Avazek bo Kanîbil hat tomarkirin

15:01 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermendên paweya rojhilatê Kurdistanê bi munasibeta piştevanî kirin li “Kanîbil”, avazek tomar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçeghaniya kurdap,hunrmendên Pawe ahengek jêr navê “Nîştiman”, di destek dan bi “Kanîbil” û Kampaniya rizgar kirna wê kaniyê belav kirin.

Avaza “Niştîman” piştî 7 mehan bi dengê Şaho Husênê û Şueyb Xalidî, bi hevkariya hunermend Aram Mustofî hatiye amade kirin.

Birêveberê muzîk û helbestvanê sereke yê wê berhemê, ji kampaniya piştevanîkirin ji rizgarkirina “Kanîbil” re ragihandiye: Melodiya wê avazê ji hunermendê bi nav û deng ê oxirkirî şehîd Serhed hatiye girtin ku bi saza Dîwan li sala 1991 jêr navê “Hewlêr” birêve biribû.

Serpereştê wê çalakiya hunerî amaje bi vê yekê jî kiriye: Me ew avaz bi munasibeta parastin xweza û ekolojî, pêşkêşî “Kanîbil” kiriye ku nasnameya erdnîgariya Hewraman e.

Lêkolîn li ser vê kaniya dîrokî nêzî 20 salin berdewam in ku ew 14 salin encamek erênî bi xwe negirtiye. Ew lêkolînên ku bi şekil ji aliyê navendên ser bi hikûmeta Îranê ve tên encam dan, netenê qazancê nagehînin wê çavkaniya xwezayî, belkî ber bi tunekirinê ve jî dibe.

Karnasên warê jîngeh û xwezanasî, ser vê baweriyê ne: Di egera ji holê rabûna “Kanîbil”, dê bandorên xwe yên siyasî û civatî, li ser civakê daybine.
Serçaveya “Kanîbil” ji 15 km bajarê Nûdşe û 3 km gundê dîrokî- mesebî yê Hecîc derdikeve. Ew kanî piştre bi dirêjahiya 15 km tevlî çemê Sîrwan dibe.

Kanîbil navê xwe ji Xwedayê avê yê Babiliyên Bastan girtiye. Di zimanê Yûnanî de jî Bêl tê wateya Xwedayê avan.