Bajarê Urmiye Û Nasnameya Kurdî.!
22:28 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
Mecîd Cinîkanlû:
Qewmê Aryayî ê Kurd di destpêka sedsala 8’an a berî zayîna Mesîh, bi rêberiya Diyako dewleta xwedîhêz a Mad ava kir. Mad nêzî 2000 salan berî zayînê hatine Îranê û di wan herêmên ku îro rojê dibêjnê parêzgehên Azeraycana Rojava û rojhilatêKurdistan, Hemedan, Kirmaşan, Îlam û
Loristanê akincî bûn. Diyako rêberê Madiyan mirovekî cesur û hişmend bû. Wî karî bi hevgirtina Madan yekemîn dewleta Aryayî di felatê Îranê de ava bike.
Di serdemê hikûmeta Mad de, ji bakûra Ermenistanê heya Kendava Fars, ji rojava ve bigre heya ku digihîşte rûberê Qizil Îrmaqê û ji wir ve heya deşta Lut sererdê Mad bû. Paşayên Mad giştan welatê xwe bi awayê eyaletî îdare dikirin ku Azerbaycan jî wekî gişt eyaletan hakimê xwe hebû. Azerbaycan di serdemê hikûmeta Kuroşê mezin de yek ji eyaletên herî mezin û giring yên Îranê bû. Daryûş lîsteyek ji eyaletên welatê xwe li berbiniya çiyayê Bîston li ser kevirekî nivîsandiye ku di destpêka sala 520’an a berî zayînê bi dîharî maye. Di vê lîstê de welayeta Azernaycan bi niştîmana Mad hatiye binav kirin.
Navê Azerbaycan û wateya wê
Hirudut dîroknasê Yonanî ku bi bavê dîrokê tê naskirin, dinivîse: Qewmên Aryayî dema ku hatne felatê Îranê hêdî hêdî bi ser çend desteyan de hatine parvekirin û herêmên cur bi cur yên Îranê dagîr kirin. qewmên herî giring yên Aryayî, Mad, Pars û Part bûn ku dewletekî mezin avakirine. Yekemîn qewmê ku di vê rêyê de pêngav hilgirt, Mad bûn ku di destpêka sedsala heftan a berî zayînê de, dewleta xwedîhêz a Mad (di sererdê Azerbaycan û Loristanê de) ava kirin. Şayên Mad dewleteke xwedîhêz pêk anîn ku di cîhana kevnar de bû bingehdarê bajarvanî û çanda kevnarzaniya Îranê. Di nava eyaletên Îranê de renge navê kêm eyaletekê hindî Azerbaycan bo xelkê nasyar be. Navê Azerbaycanê ji nêzî 2700 salan berî niha ve yek ji wan navên herî bi nav û deng ê erdnîgariya Îranê bûye ku di her qonaxeke dîrokê de, bi hin bûyerên giring re berbirû bûye. Azerbaycan di serdemê Hexamenişiyan de û berî wê j
î bi navê welatê Mad bûye û hatiye binav kirin ku bi satrap (eyaleta herî giring a welat dihate hesibandin) . Di derbarê navê Azerbaycanê, nivîsara Istrabun erdnîgarzanê naskirî ê Yunanî, ji hemûyan serastir e.
Li gor nivîsarên Istrabun, dema ku qonaxa desthilatdariya Hexamenişiyan bi dawî hat, Eskender Meqdunî êrîşî ser Îranê kir, lê serdarek bi navê Atropat di sererdê Mad (Azerbaycan) de rabû û nehêla ku ew der bikeve destê Yunaniyan de û berxwedaniyê Yunanî şikest dan. Xelkê sererdê Mad seba rêz û hurmetgirtina li hember cesurî û gernasiya serdarê xwe Atropat, ew kirne şah û sererdê Mad bo Atropatkan yanî sererdê Mada binav kirin û ew der serbixwe ragirtin. İstrabun ku pirtûka xwe di serdemê
desthilatdariya Eşkaniyan (nêzîk bi zayîna mesîh) de nivîsandiye, dibêje: Hêla jî cîgirê Atropat mane û serbixweyî hene. Êdwîn Rayt, roja mirina Eskender bi roja ji dayîkbûna Atropatkan dizane û yên ku şik û guman di vê çendê de hene ku navê Azerbaycanê ji navê Atropat hatiye wergirtin dibêje, çi şikek di vê yekê de tune ku navê Azerbaycan ji Atropat hatiye wergirtin, çimku çi nîşaneyek ji vê navî di serdemê berî Eskender de çinebûye, ji bilî sererdê Mad, Ferdusî helbetvanê mezin ê Îranê, Azerbaycan bi Azerbaygan binav kiriye, Ereb dibêjnê Azerbaycan, Ermenî dibêjne Azerbaycan û di pirtûkên kevnar ên Pehlewî de digotinê Atropatkan ku heman Atropetkan e. Di vira de ye ku wateya Azerbaycanê îsbat dibe ku di destpêkê de Atropatkan bûye û piştre Azerbayan û paşê jî bi derbasbûna dîrokê bûye Azerbaycan.
Hatina îla Efşar bo bajarê Urmiyê û guherîna demokgrafiya herêmê
Dûrxistina bi kom a bi hezaran malbatên îlên Kurdan ên herêma Urmiyê bo Xorasana Bakûr û piştî wê şikesta terajîdî a îlên Biradost û Mukrî û girtina kela Dim Dim û kuştina mezinên Kurdan û pareke zaf ji alîgirên Emîrxanê Biradost(Lepzêrîn) û tevkujiya îla Mukiryan, gişt bûne destpêkek bona guherîneke bingehîn di pêkhateya akinciyên vê herêmê û di encam de guherîna
demografiya herêmê bi qazancê nexweciyên vê herêma Kurdistanê.
