eslê xwe da Zerdeştî ye. Baweriya Yarsan jî herweki wê baweriya Îşraqiya ye. Di dîrokê da fîlîzofên Yunanî wek Soqrat, Eflatûn û Fîsagors û yên dinê jî baweriya wan bi felsefeya Îşraqiyê hebû. Piştî, di dema îslamê da jî, Farabî, Îbnî Sîna û Îbnî Arebî û zanayên din, felsefa Îşraqiyê anîne nava çanda Îslamê. Navroka felsefeya hanê evê ye, ku erd û esman û hemû tişt û xulyaqeta canliber, bi sedema peqîna wê durê peyda bûne. Her ji ber vê çendê ye ku Kakeyî (Yarsan) li ser wê baweriyê ne, ku ne tenê bi rêz û mihribanê ve berxurd ligel mirovan û civat bikin, divê rêza hemu canliber û tabîat û kaînat û erd û esman jî bê girtinê. Bi gor baweriya Yarsan da, dibê tu zerar negihîne tîştekê, hita piyê xwe li ser mîrûyekê jî nedani. Ji ber ku ew jî canliber in û pişkek ji ruha gerdûnî têda hene.

Fizîknasî û peqîna durê

Hindek zanayên Kakeyî, peqîna durê peqîna mezinê ya zerreyê (pirtik) herî piçûk û nenas dizanin, ku dinyayê îro xulqandiye. Dibêjin armanca zanista fizîkê jî zerreyê hanê ye. Ango, eger dureyê bi pirtika hanê va bizanin, hingê him di warê zanist û him jî di warê olî da, nezikê ronî kirina xulqandinê dibin.

Kakayî 700 sal berî niha behsa peqîna durê û afirandina erd û hebûnê kirine, di Beyaz û destnivîsên kevnên xwe da tomar kirine. Di destpêka sedsala bîstan da ev destnivîsana hatine wergerandin bo bi zimanên Rusî, Îngilîzî, Firansî û Almanî û hindek zimanên dinê û şirove li ser hatine kirinê. Hacî Nîmet zanayekî Yarsanê navdar e, di dumahiya salên 1940’an da, efsaneyên Kakeyî li ser xulqandin û gelek babetên dinê, bi zimanê Farîsî nivîsandiye û daye çap kirinê û piştra jî bo zimanê Firansî hatiye wergerandinê. Navdar di vê derheqê da pirtuka Şanameya Haqiqetê nivîsandiye.

Lê belê di sal 1995’ê da cara yêkê fizîknasên şehrezayên cîhanî, gihiştine rastiyeka zanistî ya girîng, ku gerdun encama peqina mezin a zerreyê herî piçûk û nenas e. Peqina hanê Big Bang) ji aliyê teleskopa esmanî Habil ve hatiye dîtin û weneyê wî hatiye kişandinê.

Pisporên Fizîknas dibêjin di destpêka peqîna mezin da wizeyekî (enerjî) gelek mezin lê belê bi qasî serê derziyekê hebûye, ku paşê bi gora formulê Einstein (E=MC) hêdî hêdî bûye made û meteryal. Şayanê gotin e wize bê rehend (boyut) û hecim e, ji bona vê yêkê jî wizeyê herî mezin di ciyekî herî piçuk da ci dibe.

Ango ciyê şaş û mehtelmayinê nine, ku kainatê îro, ku gelek mezin û berfireh e, ji zerreyê herî piçuk peyda bûye. Ji ber ku aqil û mentiq vê yeke qebul dike. Herwekî diyar e, eslê hemu tişt wize (enerji) ye.

Ronahî

Min behsa babeta Îşreqê kir, ku bi maneya ronahî kirina ruh û deruna mirov e. Li her cihekê da rûberûyî rastiya ronahî dibin. Di Qurana Pîroz da suretek bi navê “Elnûr” (Ronahî) heye ku dibêje “Xudawend ronahiya erd û esman e.” Di Încîla Mesîhiyan da jî hatiye gotin, ku \"Xudawend ronahi ye.\" (Mêzekin Peyamê Yohenna).

Her wusa Xudewend li ber çavê Musa Pêxember (Silavê Xudê lê be) bi şîveyek ronahî derket, tecelî bû: Agirekî gur û geş peyda bûye û çiruskên wî agirî belav dibû bê evê ye ku der û dor, dexl û daran ber agir bikevin û bişewitin.

Ola Sabiyê-Mendayî behsa \" Niştîmanê Ronahî \" dike, ku bingeha mirovatiyê lê vedigerine. Ola Zerdeştî jî li ser bingeha ronahiyê hatiye damezrandin. Yarsan di vî warê da rê û qedrê hetavê (roj), agir û ronahiyê digrin. Ji ber ku ewan teceliyê Xudewend in, remz û sembola wê ne. Her niha jî pîr û zanayên Kakeyî hemû rojan, berê sibê tev helatina rojê dest bi duayên xwe dikin hita ku roj derdikeve. Her wusa êvaran jî bi vî şiklê malavayê li rojê dikîn. Lê belê Kakeyî rojperest nînin. Zerdeştî jî ne agirperest bûn. Ewan ronahiyê bi derkevtina heqiqeta Xudê dizanin. Ji aliyekî dinê ve Kakeyî dibêjin “roj paqijtirîn û ronahîtirîn tiştê gerdun e.” Herkes vê dizane ku ronahî û tîşk û enerjiya rojê çiqas bedew û xweşik in. Her wusa jiyanbexş e, ji ber ku çavkaniya here mezin û girîngê wize ye ango enerjî ye. Di Qurana Pîroz da sond bi rojê tê xwarin.

