-Axaftina parêzerê kurd bû sedema kuştina wî

20:29 - 29 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Serokê sendîkaya parêzerên bajarê Diyarbekirê ji aliyê hin kesên nenas ve bi gulleyan ve hate qetilkirin.

Li gor raporên hatine weşandin, Tahir Îlçî yek ji perêzerên paye bilind ên Kurdistana Bakur di serê xwe de bi gulleya kesekî nenas ve hatiye kuştin.
Bûyera mirina wî parêzerî di dema aloziya di navbera polîs û hêzên çekdar ên girêday PKK bûye.

Heyanî niha nehatiye diyarkirin ku Îlçî bi teqeya kê hatiye kuştin.
Temenê Îlçî 50 salî bû û xwediyê du zarokan jî bû.

Dewleta Tirkiyê ji ber encama vê bûyerê bertek nîşan daye, û biryara qedexekirina hatin û çûynê di parêzgeha Diyarbekir de îlan kiriye.

Berê Tahir Îlçî di gotubêjek digel CNN a Tirkî, gotibû ku PKK rêxstineke terorîst nîne û qedexe bûyîna çalakiyên vê partiyê di Tirkiyê de bi tundî rexne kiribû.