Bajêrvanê Sinê liser kar hate derxistin

20:17 - 16 Kanûna pêşîn 2015
Kurpd: Bi sedema gendeliyê “Şadiman Kamiyab” bajêrvanê Sinê liser kar hate derxistin û di cihê wî de, “Luqman Heyderî” weke serperestê demkî yê bajêrvaniya Sinê hate diyarîkirn.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, piştî vê ku “Şadiman Kamyab” bi sedema gendeliya 2 milyar û 700 milyon Tûmenî û damezirandina hejmarek ji zarokên karbidestên hikûmetî(Axazadekan) ketibû ber lêkolînê, ji aliyê civata bajarê Sinê ve bi piraniya dengan liser kar hate derxistin.

“Celal Şerî’etî” endamê civata bajarê Sine her di vê derheqê de ji nawendên nûçegehanî ên rejîmê re ragehand ku, bajrêrvanê berê 2 milyard û 700 milyon Tûmen ji pereyên bajêrvaniyê dizî ye û herweha berevajî saya û rêsayên pejirandî, 150 kes jî zarokên karbidestên hikûmetî bi sedema têkiliyên xwe tevî awan, di bajêrvaniya Sinê de damezirandine, lewar tûşî lêpirsîn û lêkolînê bûye û bi 9 dengên “Erê” û 4 dengên “Ne” jiser kar hate derxistin.

Piştî nemana navbirî, civata bajêrvaniyê biryar da ku baweriyê bi awayekî demekî bide Luqman Heyderî, ku bi xwe endamê civata bajêrvaniyê ye, da ku serperestiya bajêrvaniya Sinê bigire sitûyê xwe.

Eva di demekê deye ku pirsa gendeliya nava îdare û dam û dezgehên hikûmetî di Îranê de bûye pirsek sereke û berdewam û, eva jî arîşe û astengên zêde ji hemwelatiyan re çê dike.