Armanç ji behs kirina ronahiyê ev e: Weku hemu bawermendên dinê yê îrfan û sofîgeriyê, Kakayî jî dibêjîn, ku hemû kaînat ji nura Xudê hatiye afirandin, di ruh û bedena her mirovekê da misqaleke ronahiya Xudê heye. Divê bi rêka xudaperestiyê û qenc bûnê va bixebitin hita ku em wê ronahiya veşartî di derun da, di cihana bîr û hizr û hestan da geş bikin. Naveroka roşnahiyê ango ronahîdariyê ev e.

Kakeyî dibêjin: Ronahî bûn bi mena evê ye ku çavekî derunî vedibe, hindek rêbazên sofîgeriyê ji bo vê yêkê “çavê basîret” dibêjin. An jî wek ku Bûdayî dibêjî “çavê siseyan.” Jixwe, maneya pêyva Bûda “ronahî bûn e.” Ango Bûda gihiştiye vê qonaxê. Ew pêyv ji zimanê Senskrîtî-Hîndiyê hatiye.

Giringiya çanda Yarsan (Kakeyî) ji bo Kurdistanê

Çavkaniyên Yarsan (Kakeyî) di çend Beyazên pîroz da hatine tomar kirin, ku ji bilî hinekan, ku teze hatine çap kirinê, piraniya wana destnivîs in. Beyazan, ku koka baweriya Yarsanê dibine ber hezaran salan, qonax bi qonax hatine nivîsandinê. Em hende dûr naçin, emê li ser Yarsana piştî belavbûna Îslamê biaxivin, ku cara yêkan di sedsaliya dudo ya Hetavî da, ji aliyê Behlûlê Zana ve hatiye gorê. Emê piştra jî biçine ser dewrên dinê û guhartinên dinê, ku bi baweriya Yarsan divê di paşerojê da her berdewam dibe.

Em niha, di vêderê da tenê pirsa hanê tinin gorê, ku gelo Kurd çima giringî bide naskirina çand û edebiyata Kakeyî?
1- Ji ber ku bi zimanê kevnê Kurdî hatine nivîsandin, ziman û çanda Kurda dewlemend dikin.
2- Giring e ji ber ku di nava cergê Kurdistanê da, li Hewreman, Loristan, Hemedan û malbendên dinê da olekî wusa kevn hebûye, heye û ligel olên dinê yê mezinê cîhanê peyda bûye û pêşda çûye û xwe nû kiriye.
3- Giring e, ji ber ku rêbaza baweriya Kakeyî, bi rêka Donawdonê va nû kirin û paqij kirina derunî û şexşiyet e.

3) Ziman

Nêzikê 1200 sal e, bi derkevtina Behlulê Zana li Loristanê zimanê bingeha Olê Yarsan (Kakeyî) zimanê Goran (Hewramî ya kevn) e. Hindek zanayên zaraveyê Goran usa dibêjin: Goranî, Pehlewiyê serdem, zimanê pirtuka Zerdeşt (Avestayê) e.

Diyalektên Hewremanî, Maço, Şebek, Bacelan, Zengene, Cimûr, Şêxaniya Germiyan û heta qasekê jî Kelhorî û Lorî, hemû liq û çeqên Goranî ne. Goranî jî zaraveyê resenê Kurdî ye. Defterên Yarsan bi hizaran rûpel in. Îro Deftera serekî Serencam e. Pişka yêkan a Serencam çap bûye, ku nêzikî 9 sed rupelên mezin e. Pişkekê biçuk a şiroveyên beşeka Serencam jî hatiye çap kirin, ku 8 sed rupelên mezin e. Bi dehan Beyaz û nivisên berhevkirî (derleme) destnivîs hene ku hêj nehatine çapkirinê, an jî neketine ber çapê û yan jî Kakayî naxwazin bêne weşandinê.

Hemu jî bi peyv û îdyomê va tijê ne û nîşanên ol û çanda kevnê Kurdistan û Rojhelat in. Ji aliyê zimanvaniyê da xizîneyeke giranbina ne. Ji ber ku aliyekî veşartiyê çanda kevnê Kurdistanê zelal dikin. Bi dehan cih û war, turbe û ziyaretgeh nîşanên şaristanî û dîrokî yên Yarsan di coxrafiya vê baweriyê da berçav dikevin, Îran û İraqê hindekê wana şunwar û çanda xwe nişan didin.

Beyazên Yarsan bi zimanê Kurdî, bi diyalekta Goran hatine nivîsandin. Piştra ayînzanek (teologek) Kakeyî Azerî Kuşçuoxlu, 700 sal berê niha, (ji bilî dîwana xwe) piraniya defteran wergerandiye ser zimanê Azerî. Piştra jî çend Tirkên Kakeyî wergerandine ser zimanê Tirkî.
Niha bi hezaran Azeriyên Kakeyî li Azerbaycanê, Tirkên Kakeyî li Tirkiyê û di hindek welatên tirkîziman da dijîn.