Di encama van bûyeran û guherîn di warê aborî, civakî, siyasî û şer, Kurdan ji bilî evê ku pareke zaf ji hêza xwe a mirovî û madî ji dest dan, di berhevdanêt herêmê de jî wekî berî xwedîhêz neman û hêza desthilatdariyê jî ji dest dan ku pêştir di destê mezinên Kurdan de bû. Îla Efşar yek bû ji wan 7 îlên Qizilbaş ku di şerên şa Îsmaîl û avakirina dewleta Sefewî roleke giring lîst, lê hinek ji seranên vê îlê bi vê gunehê ku di Kuştina Mehd Elya hevjîna şa Mihemed Xudabende û kuştina Hemze Mîrza kurê Şah Mihemed mehkûm bûn, dema ku şah Ebas li ser text rûnişt, seranên Efşar ditirsiyan ku Şah Ebas tolê veket, lewra ew di sernaserî Îranê de belav bibûn û nediwêran ku xwe nêzî derbar bikin. Lê berevajiyê Îranê, hinek ji seranên vê îlê di şerê Bexdayê de cesurî ji xwe nîşan dabûn û Şah Ebas ji hêza vê îlê agehdar bû, yek ji mezinên vê îlê bi navê Kelbelî xwest û naznavê Xan
pê bexşî û ferman dayê ku îla ji hev belavbûyî a Efşar kom bike û wan bibe danê Urmiyê di ciyê Kurdan de. Şah Ebas ji vî karê xwe dixwest du armancan bişopîne:
1- Dana parêzgehên serhedan bi yek ji îlên dilsoj ên derbarê Ecem di ciyê îlên Kurdan de ku tevî guherîna parsenga hêzên Rom û Ecem, Kurd her carê dikeve tev aliyekê.
2- Tepeserkirin û kuştina îlên Kurdan ku çendîn sal bû dijberî hikûmeta Ecem xebat dikirin.
Kelb Elîxan di heyameke kêm de 12 hezar malbatên îla Efşar ku li seranserê Îraqa Ecem, Fars, Kirman, Xorasan û Qezwînê de belav bibûn, di bajarê Selmasê de kom kirin. Lê seba vê yekê ku herêma Selmasê vala ji akinciyan bû, îla Efşar, ew îla dagîrkerê sererdê akinciyên herêmê rastî berxwedan û xebata îlên Kurd ên herêmê bû. Temerxan kurê Emîrxanê Dim Dim ji hemen destpêka dagîrkirina herêma Selamsê de destê îla Efşar, li hember vê îla dagîrker de ku di rastî de sererdê wî dagîrkiribûn, sekinî û berxwedan kir, lê bi sedema nebûna piştevanekê her çend ku çendîn caran li hember wan de berxwedanî ji xwe nîşan da, lê di yek ji êrîşan de li rex ruberê Qeresuya Selamsê de bi tundî birîndar bû. Piştî wê Kelb Elîxanê Efşar bi her cureyekê ku bibe, çû nav bajarê Urmiyê û bona akincîbûna xwe Topraq Qele hilbijart û piştî wê her yek ji çiqên îla Efşar şande herêmeke Urmiyê da ku wan ciyan
ji akinciyê wir bigirin ku bi vî awayî bû:
1- Îla Kunduzlu bo herêma Dolê a Urmiyê
2- Îla Qeregla bo herêma Rozeya a Urmiyê
3- Îla Kuhkeluyê bo herêma Nazluçay a Urmiyê
4- Îla Îmanlu bo herêma gola Urmiyê
5- Îla Ereşlo bo herêma navbera Urmiye – Selamsê
6- Îla Qasimloyî bo herêma Geliyê Berandêzê di ciyê kela Dim Dim de
7- Îla Qerepapax bo bajarên Mako, Xoy, Nexede
Her çend ku îlên Kurdan gellekî cehd kirin ku vê îlê dagirker ê Ecem ji axa xwe de derxîne, lê bi sedema nebûna hevgirtinê û piştevaniya hikûmeta Şa Ebas ji
sebebkarê ji rê derêxistina dîn dizanîn û di warê ziman û miliyet ve, ji îla teze hatî a Efşar cuda bûn. Di warê siyasî de Kurdan, Turk bi dagîrkerên welatê xwe dizanîn û cehd dikirin ku wan ji sererdê xwe derêxsin. Dirêjiya vê rewşê dijberiya di navbera Kurd û Eceman de zêdetir dikir û gihande qonaxeke pir aloz ku mirov dikare bêje rengeke siyasî û teqrîben neteweyî bi xwe ve girt. Turkan karîn piştî çend nifşan aqibet di herêmê de akincî bin û bibne desthilatdarên bajar û kelên vê herêmê û Kurdan jî derêxin û wan neçar bikin ku herne gund û çiyayan û îlên Hêyderanlo, Celalî, Zengene û Dinbelî dûrbixin bo bajarên Xorasan û Qezwînê, kel û herêma Qitura Xoyê ku heya wî çaxî di destê îla Kurd ya Mehmudî de bû, hêzên Kelb Elîxan êrîş kirin ser wir û ew herêm bo yekcarî ji destê Kurdan derêxistin û Kurd ji wir derxistin. Lê her wekî em dizanin bi xweşî ve Kurd tevî hemû zulm û zora
ku li wan hatiye kirin, dîsan jî Kurd li hemberî dagîrkirina welatê xwe sekinîn. Niha bi sedema zayîna zaf a Kurdan, hekî Kurd di wan herêman de ji wan zêdetir nebin, kêmtir jî nînin. Ew tişta ku Xameneyî di sala 1377(1998)’an de, navê wê danî ,zayîna siyasî. Lewra niha rejîm bi hemû hêza xwe dixwaze ber ji zayîna han di nava Kurdên wan herêman de bigire. Gotina me ya dawî eva ye ku bi her awayekê be, bajarên Maku(Madkuh), Xoy, Selmas û Urmiye bajarên Kurdistanî ne ku Turk, Ermenî û Azerî tê de dijîn. Ev yeka rastiyeke haşahilnegir e ku ne tenê ez, belkî dîrok vê rastiyê îsbat dike.
