Bangewaziya greva gelemperî ji Kurdistaniyan bo piştgiriya Mahabadê

14:53 - 13 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji çalakvanên siyasî û sivil yên Kurdistanî, di bangawaziyekî de, gelê Kurd bi lidarxistina greva giştî vexwendin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurdistanî, di bangevaziyekî de, bo destek-kirina çalakiyên nerazîbûnê yên Mahabndê û bajarên din yên Kurdistanê, roja pêncşemî 14`ê Gulanê, roja greve seranserî (îitsab) li Kurdistanê îlan kirin.

Yek ji endamên amadeker yê wê vexwendinê di hevpeyvîneke telefonî li gel ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihand:”Yek ji armancên me ji wî karî eva ye ku em bi raya giştî ya hundir û derveyî Kurdistanê bidin zanîn ku neteweya Kurd her tim aştî xwez e.”

\"26520.jpg\"
Di wê bangevaziyê de hatiye:“Em hejmarek çalakvanên sivil li tevahiya bajarên Kurdistanê, ji hemû xelkê Kurdistanê daxaz dikin; roja pêncşemî 14`ê Gulanê, di nerazîbûn bi sîyasetên çevt yên rejîma Îranê hember Kurdan, dest bi greveke gelemperî (mangirtina giştî) bikin; derabeyên dukanan bînin xwar û neçin ser kar û xebatê.

Naveroka kamil ya vê bangewaziyê di beşên din yên ajansa Kurdpa de bibîn in.