Ji aliyê dinê ve, Hemû Beyazan li ser zimanê Farisî hatine wergerandinê. Her weku em dibînin pişka berçavê çavkaniyên baweriya Yarsan bi zimanê Farisî ne. Loma piraniya kelam (beyd) û qewl û fermudeyên Yarsan bi çar zimana in: Bi Kurdî ( Soranî û Goranî), Azerî û Farsî û Tirkî.

Di destpêka sedsala bîstan da, Rojhelatnasê navdarê Rus Mînorskî, hindek jî Defteran wergirandiye zimanê Rusî. Di welatên dinê da bi zimanên Îngilîzî, Firansî, Almanî û çend zimanên din hatine weşandin. Çanda Yarsan, di zanîngahên cîhanê da ketiye ber vekolîn û tê xwendinê. Lê belê ne beşekê taybet û serbixwe, di nava pişka îrannasînê da...

Her çend rojhelatnas destnîşan dikin, ku zimanê Yarsan (Kakeyî ) liqeke resenê zimanê Kurdî ye, lê dibêjin “Yarsan ji alî dîrok û çandî ve pişkek ji îrannasîn e.” Sedema vê yêkê bi xasima ne xemxoriya Kakeyî û û bi giştî jî ya hemû Kurdan e. Sedema dinê jî ev e: Kakeyî ayinek ji ayinên Hindî û Aryayî (wek Mîtrayî, Zerdeştî, Manî û yên din) e, ku pirtuk û nivisarên wan zêdetir bi zimanê Farisî hatine tomar kirin û şirove kirinê.

Ew zanyariyan hewcedarê zanîngehên Kurdistanê ne, ku di van dehsalên borî da zindî bûne û rabûne serpiyan. Pêwîst e çanda Yarsan di van zanîngehan da cihê xwe biket. Ji ber ku, her weku me got, çanda Kurdî ye, zimanê Kurdî ye; Kurdî ye bi muzîka û kelepur û teybetmendiya xwe ve.

Kakeyî û sofîgerî û îrfan.

Bingeha baweriya Kakeyî ji rêbaza Sofîgeriya Îrfanî ye. Pêgiriyê li ser taqekesî (birey) dike, ji ber ku ruha mirov bi tenê Donawdonê dike û ji qelibekê (ji maddeyekê) derbazî qelibike din dibe. Xelk, li vê dinyayê bi hevra, wek civat dijin. Lê belê di jiyanên din da, vêca çi di derbazbûyî û çî pêşeroj da, her kesek bi tenê, bi serê xwe tê guhastin. Ji ber vê jî divê di jiyana xwe da bixebite daku xwe bigihîne dereca here bilind a paqij bûnê.

Di Yarsan da, zikr û nivêj û îbadetê bi hevra heye. Lê belê hemû rê û resim û rêk sedemên hendê ne ku, kesek bikare, bi tenê û bi rêka îrfanê va ruha xwe bigihine kemaliyet û bibete serî. Kes nikare li cihê kesekê dinê vê rêkê bidomine. Herkes divê zehmetê xwe bi xwe bikêşe. Ku, Eve jî rêka azadî û rizgarî ya manevî ye. Ji ber ku sofîgerî û îrfan qeyid û bendên li ser riya mirov dişkêni, daku mirov di vê sefera xwe da azad be. Îrfan rêka azadiya menevî ya taqekes e, taqekesî ji qeyd û bendên civakî, ji zexta fikrî û ji edet û torên heyî û vehîm rizgar dike. Ev vehîmên, ku ketine nava mêjî û dil û hizir û hestên mirov, heta ku mirov bi rêka ronahiya ruhî jê xilas dibe û bi dirêjiyaya temenê mirov li vê diminin.

Ji aliyê naverokê va, sofîgerî û irfaniya Yarsan, her weku sofîgerî û irfaniya olên dinê ye. Her ji ber vê ye, ku Yarsan, xweyî li sofî û arifên mezin û navdarên cîhana îslamî, ewên ku ji sedsala 2 û 3’yê Hicrî hita roja îro peyda bûne, derdikeve û ya xwe dizane. Bi xasima ji wana Hesen Besrî, Rabîaye Adewiye (ku di sala 135’ê Hicrî da miriye), Sifyan Sewrî, Ebu Haşim Sofî, Zulnun Misrî, Dawud Tayî û ewên dinê, ku şagirdên Hesen Besrî bûne.