Çavkanî:
- Îranê bastan(Seîd Nefîsî)
- Kurdistan û Kurd(Dr. Ebdulrehman Qasimlo)
- Hereketê Kurd bê soyê Xorasan(Kelîmulah Tewehudî)
- Kurd û Kurdistan(Emîn Zekîbeg)
- Kurd û Ecem(Enoşîrvan Mistefa)
- Merdomê Qezwîn(Dr. Perwîz Wercawend)
Kelb Elîxan, îlên Kurd hertim tûşî şikestê bûn û rewş ji bo mana Îla Efşar rehet kirin. Têkiliyên di navbera Kurd û Turk (Ecem)an di vê herêmê de êdî qet rengê xweşiyê bi xwe ve nedît û hertim bi çavên dujmin li hevdu dinêrîn ku vê yekê jî çendîn egerên xwe hebûn:
1- Turk(ecem) li warê mesebî ve Şîî bûn û Kurdên Sunî bi ne misilman dizanîn.
2- Eceman bi Turkî diaxivî û digotin Kurd şerur in û Kurd kome kom dikuştin.
Di warê siyasî de Ecem desthilatdar bûn û kar û barên siyasî, aborî û şer ên hikûmetê di destê wan de bûn û wekî bindest bi Kurdan riftar dikirin û zulmeke zaf li Kurdan dihate kirin, lê îlên Kurd çi warê mesebî ve Sunî bûn û wan Şîî bi
Bêşik û guman welatê Azerbaycanê bi giştî û Azerbaycana Rojava(Atropatkan) bi taybetî li heyama dîrokê de ji ber hin sedemên weke jeopolîtîka taybet, têkilbûna şêniyê, dijhevbûna olî, maytêkirinên gel û neteweyên biyanî û her wiha siyasetên çewt ên kolonyalîstî, berdewam weke yek ji navendên liv, dijkiryar û kêberkêyên navneteweyî bûye û neteweyên biyanî hewl dane ku bi êrîşkirin bo ser wî beşa Kurdistanê, wê dagirbikin û akinciyên rasteqîn ên wê derxînin. Her wiha hikûmetên desthilatdar di Îranê de
yek li pey hev ji dema hikûmeta Sefeviyan heya îro ji siyaseta derxistina Kurdan piştevanî kirine. Niha kar gihîştiye cihekê Kurd ku yek ji akinciyên resen ên wî beşî ne, weke koçber dihesibînin!? Li nivîsara han de ez dixwazim ku bi mifahwergirtin ji çavkaniyên nivîskarên biyanî û yên din, van îdeayên pûç û bê bingeh vala û betal bikim. Armanc ji nivîsara han tenê mehkûmkirina nejadperest û ew kesên ku dîrokê tevlihev (tehrîf)dikin e, ne meremek din.
Dr. Ralf Sulkî dibêje axa welatê Kurdistanê ji hezaran sal berî niha ve cihê jiyana neteweyekê bûye ku îro jê re dibêjin Kurd. Her wiha di vê derheqê de Îhsan Neraqî nivîskarê pirtûka Dîroka Îranê dibêje: “Madan di encama siyasetên berfirehkirina welat, erdên başûr û rojavayê gola Urmiyê xistin bi ndestên xwe”. Her wiha Wêlçîfskî di pirtûka xwe de ya bi navê Nejda Kurd de, Gotiyan ku li damezrandina dewleta Made de xwedî bandor bûne, weke bapîrê Kurdan dihesibîne. Di vê derheqê de Dr. Ebdulrehman Qasimlo dibêje: “ Îro rojê zanist dide selimandin ku Kurd ji nejada girûpên Gotî û Loloyiyan in”. Bi liberçagvgirtina hemû belgeyên han, tê selimandin ku Kurd neteweya sereke a akinciyê Îran û Azerbayvanê bûne û tu demekê koçber nebûne, axa tu neteweyekê dagirnekirine û di encam de em dikarin bibêjin ku welatê Azerbaycan(Atropatkan) welatê çend hezar salî ê Kurdan e. Îrec Efşar di pirtûka xwe a bi navê “Nêgahî bê Azerbaycan”(Nihêrînek bi ser Azerbaycanê) cilda 2 rûpel 576’an de dibêje: “Dewleta navendî 40000 malbatên Kurd ên Tevrêzê ji bo deverên Heştrod, Germrod, Serab û Fozî Çay şand û her wiha qasî 40000 ên din jî ji bo Xorasanê koçber kirin”. Bê guman koçberkirin yan bi wateya îroyîn dûrxistina 80000 malbatên Kurd li çaxê hikûmeta Sefewiyan ji Tewrêzê bo herêmên din ên Îranê, serbarê selimandina Kurdistanîbûna Azerbaycanê, nîşanderê vê rastiyê ye ku navê Tebrîzê ku niha jî bi Kurdî Tevrêz tê gotin, navek Kurdî ye û îdeayên ew kesên ku dibêjin Kurd li welatê Azerbaycan neteweyek nûhatî ne pûç û vala dike. Serbarê vana hebûna çend gundên Kurd akincî di nava dilê Azerbaycana Rojhilat li herêmên Xelxal û Kelîbar bi navên Bala Koh, Çem Gerden, Ehmedabad, Elkeş, Ebasabad, Soqcan û ...wd nîşanderê akincîbûna çend hezar salî a Kurdan di vê bêşa Îranê de ye û hebûna navên Kurdî li seranserê Azerbaycan û Qefqazê ku hinek peyv ji wan kêm yan zêdebûne belgeya niştecihbûna Kurdan di wan herêman de bûye. Bo mînak navê Qefqaz navek Kurdî ye û tê wateya cihê kombûna qazan, yan navê çemê Eresê ku navê giyayek bêhnxweş e navek Kurdî ye. Her wiha navê çiyayê Sebelanê ji navê Seholanê
