Bangewaziya Encûmena Çiyayî a Îlamê: Îna bê agir

20:14 - 11 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Encûmena Çiyayî a Îlam, di çarçoveya parastina xweza û ekolojî, herwiha balkişandina berpirsên girêdayî bi bûyerên şewatê li rojhilatê Kurdistanê û Îlamê, vexwendinek giştî weşand.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Encûmena Çiyayî a Îlama rojhilatê Kurdistanê, bi munasibeta parastina xweza û suriştê ji bûyerên agir pêxistin û şewatê, kampaniyayek jêr navê “Îna bê agir” li ser torên civakî li dar xist.

Encûmena navborî jêr silogana,“Daristanê pêdivî bi dilgermî û hêminbûnê heye” hemwelatî bi îna bê agir bang kirin û wiha şirove kir:“Em hêvîdar in ew liv û tevger wek destpêkek bo cumeyên din ên bêagir bibe mînak.”

4 û 5`ê hezîrana îsal, zêdeyî sed hektar ji daristanên rêzeçiyayên “Şelem” ê ser bi Îlamê, di nava guriya agir de bûne rejî.

\"26938.jpg\"
Herwiha beriya niha bi çend rojan, deverên çiyayê ên gundevarên rojhilatê Kurdistanê nemaze Erxewan, Hanîwan û Milpenco, tûşî şewatê bûn û bi sedan darên berûyan bi agir re rû bi rû man û ji holê rabûn.

Hêjayî gotinê ye ew agir bi alikariya şêniyên deverê hatiye vemirandin. Tevî wê ku dezgehên peywendîdar ên hikûmeta îslamiya Îranê haydarê şewatên daristanên Kurdistanê ne, lê tu hewlekî bo vemirandina agir ji xwe nîşan nadin.

Di çend rojên borî de zêdeyî 120 hektar ji daristanên parêzgeha Îlamê zirar dîtine û bi pirsgirêka şewatê re rû bi rû bûne.