Di navbera salên 250 û 350 Hicrî da sofiyên dinê peyda bûne. Rêhberên mezinê wana jî Ebulqasim Cinîd e (ku di sala 297 hicrî da miriye). Bayezîd Bestamî (261 Hicrî) Sehil Bîn Ebdullah Tisterî (283 Hicrî), Ebu Saîd Xeraz (286 Hicrî), Emer Bîn Osman Mekî Sofî (334 Hicrî), Amîd Zencanî û ewên din. Mensurî Hellac, ku hezar sal berî niha li Bexdayê pêyda bûye û ji ber baweriya îrfanî li Bexda, tê bi darda kirin. Her usa ew filîzofên roşenbûnê wek Ferîdedîn Atar, Celaleddînê Rumî, Şemsî Tebrîzî û Senayî û Haqanî û Şa Nimetûlla Welî (li Kirman), Şêx Mehmudê Şebisterî û Eyindilûlqewzat Hemedanî (ku ew jî li ser bîr û bawera irfanî hatiye kuştin), Seyîd Muhemedê Nurbexş û Camî û Seyîd Îmadeddîn Nesîmî (ku ew jî hatiye bi darda kirin), sofî û arifên dinê ne, ku her yêk ji wana serhatî û dîrok û tirajediya xwe heye.

Yarsan van hemiyan yar û dost û rênîşanderên xwe dizanin ku navên piraniya wana di zincîra Donawdona da hene, di Defteran da hatine tomar kirinê.

Hindek ji wan sofî û arifên mezin rêbaz û firqeya sofîgeriyê damezrandine û hinek ji wan firqanan jî di aqubetê da dikevine nav tevgera berfirehê Yarsanê. Her firqeyek ji yê dinê tecrube û zanyarî werdigire, bîr û hizrên nûtir peşkeşê tevgera sofîgeriyê li cîhana Îslamî dikin.
Eger bi hurtir û bi berfirehtir vekolin, dibînin ku pêlên sofîgeriyê, ji Kurdistan û Rojhelata Navîn diçe Hindîstan û serhedê Çîn û Rojhelata Dur. Her her wusa digije Rojava û Bakûra Afrîqa û hindek welatên wê deverê û hinek welatên Ewrûpe.

Sofîgerî û Îrfaniya Kakeyî nezîkê sofîgeriya Cuhî, Mesihî, Hindos û Budayî û baweriyên dinê ye. Ji ber vê hindê jî bizava Kakeyî her di destpêkê da, ji 1200 berê niha ve tevgereke civakî û hizrî û felsefî bûye li dijî zulm û zordarî ya desthelate serdemî. Ev bizav bi tenê û bi serê xwe ne bûye, xwe mat û penah nekiriye, xwe neveşartiye. Her tim ji bona rizgarî, ji bona kemilandina ruhî û ronahiyê, weki robarek tekelê tevgera civakiya mirovatiyê bûye.

Hindek nivîskarên şereza dibêjîn, ku “di navçeya Çiyayê Zogros û derdorê wî da, Yarsan şoreş bûye li hemberî sîstema civakî û siyasi û aborî ya serdemê xwe.” Loma ziyaret û qabrên pêşrevên Kakeyî li nêzîkî Tebrîz û Erdebîlê, Hemedan û Kirmanşan û Hewreman û Şarezur û Loristan û Bexda û Kerkuk û Musilê hene. Şunwarên wana her niha jî mane û hatine parastinê. Coxrafînasên (erdşinas) wan welatan dibêjîn ku hindek jî wana ne bi tenê ziyaretgehên Kakeyî ne, her usa bawermendên ol û mezhebên din yên navçeyî serdana wana dikin, ku em di beşên dinê da navê wan binivîsin.

Coxrafiya û dîrok

Di vê beşê da cografiyayê pêydabûn û belavbûna Yarsanê, bi rêka peristgehan û ziyaretên navdarên Kakayî ve destnişan dikin. Peristgeha yêkan û here girîng û qibleyê hemu Yarsan merqetê (tirbe) Sultan Sehak e (San Sehak), ku di navbera salên 1270 -1400’an da jiyaye. Sultan Sehak bi destê hindek oldarên hişk û tudrew hatiye şehîd kirin û li gundê Şêxan li devera Hewremanê da hatiye veşartin. Tirba wî bi navê Pirdêwer hatiye nasin, ku dikeve rexê dinê yê Pira Kevn ya li ser çemê Sîrwan. Yarsanên seranserê Rojhelatê, serdana ziyareta Sultan Sehakê Berzencî dikin, bi taybeti di rojên Newrozê da. Kakayî li ser wê baweriyê da ne, ku Hz. Sehak di roja yêkan a Newrozê da (21’ê Adarê) hatiye dinyayê. Zerdeştiyan jî li ser wê baweriyê ne, ku Zerdeşt di di destpêka heyva Newrozê da hatiye dinyayê, Her wusa hindek kes jî roja pêncê Newrozê, ango raja 26’a Adara her salê, ji bo vê armancê destnîşan dikin.

Di Newrozê da bi dehan hezar Kakeyî yên Kurd û Azerî û Tirk û Fars serdana Pirdêwer dikin. Her usa hemû demên salê, bi xasima bihar û havîn û payîzê xelk diçe serdana Pirdêwerê, ji ber ku Yarsan Pirdewerê weku hec dizanin.