ku navek Kurdî ye û tê wateya çiyayê cemidîn hatiye wergirtin. Evana hemû Kurdistanbûna wî welatî didin selimandin. Dr. Elîekber Welayetî, li pirtûka xwe a bi navê “Tarîxê Rewabêtê Xarêciyê Îran der ehdê Şah Ebasê Ewel”( dîroka pêwendiyên derve ên Îranê li çaxê Şah Ebasê yekem de) dibêje: “Piştî derxistina Ozbekan ji Xorasanê, Şah Ebasê Sefewî ji bo parastina sînorên rojhilatê Îranê, çend hezar malbatên Kurd ji Azerbaycana Rojava û Kurdistanê koçberî Bakûr Xorasanê kirin. Eger çi koçberkirina Kurdên Azerbaycanê ji bo Xorasanê, demografiya herêma han heya qasekê guherî, lê niha piştî derbazbûna 400 salan hêj Kurdên Xorasanê li hêviya vegeriyan bo welatê xwe
anku Azerbaycanê ne û ev daxwaza wan ji destpêka koçberkirina wan bo Xorasananê gellek bi zelalî di helbestên wan de ku ji bo me bicih mane tê dîtin”. Bo mînak:
Çiyayê ser me, erzrome me Cengelo, gulo, tome heft sal in ez pê çûme
Kurdên han piştî dûrxistina wan ji welatê wan ê dayîkê, serbarê vê çendê ku bi hezaran helbestên Kurdî di vê derheqê de nivîsandine, navên gişt çiya û çemên welatê xwe anku Azerbaycanê ji deşt û çiyayên Xorasanê danîne. Bo mînak navên weke Agirî(Ararat), Eres û Qutor li Xorasana Bakûr tên dîtin ku li gor vekolînên Kelîmulah Tewehudî, navên han ji bo bîranîna welatê dayîka xwe hatine bikaranîn. Her wiha hebûna hikûmeta Mosafriyan(Salariyan(272 Heyvî)), Rewadiyan(170 heyvî), Denbeliyan, Biradost, Zendiyê û... nîşanderê dîroka wî welatî ne. Ehmed Kesrewî nivîskarê pirtûka “Şehriyaranê Gumnam” (Wezîrên Bê nav û nîşan) di pirtûka xwe de dinivîse: “Li herêmên derdora gola Urmiyê bi taybet Şino, Mehabad, Meraxe, Xoy, Urmiye û derdorên çiyayê Sehendê, eşîreteke Kurd bi navê Rodadî akincî bûne ku li dema êrîşa Ereban bo ser Îranê mil bi milê Îraniyên din berevanî ji welatê xwe kir
in. Eşîreta han li welatê Kurdistan û Azerbaycana Rojava xwedî desthilat bûn û bi destbisderdagirtina herêmên derdora gola Urmiyê hikûmetek bihêz ava kirin ku heya demekî zaf tevî Ereban li şer û pevçûnan de bûn”. Di encam de bi liberçavgirtina gişt belgeyên nivîskarên biyanî, Azerî, Fars, Kurd û tewr(hetta) nivîsên dîrokî weke Bîston û Kêleşînê, welatê Azerbaycanê gellek ji mêjve ye ku welatê Kurdan bûye û tu demekê Kurdan axa neteweyek din dagir nekirine, belku berevajiyên vê çendê berdewam welatê wan ji aliyê neteweyên biyanî ve hatiye dagirkirin. Piştî êrîşa Ereban bo ser Îranê û bicîmana beşek ji rewşt û tîtalên wan di
Kurdistanê de, hêj Kurd nevehesiyabûn ku ji du aliyan ve ketin ber êrîşa du neteweyan ji deştên Asiyaya Navîn. Turkên Qefqaz ji bakûr û Moxol jî ji Rojhilat ku êrîşên han heyamê 2 sedsalan dom kirin û Kurd hemberî gellek pirsgirêkan kirin. Çûnku Kurd bi tu awayekê amadeyî pejirandina du nejadên biyanî li welatê xwe de nebûn û berdewam tevî Turkan li pevçûnan de bûn. Mînoriskî derheq êrîşa Turkan dibêje: “Li destpêka sedsala yazdan a Zayînî de, Turkên Oxoz ketin nava Meraxe û Cexetoyê û piştre jî li sedsala sêzdehan de, Moxol hatin Îranê”. Seîd Nefîsî, nivîskarê Îranî li vê derheqê de dibêje: “Li detpêka sedsala pêncan a zayînî de, Îran ji du aliyan ve tevî du regezên biyanî berbirû bûye, ewên ku ji rojhilat ve pêkhatine, Îraniyan ji wan re Heftal û Taziyan jî ji wan re Hîtil gotine ku li gor nêrîna dîroknasan bêşik ew ji regeza Turk bûne û her wiha ewên ku li sînorên Bakûrê Rojava
