Balyozê Îranê Li Iraqê: Piraniya Akinciyên Kempa Eşref Dixwazin Vegerin Îranê

12:15 - 23 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Husên Danayî fer, Berpirsê balyozê Îranê li Iraqê li ser zimanê nûnerê Saziya Netewên Yekbûyî ku serdana kempa Eşref kiribû, ragihand: \"Piraniya akinciyên kempa Eşref dixwazin vegerin Îranê, lê berpirsên kempê îzna çûne derve ji wan re nade.\"


Husên Danayî Fer ji bo nûçegihaniya Fars herwiha ragihand ku Îran herdem amade ye ku piştevanî ji wan kesan bike, lê ev lêborîne berpirsên saziya Mucahidîn nagire.

Li dawiya sala 2011-an de Malikî dema betalkirina kempa Eşref bo 6 mehên din dirêj kir ku nêzîk bi 800 kes ji wan 3500 kesan xwedî pasport in û îlan kirine ku amade ne Iraq terk bikin.