Ji bilî Pirdêwer şunewar û ziyaretgehên din jî hene, ku hindek ji wana ew in:
1-Baba Yadigar li Serane, Çiyayê Dalaho – Kirmanşan. Gelek kes piştî serdana Pirdêwer diçine serdana Baba (Bawe) Yadigar.
2-Tirba û ziyaretgeha Xatun Rezbar; Kirmaşan, Pawe, Pirdêwer.
3-Dawid Kewe Siwar, Pirdêwer.
4-Pîr Binyamîn, Kirmaşan, Kerend.
5-Pîr Musê, Kirmaşan, Kerend.
6-Pîr Mikayîl Dawdanî, Hewreman, Bangiyan.
7-Seyid Mihemed Gewre Suwar, Kirmanşan.
8-Kake Mustefa, Pirdêwer.
9-Pir Şalyar, Hewremana Text.
10-Gunbed û Elewiyan, Hemedan.
11- Baba Tahîrê Hemedanî, Hemedan.
12-Dede Bekter, Xudabenda, Sehend, Kirmanşan.
13- Hecî Babo Îsê, Kirmanşan li Deynûr, Sehend.
14-Xan Ehmed (Pîr Ehmed / Îmam Ehmed), Kerkuk li taxa Musella.
15-Bawe Heyder - Gêlana Xerbî, Dêyê Kifrawer.
16-Şah Îbrahîm, Bexda, Şêx Emer.
17-Bawe Şasuwar, Kifre.
18-Bawe Mehmud, Xaneqîn.
19-Seyîd Ferzî û Şêx Emîr, Gundê Qezwêne, Kengawer, Kirmanşan.
20-Şa Heyas, Qezaya Qerequş, Musil (Neyînewa) li taxê Werdek.
21-Kel Dawid, Serpêlî Zehaw
22-Quşçîoxlî, di navbera Tebrîz û Herdewêl, Azerbeycan.
23-Merqadê Şêx Îsa û Merqeda Şêx Musa Berzincî, Berzince-Silêmanî
24-Mîrê Sûr, Silêmanî, Seiydsadiq.
25- Mîr Mensur, Silêmanî
26-Pîr Mihemedê Şarezurî, Helepçe.
Evana û bi dehan ziyaretgehên dinê, ku li Hawar, Helepçe û Şarezur û cihên din da hene.

Ji cîh û warên wan ziyaretgehan derdikeve, ku Yarsan ji Loristan û Kirmanşan û Hewramanê bigre heta ku Azerbeycan û Bexda û Xaneqîn û Kerkûk û Musilê hebûne û hene. Lê belê Kakeyî ji vê navçeyê berfirehtir cihwar bûbûn, ku niha jî wek berê jî nebin, hene, kargêr in. Eger em bi gora hindek çavkaniyên lêbawer temaşayî lîsta bajêr û malbendên Yarsannişînî (ehlê Yarsan) bikin, wî demî wê nexşeyekî gelek mezin û berfirehtir bê ber çavan. Bê guman Kakeyî di wan hemû cihên ku navên wana têne gotin, ne ekseriyet in, lê her wusa hindik jî bibin di wan deverana da cîhwar in û hene. Ji Başurê ve ber bi Bakurê diçin:
1- Ehwaz (Xuzistan); li qerexên Kendavê da jî Kakeyî hene. Her wusa li nava Parêzgeha (Wilayeta) Ehwazê gelek hene û bi navê “Muşe Eşeyî” têne nasin.
2-Loristan; bi piraniya bajêr û navçên xwe ve. Bo nimune piraniya xelkê Lekistan Kakeyî ne.
3-Nav Bajêrê Şîrazê û der û berên wê bajarê û pişkek ji Bextiyarî.
4-Kirmanşan; hem li nava bajêr û hem jî li deverên dewir û berên bajêr da hejmareka ber çav Kakayî cîhwar in.
5-Hemedan; ji nava bajêr û dewir û ber, hita Qezwênê.
6-Divê bajêrê Tehran ji bîr nekin, hem li nav bajêr û hem jî dewir û berê Tehranê bi xasima li Kerec û Heştgird da û li heremên ku, ji Tehranê heta Sawe û nêzîkî Qûmê da Kakayî hene.
7-Çalus û Mazenderan û Sarî; bi xasima Parêzgeha Gêlan da rûnişvanên zêdetir ji 70 gundan Kakayî ne.
8-Hewreman; bi giştî malbendeke kevn û çalakiya Kakayî bûye, heta Sultan Sehak bi navê “Şahê Hewreman” hatiyê nasîn. Ji aliyê Rojhelata Hewremanê ta bajarên Bêcar û Zencanê, ji aliyê Rojavayê Hewremanê, Ji Hawar û Helepçe ta Deşta Şarezur û Çemçemalê, û navanda Kerkuk û der û dorê Kerkuk, ji aliyê Başurê Hewremanê ve, ta Daqûq û biniya Çiyayê Hemrîn, kifr û Kelar û Xaneqîn, Mendelî û Bexda û hindek navçeyên Navrasta Îraqê, (her wusa li Parêzgeha Diyala, Baqubê da Erebên Kakeyî jî hene), ji aliyê Bakûrê Hewremanê ve, ta Hewlêr û Qeza Xebat û Qerequş û navenda bajêrê Musil û Telafer û Nemrûd.
9-Azerbeyacana Rojhelat û Rojava, her wusa Azerbeycana Sovyeta berê û di hindek cihên dinê wek,Tebrîz, Êlixçî ,Sofiyan, Heştarud, Kurddere, bajêrê Ormiyê der û dorên Ormiyê, sedan gund û bajarokên piçûk yên navçeyê ji Makuyê ta tixubên Ermenîstan-îranê.
10-Tirkiyê; Rumelî, Dersîm, Sîvas, Erzîncan, Qereqoyînlî, Anadoliya Rojava, Urfa, Wan, Hekkarî hindek cihên din.
11-Welatên Sovyeta berê; bajarên Îşiq Abad, Arakis, Êlzabes, Pird.
12-Afxanîstan; li der û dorên Mezarê Şerîf û di gelek malbendên din. Kakeyî di vê welatê da bi navê “Zikrî” tê nasin.
Her niha jî li hindek cihan da civat û komên hur û mezinê Kakeyî hene. Lê belê ji ber tirs, nebûna zirufa hevnasinê wek îro xwe nezaninê, xwe nedane nasandinê.