li pişt çiyayên Qefqazê peyda bûne, Îraniyên hertim Xezer hatine binav kirin ku li gor vekolînan ew jî ji nejada Turkên îroyîn bûne. Dr. Mihemed Moîn li parvekirina zimanan de, zimanê Tukî li cem zimanên Moxolî û Çînî didanê. Di rastî de eva han rastiyek e, çunku Moxol ku 900 salan piştî Turkan hatine Îranê, lê ew her du bi başî ji zimanê hev fam dikin ku eva belgeyek e ji bo vê çendê ku Turk û Moxol ji yek nejad in ku hêdî hêdî her yek ji wan neteweyek pêk anîne”. Îrec Efşar li pirtûka “Nêgahî bê Azerbaycanê Xerbî”( Nihêrînek bi ser Azerbycana Rojava)’yê de dibêje: “Eşîreta Efşar akinciyê sereke û xwecih ê Îranê nine beluk ji Turkistanê ve hatine Îranê”. Ew her wiha dibêje ku piştî êrîşa Moxolan bo ser Îranê, gellek eşîretên Turkziman hatin Îranê û hikûmeta Îlxanî avakirin ku navenda wan li Azerbaycanê bû û eşîretên ku biwan re bûne li Azerbaycan, Aran û beşek jî li Asi
yaya Biçûk de
akincî bûne. Eşîretên han tevî eşîretên ku berî wan hatibûn Îranê pêwendiya xizmatiyê hebûn. Êla Efşar yek ji wan êlan bû ku tevî Holakoxanê Moxol hatin Îranê. Êla han li Azerbaycanê akincî bûn û hêdî hêdî ji nifûsa wan zêde bûye. Di encam de û bi baldan bi wan gotinên Îrec Efşar ku bi xwe Turk û ji êla Efşar e, bi başî hevregezbûna Turkan tevî Moxolan û dagirkirina welatê kevn ê Kurdan anku Azerbaycan ji aliyê wan ve ji bo hemûyan rohn û eşkere dibe. Her di wê pirtûkê rûpela 692’ê de dibêje: “Şah Ebasê Sefewî li destpêka desthilatdariya xwe de, ji bo kêmkirina bandora neteweyên xwecih, beşek ji êla Eşfar ku li başûrê Etrek li herêma Ebîwerdê bûn, koçber û anîn bo Azerbaycanê”. Bi wî awayî û bi taybet piştî hatine ser kar a hikûmeta Sefewiyan, hêdî hêdî Turkên Efşar bi hevkariya desthilatdarên hikûmeta Sefewî, deste deste Kurd koçber û dûrxistin û piştre dest bi ser welat
ê wan anku Azerbaycan ku take yadgara serdarê Mad Atropat bû, girtin û ew Kurdên ku bicih mabûn ber bi çiyayan ve kişandin û bi xwe kar û barên bajaran bidestve girtin. Egere çi ew karê Turkan her ji destpêkê ve tevî dijkiryara xanên Kurd weke Emîrxanê Biradost berbirû bû, lê jiber piştgiriya hikûmeta Sefewî ji êlên Turk, berxwedanên han hemberî têkçûnê bûn. Turkên hatî piştî dagirkirina welatê dîrokê ê Kurdan, dest avêtin siyaseta guherîna navên çiya, bajar, gund û...wd ku li meşandina siyaseta han de jî serkevtin bidestve anîn. Bo mînak navê çiyayê Agirî, bi zêdekirina paşnavê Dax, kirin Agirîdax, yan navê girê dîrokî ê Kirod ku rêya Urmiye bo Golmanxanê ji nava wê de derbas dibe, guherîn û kirin Kûrdler ku mixabin siyaseta han niha jî ji aliyê rejîma desthilatdar ve tê meşandin. Mihemedemîn Riyahî, nivîskarê pirtûka “Tarîxê Xoy”(dîroka Xoyê) îfadê bi Kurdîbûna navê Xoyê dike. Ci hwarên dîrokî ên wî bajarî bi destê Kurdan hatine çêkirin, lê bo mînak dema ku navê Pira Xatûn ku bi destê Kurdan hatiye çêkirin tê holê, Turk jê re dibêjin Xatûn
û....wd ji bo herêmên dûrdest ên Îranê koçber kirin. Piştî hikûmeta Efşaran hikûmeta Zendiye bi rêberiya Kerîmxan hate ser kar. Kerîmxan li hewlê de bû ku welat serbixwe û aram be ku li dema desthiltdariya wî de, Kurd xwediyê jiyaneke biewle bûn. Lê mixabin zirûfa han gihîşt dawiyê û bi hatine ser kar a hikûmeta dijî Kurd a Aqa Mihemdxanê Qacar yê Turk, Kurd bi awayeke hovane hatin tepeserkirin. Cîgirên Aqa Mihemdxan jî ji tu cinayetekê xwe neparastin. Li dema hikûmeta Qacar de, êla Qerepapax ku yek ji êlên Turk bû ji cihê êlên Kurd hatin bicî kirin. Eger çi hatina êla Qerepapax bo welatê Kurdistanê bê dijkiryarek Kurdan nebû, lê di encama berxwdana eşîrên Kurd weke Herkî, Şikak û Kure Sunî li derdora bajarên Xoy, Selams û Qutorê, di sala 1245’án a Heyvî de, bi fermana Ebasmîrza li herêma Soldozê(Nexede) hatin cihwar kirin.
