Bajarên Kurdistanê piştgiriya Mahabad kirin

19:57 - 10 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Rexma atmosfera ewlekarî a li ser rojhilatê Kurdistanê, rûniştvanên bajarê Serdeştê duh êvarê derketin kolanan û berpirsyarên mirina bi guman ya Ferînaz Xosrewanî şermizar kirin.

Li gor apora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di xwenîşandana roja şemî 9`ê gulanê a Serdeştê de, bi dehan kes ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hatin binçavkirin.

Herwiha gorî raporên gihîştî berdest ajansa nûçergihaniya kurdpa, li Sine û Seqiza rojhilatê Kurdistanê jî, nêzî 10 kesan hatine dest bi ser kirin ku heya niha nasnameya wan nehatiye zelalkirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Serdeştê ragihand: Ew çalakiyên nerazîbûnê li meydana“Serçawî”ya Serdeştê heya şeqama“Kemerbendî”ya wî bajarî, bi awayekî meş û gotina siloganan heya çend demijmêran dom kir.

Herwiha çavkaniyeke agah ya nûçeyan li Serdeştê peyamnêrê Kurdpa re got: Di wê xwenîşandanê de dengê teqeyan hat û di encama gulle reşandina hêzên leşkerî yên ser bi hikûmerê ve, çend hemwelatî yên Kurd hatin birîndarkirin.

Wê jêderê amaje bi vê yekê jî kir ku kemwelatiyan bi siloganên”Mehabad ne bitenê ye” “Em tev Ferînaz in ”piştevaniya xwe bi Mahabadê re nîşan dan.

Li aliyekî din ve, hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, piştî bûyera Mahabadê, rewşeke ewlekarî bi ser bajarên Urmiye, Merîwan, Seqiz, Sine û Bokanê de hakim kirin e. Ew bajar bi yekcarî dorpêçkirine û ketin û derketin (hatûçû) a zêde ya nav wan bajaran jî qedexe kirine.

Gorî raporta here dawî li xwenîşandanên Mehabadê, heya niha 170 kes hatine binçavkirin û 15 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Kurdpa nasnameya hejmarek kesên binçavkirî cem xwe hene, lê binçavkirina 170 kesî piştrasta nake.

Hêjayî gotinê ye birêveberiya Îstixbarat (Îtilaat) a Mehabadê, malbata Ferînaz Xosrewanî gef lê xwerine û ew di hevpeyvîn ligel ragihandin û medyayên derveyê Îranê, tirsandin e.

Her têkildarî wê mijarê, rêxistina Lêborîna Navneteweyî jî, bi derxistina daxuyaniyekî, Îran bi binpêkirina mafên xwenîşanderan hişyar kir.

\"26485.jpg\"

\"26483.jpg\"

\"26484.jpg\"

\"26486.jpg\"