Her weku me got, bi destnîşan kirina wan bajêr û dever û welatan, armanca me ne ev e ku em bibêjin hemû runiştîvanên wan deran Yarsan in. Belkû li piraniya wan welatan da eqeliyet in.

Ji aliyekî dinê ve, ji ber baweriya Donawdon, Kakeyî xwe bi cihekê ve evqas girênadin.

Hêjmara Kakeyî.

Hita niha serjimerekei rêk û pêk û durust li ser Kakeyî nehatiye kirin. Anegorî nifusa giştî hêjmara Kakayî li Iraqê kêm e, li Îran û Tirkiyê da zêde ye. Bi li ber çav girtina berfireh bûna navçeyên, ku Kakayî teda ne, hinek kes mezende dike, ku hêjmara Kakayî nezikê 5- 6 Milyon in. Hinek kes dibêjin ev reqam kêm e û mezende dikin, ku hêjmara Kakayî 8-9 milyon in. Belê lî Iraqê da 150 hezar Kakeyî dijin.

Dîrok û hinek edetên Kakeyî

Dîrok
Bi gora baweriya Yarsan dîrokê peydabûna baweriya Kakayî ji 3 qonaxan pêkhatiye:
1-Qonaxa ne diyar û kesnezan, ku serdema afirandina cîhanê ye.
2-Qonaxa Mîtrayî û Zerdeştî û olên Hindo û Aryayiyên dinê, ku koka Yarsan digihije vê serdemê. Olên hanê 3500- 4000 sal berî niha peyda bûne.
Bi dehan belge û nîşane û tekst û vekolinan dest nişan dikin, ku çanda Yarsan ya îro, bi kok û reh û felsefa xwe ve, digihîje serdema olên Zerwanî û Mîtrayî (Mîhrperwerî) û Zerdeştî û Manî û yên din. Her wusa tekel bi çand û ayinê Rojhilat weki Brahmayî (Hindosî) û Budayî bûye.
3-Qonaxa piştî hatina ola pîroze Îslamê, ku bi çendên dewra wek çerxê Donawdon pêyda bûye û xelakên vê wekî zincirê bi hevra girêdayin e.
a)-Dewra yêkê ya piştî ola Îslamê bi destê Behlûlê Dana (Zana) di sala 806 zayînî li Lorîstanê da. Behlulê Dana, bi sirud û beytan va, ku bi zaravayê Goran (Hewramî û Kelhorî ya kevn) hatine gotin, bingeha qonaxa niha danî. Di wî demî da Behlûlê Dana ji yaranên xwe ra dibêje, “werin em ola Kurda (Îran) nû bikin.” Ango, ayinê hanê (Kakayî) her hebûye, ol û çanda Mîtrayî û Zerdeştî bûye.
b)-Piştî Behlûl, dewra Şaxoşin li Loristanê têtin. Şaxoşin weku “Mubarek Şa” hatiye nasin. Di salên 1014-1074’an da jiyaye. Ewî guhartinên mezin di rê û resm û sistema civata Kakeyî da çêkiriye, muzîk û sema û şadî aniye nav civatê. Ji ber ku Zerdeşt dibêje “armanca afirandina dinyayê şadimanî ye.”
c)- Dewrê Baba Nawus ( Nawuz).
d)-Dewrê Baba Celîl.
e)- Dewra Baba Serheng Dewdanî, ku di navrasta qirnê şeşan-destpêka qirnê heftan a Hicrî da, li Çiyayê Şaho li Hewremanê pêyda bûye. Li der û dorên wan arifan yar û yaranên hevdemî xwe hebûn.
f)-Dewra derkevtina Sultan Îshaq (Sehak), ku di navbera salên 1270-1400 ya zayînî da jiyaye. Her niha jî qonaxa hanê ciyê vekolin e.

Sultan Sehak mezintirin nûker û damêzrênerê sîstema navxweyî ya Yarsan e, ku hita îro berdewam e. Baweriya hanê di vî serdemî da, her weku serhildan û şoreşek bûye û bandora xwe di herêmekê berfireh da daniye. Tîşkên peyama manewiya wî li Başurê Ahwazê (Xuzistan), li Loristan û Anadolu û Azerbeyacan û Li Bakûr û Başûr û li seranserê Îranê, li Şam û Bulxarîstan û Ewrupa, hita li Hidistan û Çîn û Tirkîstanê belav bûn. Bawermendên vê olê pêyda bûne û hatine Hewremanê, ku bi “72 Pîr” têne nasin û piştî ku raz û remz û şîretên Yarsan wergirtine, vegeriyane welatên xwe.