Li dema hikûmeta Qacar û ji ber zordariya karbidestên wê hikûmetê li hember Kurdan di encam de Qehremanê bi nav û deng ê Kurdistanê, Şêx Obeydulahê Nehrî kete hizra berevanî ji ax û neteweya xwe û avakirina Kurdistanek serbixwe ku ji bo armanca han Kurdên Îranê jî ketin gel wî. Şêx ji bo serbixweyiya Kurdistanê û her wiha serbestbûna hertimî a gelê Kurd ji zulm û zordariya hikûmetên hov û dîktator ên Qacar û Osmanî, li gor biryarekê di destpêkê de xwest ku berê Kurdistana Îranê û piştre jî Kurdistana bin destê Osmanî rizgar bike. Lewra di navbera salên 1887 û 1880’an de, li gor bernameyek netewexwazane û tenê ji bo avakirina Kurdistanek serbixwe, berê êrîş bire ser Miyanduav û piştre Tevrêz û piştre jî Urmiyê, lê desthilatdarên Qacar bi çekdarkirina Azeriyan heya
Kurpîsî û eva her ew siyaseta guhertina navên Kurd û danîna navên Turkî li cihê wan e ku ez dê hewlê bidim li doma nivîsara xwe de, îşare bi vê çendê bikim. Piştî hikûmeta Sefewiye û tevlîhevbûna beşek zaf ji welatê Kurdistanê bi destê desthilatdarên Sefewî, bi hatine ser kar a Hikûmeta Efşaran, wan jî ji her alavekê bona tepeserkirina Kurdan mifah stand. Nadir Şah jî mîna Sefewiyan êlên Kurd ên weke Zeeferanlû, Qeşqayî, Mîlanî, Qizilbaşên Kurd
qasekê karîn paşdekişyanê bi hêzên Şêx bikin. Niha jî cihê niştecihbûna Şêx li bajarê Urmiyê bi cî maye ku Azerî jê re dibêjin Şêx Tepe, ku bi Kurdî tê wateya girikê Şêx û weke tê zanîn cihê fermandehiya Şêx bûye. Xala ku li şoreşa Şêx de cihê baldanê ye, eva ye ku gelo merema Şêx ji dagîrkirina Tevrêzê çi bû? Renge ji ber vê çendê ku berevajî niha ku Turk li bajarên Tevrêz û Meraxê de zêdetir in, wê demê piraniya bajarên han Kurd bûne ku eva jî bi xwe hewcehî bi vekolînet taybet heye. Lê piştî heyamekê û bi hevkariya çend welatan weke Îngilistan, Rûs, Îran û Turkiya Osmanî şoreşa Şêx Ebdulahê Nehrî hemberê têkûnê bû û Şêx piştî girtinê ji bo bajarê Mekê li Erebistana Seûdî, hate dûrxistin. Piştî şoreşa Şêx Ebdulahê Nehrî, eger çi Kurdistan şahîdê berxwedana Kurdan bû, lê tu demekê berxwedanên han bi awayeke rêxistinî û tekûz nebû. Hetanî dem gihîşt şor
eşa Simayîl Axayê Şikak. Eşîra Şikak yek ji mezintirîn eşîrên Kurdistana Îranê ye ku ji demên berê ve navê wan di guherînên derdora Urmiyê de bûye. Serokê wê eşîrê Simayîl Axayê Yekem, ji demên dûr ve tevî hikûmeta navendî dijatî hebû û herêmên Xoy, Selmas û Urmiye bi awayeke nîveserbixwe dihatin îdarekirin. Piştî mirina Simayîl Axayê Yekem, kurê wî Mihemedaxa bû serokê eşîra Şikak ku ew jî heyamek zaf li dijî hikûmeta navendî xebat û tekoşîn kir û di encam de bi destê hêzên Osmanî hate kuştin. Piştî mirina Mihemedaxa, kurê wî yê mezin ê bi navê Ceweraxa bû serokê wê eşîretê. Ceweraxa herêmên Urmiye, Xoy û Selmasê weke herêmên xwe dihesibandin, ji ber vê yekê jî hertim tevî Turkên wan herêman li şer û pevçûnan de bû. Heya demekê ku ew jî bi dek û fêla hikûmeta navendî ji bo bajarê Tevrêzê hate gazîkirin û li wir bi destê hêzên rejîma Qacar hate kuştin. Piştî kuşt
ina Ceweraxa, dor gihîşt Simayîlaxayê Simko. Simko ji ber dîroka dûr û dirêj û tejî xwîn û hitbara eşîreta xwe di nava Kurdan de hatibû nasîn. Her wiha Simko tevî Ebdulrezaq Bedirxan hevkar û hevhizr bû û Seyîd Teha jî li geşandina hestên nasyonalîstî li Simko de rolek berbiçav hebû. Piştî kuştina birayê wî anku Cewraxa, Simko digîhîje vê encamê ku take rêya berbigirtin ji kuştina Kurdan, avakirina dewleteke serbixwe a Kurdî ye. Ji ber vê çendê wî piştî heyamekê, bajarên Xoy, Urmiye, Selmas, Mehabad, Seqiz, Miyanduav û Meraxe xiste bin destên xwe û li bajarê Xoyê yekemîn dibistana Kurdî avakir û piştre jî li bajarê Urmiyê rojnameya Kurdî a bi navê Roja Kurd, weşand. Eger çi şoreşa Simko jî tevî têkçûnê berbirû bû û ew jî weke bab û kalên xwe bi deka dagirkerên Kurdistanê hate şehîdkirin, lê hizr û baweriyên Simko, hêj di nava dilê Kurdan de zindî mane. Piştî şehîdkirina Simko li sala
1930’an, termê wî berbi bajarê Urmiyê hate veguhastin û heyamê 3 rojan termê wî li meydana bajar de hate ragirtin.
Dr. Mihemed Hawar, nivîskarê pirtûka Simkoyê Şikak de dibêje: “Renge berevajiyê vê çendê ku Turk niha li bajarê Urmiyê piranî ne, wê demêk di nava bajarê Urmiyê de Kurd piranî bibin”. Piştî mirina Simayîlaxayê Şikak, di bin bandora van hizr û baweriyên nasyonalîstî ên Simko de bû ku li bervara 25.6.1321’an, de Komeleya Vejiyana Kurd (Komeleya J.K) li welatê Simko hate damezrandin ku piştî heyamekê navê xwe bo Partiya Demokrat a Kurdistanê guherand û destkevta wê avakirina Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê de bû ku mixabin Komara han jî tenê 11 mehan li ser pê bû û di
encam de bi hevkariya hikûmetên biyanî û rejîma Pehlewî hate hilweşandin û rêberên Komarê weke Pêşewa Qazîmihemed, Sêyf Qazî û Sedr Qazî hatin darvekirin. Lê di bin sîbera Komara Kurdistanê de bû ku Kurdan nîşan dan karîna birêvebiririna welatê xwe hene. Piştî hiloşîna Komara Kurdistanê, heya sê dehsalan bû ku Kurdistan di zirûfeke nîv çalak de bû. Beşek ji rêber û endamên Komara Kurdistanê çûn bo Kurdistana Başûr. Rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê wê demê di Kurdistna Îraqê de niştecih bû û tenê dikarî bi awayeke nepenî mijûlê rêxistina gelê Kurd li Kurdistana Îranê de be. Eger çi li wê demê beşek ji Kadroyê partiyê dest avêtin xebata çekdarane di salên 1346 û 1374’an, ku di encama wê de beşke zaf ji wan Kadroyan hatin şehîdkirin, lê di rastî de ev qonaxa rêxistina dubare a partiyê bû. Piştî şoreşa gelên Îranê di 22’ê Rêbendana 1357’an de, Partiya Demokrat bi rêberiya Dr
. Ebdulrehman Qasimlo, vegeriya Kurdistanê û endamên wê dest avêtin çalakiyên piropagendeyî ji bo partiya rêberê gelê Kurd li Kurdistana Îranê. Li gerra yekem a hilbijartina Meclîsa Xobregan de, Dr. Qasimlo li Azerbaycana Rojava de piraniya dengan bidest anî û weke nûnerê vê parêzgehê hate hilbijartin, lê ji ber gefên ku ji wî re hatibûn xwerin neçû bo Tehranê. Li wan deman û di germe germa şoreşê de, dema ku Partiya Demokrat dixwest mîtîngekê li bajarê Nexedê lidar bixe, mîtînga han ji aliyê Turkên Qerepapax ku ji aliyê Mela Hesenî ve hatibû rêxistin, kete ber êrîşa guleyan û di encam de çendîn Kurd hatin şehîdkirin. Piştî vê bûyerê pasdarên rejîma taze bidesthilat gihîştî êrîş birin ser gundên Qarne û Qelatanê û zarokên yek salî heya kalmêrên heftê salî kuştin ku ji wê demê heya niha tu demekê Kurd û Turk amadeyî pejirandina hevdu ninin. Bê şik û guman xebat ji bo azadiya Kurdistanê dê
her berdewam be û Kurd tu demekê iznê nadin ku bûyera Musilê dubare bibe ku li gor peymana Sîverê bajarek ku bi giştî Kurd akincî bû û qirar bû dewleta serbixwe a Kurdî li wir were damezrandin, niha bûye bajarek ku piraniya wê Ereb in û Kurd neçar bûn dev ji xwestina Musilê hilgirin. Bêguman heke rejîma Bees heya çend salên din maba, belaya han dihat serê Kerkûkê jî. Eger çi heya qasekê armanca han bi encam gihand. Lê nabe ji bo Kurdên Îranê eva dubare bibe, demekê ji Mako heya Loristan û Bextiyariyê Kurdistan bû, lê niha ji ber siyasetên rejîmên desthilatdar bi ser Kurdistanê de, Lor û Bextiyarî ji Kurdan hatine cudakirin. Eger çi di warê regez, ziman û welat ve em di çarçoveyeke hevbeş de ne, lê ji ber siyasetên rejîmên desthilatdar û guhnedana Kurdan ji Lor û Bextiyariyan re, hêdî hêdî di heyama dîrokê de ev du ji hev dûr ketin û niha rewş wiha lê hatiye ku hinek ji wan xwe bi Kurd nahesibînin. Lê her w
ek ku em dizanin çawa ku li zimanê Kurdî de, devokên weke Soranî, Kurmancî û Hewramî hene, Lorî jî yek ji devokên Kurdî ye ku niha li zanîngehên Herêma Kurdistanê de ders bi vê devokê tê gotin. Her wiha desteyek ji şovîsîntên Turk li hewlê de ne ku Kurdên Kuresunî û Elewî weke Turk bidin nasîn. Lê her wek ku em dizanin Kurdên Kuresunî, li herêmên Urmiye û Xoyê akincî ne û evana di bingeh de zimanê wan Kurdî ye û hetta hinek ji wan peyvek Turkî jî nazanin. Lê Kurdên Kuresunî ên Urmiyê ji ber siyasetên çewt ên dewleta Sefewî, zimamê Kurdî ji bîr kirin, lê niha jî bi dil û can xwe Kurd dizanin û li rêya azadiya Kurdistanê de
şehîdên weke Yar Mihemed pêşkêşî Kurdistanê kirine.