Sultan Sehak piştî şehîd bûnê, li gundê Şexan li Hewremanê hatiye veşartin. Qebrê wî bûye ziyaretgeha serekî û qibleya Yarsan. Kakayî her sal bi xasima di rojên Newrozê da serdana qebrê Sultan Sehak dikin û li ser qebrê wî rê û resma ayînî çêdikin. Sultan Sehak pirtûka pîrozê Serancam nivîsandiye û ji bo Yarsan bi cî hiştiye. Sultan Sehak destnîşan dike ku Pîr Binyamîn pîrê here mezinê Kakeyî ye. Delîl Dawid, rêberê rênîşander û hewargihiştinê ye, ku xudanê desthelata manevî ye. Sultan Sehak sistema baweriya ayinê xwe li ser 4 situn damezrandiye: Pirdêwer, Serancam, Binyamîn û Dawid. “Heftewane” û “Heftên” û “Çilten” û “72 Pîr” jî di sitemekê teybetî da rêz kiriye.

Piştî Sultan Sehak

Ji sala 1400 ya Zayini hita sedsalek berê niha, çend dewr jê peyda bûne. Xudanas û zana û çaksazên dinê, yêk li pêy yêk hatine. Her yêk ji wana çend kevirên bingehî ya olî danine. Bo dehan hezar kesan rê nişan dane. Ku bi kurtî navên wan ev in:
a)-Dewra Abdîn Caf û Nêrgise Caf, (sala 720 Hicrî).
b)- Baba Yadigar, li Serana, Çiyayê Dalaho, Kirmanşan, (sala 803 Hicrî)
c)-Şah Îbrahîm, hevdemê Baba Yadigar bûye. Ji bona belavkirina ayinê Yarsan ji Dalaho çûye Bexdayê û li wêderê miriye. Niha jî ziyaretgeha wî li Bexda maye.
d)-Seyîd Ekber Xamûşî (Seyid Xamûş), di sala 844 ya Hicrî da li gundê Şêxan a Hewremanê hatiye dinyayê.
e)-Dewrê Derwêşên Taktak ragihanderên baweriya Yarî.
f)- Elî Begê Caf (sala 898- 960 Hicrî), ji êlî Caf e, weki medyum, (yên, ku pêşêrojê dizanin) hatiye nasin.
g)-Xan Ateş ,Xan Elmas Loristanî (sala 1073- 1138 Hicrî), du bira ne, di warê medyumî û rêk û pêk kirina nav mala Yarsanî da roleka girîng lêyistine.
h)-Bawe Heyder, paş Pirdêwer bûye.
î)-Elî Qelender.
j)-Şaweyîs Qûlî.
k)-Şah Heyas, (sala 1125 Hicrî).
l)-Dewra Seyîd Ferzî li navça Ceyhunabad li Kirmanşan û Şêx Êmîr li devera Musul.
m)-Dede Nezer, navê wî di pirtuka “Navdarên Kakayi” ya Herdewilê Kakayi da heye.
n)-Dewra Seyîd Birake, di sala 1794’an a Zayînî da, li deverekê nêzîkî Kirmansanê hatiye dinê.

Di her serdemê da , mîrovekî qenc peyda bûye û ji bo nûkirin û pêşda birina vê baweriye, bi çelengî xebat kiriye.

Jin
1) Jin di ola Yarsan da cihekî berçav digre. Ew dikare wek mêr bigihe bilintirin dereceya kamil bûna ruhê.

2) Di dewrên derkevtina xudênas û navdarên Kakeyî da, jin her tim yêk jî wan 4 melek bûye, an ji xudanê ruha bilind û paqijê der û berê wî mirovê qenc bûye.
Di Defterên Yarî da bi kêmanî navê 16 jin û qîzan di nava rêza Yarên navdar da hatine, ku hindek ji wana muzîkjen bûne û tev mêran surûdên sofîgerî û îrfan xwendine.

Navê hindek jî wan çend jinên qedirbilind ku ji serdema Behlûlê Dana (sala 806 Zayînî) û hita van dumahiyê derkevtine ew in:
- Celale Xanimê Loristanî (406-467 Hicrî), dayka mirovê qenc û mezin Şa Xoşîn e. Di dîrokê da hatiye nivîsandin, ku kurê xwe bi bakireyî aniye dinê.
- Rêhane Xana Loristanî ( sala 570 Hicrî).
- Fatime Lorî Goran, hevjiyana Baba Tahîrê Hemedanî ye. Di dimahiya sedsala dehan a Zayînî da, li Hemedanê peyda bûye.
- Lîza Xanima Caf, di sedsala pêncan a Hicrî da, li Şarezurê hatiye dinyayê.
- Dayê Turezî Hewramî, di destpêka sedsala çaran a Hicrî da, li Hemedanê hatiye dinyayê.
- Daye Xezanê Sergetî, di destpêka sedsala pencan a Hicrî da, li gundê Serget, ku dikeve başura Hewremanê û nêzîkî Helebçê ye, jiyaye.
-Nêrgis Xanimê Şarezurî (Caf), di sala 713 Hicrî da, li Şarezurê hatiye dinyayê û 63 saliya xwe da li gundê Şêxana Hewremanê malavayî kiriye.
-Şemîne Xanima Caf, dayka Kake Abdîn.

3- Di esîl da, di Yarsan da yêkjinî heye, ne ku firejinî. Her wusa di Yarsan da telaq dan nîne. Lê belê ji ber bandora ya der û dorên wana, di nava Kakeyiyan da jî, firejinî û telaq dan pêyda bûye.

4-Di her welatê ku têda ne, bi gora yasaya medenî ya vê welatê jinê mehir dikin, her wusa ligel vê yêkê, rê û resma olî ya teybet heye bo meşru kirina zevacê.

5-Jin, li ser her tiştê (mirat ji têda ye), ligel mêr yêksan e. Her wusa ew mafê jin û qîzan e ku ji aliyê malbetên xwe ve di warê zanist û ayînî da bêne perwerde kirinê. Zerdeşt pitir bal daye ser perwerde û fêrbûna keçan û ji qiza xwe Pûre Çespê dest pêkiriye. Her bi vi şiklê mafê kar kirinê heye û zehmetkêş in.
6-Di eslê xwe da jinên Kakeyî xwe naxemilînin û xwe kêmtir bi xemlandî nişan didin. Lê belê pêşkevtîn û guhartînên civakî ew rewşê guhartiye.
Bi gor baweriya Donawdonî, rûha jîn û mêran wekhev e, nabe dereca jînê biçuk û nizim bê zanin, dibe ku di dereca kemala rûhê da ji meran bilindtir be.

Hindek edet û rê û resim

1- Nimêj:
Bi destecemî ye. Herweku piraniya rêbaza sofigeriyan, bi hevra dûa û lawa dikin. Nimêja yêk kesî heye, yên ku dîxwaze bigihe kemaliyetê, li jêr çavdêriya pîr û zanayan da.
2- Di her civata (merasima) ayînî da hebûna pîr û delîl (xelife) girîng e.
3- Kakeyî di merasima ayînî da alatên mizukê wek tembûr, def, şemşal û hwd. bi kar tînin, bi awazên taybet sirûdên olî dixwinin. Dibêjin awazê 72 meqama cem wana hene, ku ji serdema Zerdeşt mane.
4- Berê destpêkirina merasima ayînî (cem girtin), divê destnîvêjê bigrin û lîbas û leşê wana paqij be.
5- Hîn caran û li hinde cîhan da, rê didin, ku jin û qiz jî beşdarê merasiman bin, sirûd û awaz bixwinin.
6- Kakeyî wekî gelek liq û komên dinê, sinbêl berdidin. Hinêk Yarsan jî kez û porê xwe naqusînîn û dirêj dikin. Lê belê guhartinên civakî mijûl e vî adetî jî digorit.
7- Serdana Pirdêwer (ango ziyaretgeha Sultan Sehak li Hewremanê), wek hec tê zanin.
8- Tenê 3 roj rojî digirin.
9- Newroz cejna sereki ya Yarsan e. Her wusa qedrê cejnên Remezan û Qurbanê ji digrin, hevdu pîroz dikin. Her wusa jî, cejna ewên ku ne Kakeyî ne jî piroz dikin.
10- Qurbanî rê û resmekê berçav e, ku ji Îbrahîm Pêxember maye.
11- Rê û resma sozdan û peyman girtin pêk tînin. Ev rê û resm gelek kevn e û ji olê Aryayiyan maye. Armanc jî biratî ye, bi hêz kirina pêvendiya rûh û civakî ye.
12- Li ser mirî, bîlî ji telqîna Îslamî, her wusa duwayên taybetî jî dixwinin.
13- Paş heyamek ji hatina dinê ya zarokan, di rê û resmeke taybet da, navê zarokan datînin û şahiyekê biçuk çêdikin.
14- Di nava Yarsan da kuran di dema biçukatiya xwe da têne sunet kirinê.
15- Helal û heram her weku di olên Îbrahîmiyan, Cuhî û Îslam û Mesîhiyetê da ye.

Dawî

Di rastî da, tiştekî wusa ya Yarsan nine, ji xelkê dinê cudatir bin. Tenê zimanê dua û hinek orf adetên Kakayî, ku ji aliyê komelayetî ve hewce dar bûne, cuda ye. Ji ber sedemên coxrafî hindek adetên wana hatine guhartin.

Sedema veşartina rê û resmên xwe jî, reng e ji ber zexta der û doran be. Ku, hindek tomet û buxtan li wana hatiye kirinê. Loma Yarsan li ber givaş û zexta der û doran her gav xwe penahdane û kişyane nav qalika xwe û li der û dorên xwe bi guman û dudil bûne.

Belê dema vê hatiye ku bi çavekî siruştî temaşa li Yarsan bê kirinê û civata Kurdistanê divê hembezê xwe ji wana ra veke û ew ferq û cudahiyên heyî jî nemînin.