Urmiye û wateya wê
Rûbera bajarê Urmiyê qasî 5899 kîlometran e ku li Bakûrê Rojava ê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hilketiye. Şaristana Urmiyê ji bakûr ve tevî bajarê Selmas, ji Rojava ve tevî sînorê sepandî bi ser Kurdistanê de tevî Kurdistana Turkiyê, ji Başûr ve tevî bajarê Şino û ji Rojhilat ve tevî gola Umriyê cîran e. Bajarê Urmiyê ku rûbera wê qasî 42/7 kîlometran e li kêleka gola Urmiyê ye. Li gor çavkaniyên evistayî navê bajarê Urmiyê li destpêkê de Çîçest bûye ku piştre û li heyama dîrokê de guherîn bi ser de hatiye û bûye Umriye. Serbarê vê çendê hebûna Zerdeşt pêxmberê Îrana kevnar li Urmiyê bi xwe sedemên pûtebûna wê herêmê ye. Zerdeşt xwediyê du pirtûkan bi zimanê Kurdî bûye ku pirtûkên han li ser çermê gamêşand hatiye nivîsandin. Her wiha egera hebûna qebrê dayîka Zerdeşt li gundê Enbê li 25 kîlometriya bajarê Urmiyê li herêma Tirgewer bi xwe nîşanderê vê rastiyê ye. Hebûna navên Evistayî ên gundên herêmê weke Mawane, Sîlvana, Dizger û...wd bi xwe nîşanderê nasnameya dîrokî û pîrozbûna wî bajarî ne. Navê Urmiyê di hinek çavkaniyan de Urmiya ku navek Siryanî ye û tê wateya bajarê avê hatiye bikaranîn. Bajarê Urmiyê berê weke yek ji mezintirîn navendên zanistî û olî hatiye hesêb ku emperatoriya Romê ji bo destpêregihîştin bi Azerexşê mezin, Azergeşsb û paytextê havînî ê Sasaniyan çendîn caran li vî bajarî de derbasbûne. Bajarê Urmiyê di heyama dîrokê de çendîn egît pêşkêşî gelê Kurd kiriye ku bi nav û dengtirînên wan,
Emîrxanê Biradost û Dr. Ebdulrehman Qasimlo ne. Her çend ku Urmiye çendîn caran ketiye ber êrîş û talankirina neteweyên biyanî, lê hêj nasnameya xwe a Kurdistanî parastiye û xebata xortên gelê Kurd ji bo azadiya wê ji çengên dagirkeran dê her berdewam be. Her çend ku li wî bajarê de du neteweyên Kurd û Azerî dijîn, lê dîrok mezintirîn şahîdê Kurdistanîbûna wî bajarî ye ku helbesta Dim Dim jê re hatiye gotin.
Çavkanî:
Îrec Efşar: “nêgahî bi azerbycanê xerbî”(
nihêrînek bi ser azerbaycana rojava) cildê 1 û 2
Noşîrwan Mistefa: Kurd û Ecem
Ebdula Xefor: Sînorê Kurdistanê
Martîn Van Biroyîn Sin: “camêêşênasiyê merdomê Kurd” (Civaknasiya xelkê Kurd)
Elîesxer Şemîm: “Îran der dorêyê seltenetê qacar” (Îran li dema hikûmeta Qacar de)
Pêtro Şêfskî: “Tarîxê Îran ez dorêyê bastan ta sedêyê hêjdehom” (Dîroka Îranê ji kevnar ve heya sedsala hejdan)
Ehsan Nerafî: “Tarîxê Îranê” (Dîroka Îranê)
Wêlçêfskî: “Nêjadê Kurd” (regeza Kurd)
Dr: Ebdulrehman Qasimlo: Kudistan û Kurd
Kelîmulahê Tewehodî: “Hereketê tarîxîyê Kurd bê Xorasana cêldê 1,2,3,4,6 û 7” (meşa dîrokî a Kurdan bo Xorasanê, cêldên1, 2,3,4,6 û 7)
Elîekber Wêlayetî: “Tarîxê rewabêtê xarêciyê Îran der ehdê Şah Ebas” (dîroka pêwendiyên Îranê li dema Şah Ebas de)
Mistefa Xefor: Kurd li Arşîva Soviyet û Rûsiyayê de
Mihemed Hawar: Bizava Simayîlaxayê Şikak